• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Roja duyemîn ya Mîhrîcana Muzîkê: Ji bo aştiyê erka xwe pêk bînin

Wan / AW

11 KANÛN 2025 - 21:28
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Hevşaredarê Artemêtan Cemîl Komî ku di roja duyemîn ya Mîhrîcan Muzîkê ya Wanê de axivî, bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û diyar kir ku divê ji bo aştiyê her Kurd erka xwe pêk bîne.

Platforma Muzik ya Bajêr a Wanê, bi şîara ‘Muzîk Azad Dike, Aştî Mezin Dibe’ 1emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Wanê li dar dixe. Roja duyemîn a mîhrîcanê ku li Navenda Çandê ya Bêrîvanê tê lidarxistin, bi konserên Koma Sîya Roj û Koma Zeng berdewam kir. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî mîhrîcanê dan û bi stranên Kurdî demeke xweş derbas kirin. Hevşaredarên Rêya Armûşê Canan Ûzûnay û Tahîr Şapkaci, hevşaredarên Artemêtan Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî û gelek welatî tev li mîhrîcanê bûn.

‘Ji bo Rojînê edalet’

Di roja duyemîn de Koma Siya Roj û Koma Zeng ku her du kom jî nû ava bûne, derketin pêşberî guhdaran. Ewilî Koma Siya Roj derket ser dikê û bi stranên xwe guhdar kêfxweş kir. Endamên Koma Siya Roj Rojîn Kabaîş bi bîr anîn û bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”. Piştî performansa wan Hevşaredarên Rêya Armûşê Canan Ûzûnay û Tahîr Şapkaci plaket dan endamên komê.

‘Em jî parçeyekî vê pêvajoyê ne’

Dûre Koma Zeng derket ser dikê û bi stranên rock û blusê yên bi zimanê Kurdî eywan coşand. Endamên Koma Zeng jî bal kişandin ser pêvajoyê û diyar kirin ku êdî bila xwîn li ser vê erdnîgariyê neyê rijandin. Komê anî ziman ku ew jî parçeyekî vê pêvajoyê ne û piştgirî dan pêvajoyê. Dûre Hevşaredarên Artemêtan Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî plaket dan endamên komê. Hevşaredar Cemîl Komî jî behsa pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û diyar kir ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev pêvajoye daye destpêkirin. Cemîl Komî bi bîr xist ku divê her Kurdek ji bo aştiyê erka xwe pêk bîne û ji bo mîhrîcanê jî spasiya kesên ked dayî kir.

Piştî dayîna plaketê roja duyemîn a mîhrîcanê bi dawî bû. Sibê jî dê KomKurd di saet 18.00an de, Koma Siyabo jî di saet 19.00an de konseran bidin.

Etîket: aştîKurdmihrîcanmuzîkWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

20 MIJDAR 2026
Welatiyên Amedê: Dema aştî pêk hat dê aborî jî baş be’

Welatiyên Amedê: Dema aştî pêk hat dê aborî jî baş be’

15 MIJDAR 2026
Dayika gerîla û leşker ji bo aştiyê destên hev girtin

Dayika gerîla û leşker ji bo aştiyê destên hev girtin

2 MIJDAR 2026
Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

1 MIJDAR 2026
Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

30 COTMEH 2026
Mîhrîcana Kedê bûye qada hevgirtin û piştevaniyê ya jinan

Mîhrîcana Kedê bûye qada hevgirtin û piştevaniyê ya jinan

25 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne