• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêxistinên çapemeniyê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir

Navenda Nûçeyan /AW

18 ÇILE 2025 - 17:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Rêxistinên çapemeniyê binçavkirina 6 rojnamegeran şermezar kirin û xwestin demildest hempîşeyên wan bêne berdan. Endama MKGê Salîha Aras, xwest hemû polîtîkayên zext û sansûrê yên ku azadiya çapemeniyê tehdîd dike, bi dawî bibe û got: “Em li vir in.”

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de rojnamevan Reyhan Hacîoglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Velat Ekîn û Vedat Orûç di 17ê çile de li Wan, Stenbol û Mêrsînê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Li dijî binçavkirina rojnamegeran, Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û DÎSK Basîn-Îş daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê de bi dirûşma “Em ê rojnamegerî û rojnamegeran biparêzin” pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” vekirin û wêneyên rojnamegerên girtî hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek rojnameger jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama MKGê Rojnameger Salîha Aras metna daxuyaniyê xwend.

‘Hevalên me tên sûcdarkirin’

Salîha Aras, anî ziman ku azadiya çapemeniyê yek ji kevirên bingehîn ên civaka demokratîk e û diyar kir ku li gorî nûçeyan rojnameger hatine girtin û got: “Girtina hesabên medyaya civakî yên saziyên çapemeniyê û sansûra ku bi rêgezên li ser medyaya civakî tê meşandin, pîvaneke nû ya zextê li ser rojnamegeran eşkere dike. Kiryarên bi vî rengî ne tenê li dijî azadiya çapemeniyê, di heman demê de li dijî mafê raya giştî ya agahdarkirinê jî êrişek eşkere ye. Di derdoreke ku rojnameger nikaribin bi serbestî karê xwe bikin de mirov nikare behsa civakeke demokratîk bike. Rojnameger bi eşkerekirina rastiyan berpirsyariya agahdarkirina civakê digirin ser xwe. Lê belê di van salên dawî de zextên li ser rojnamegeran bi awayekî sîstematîk pêk tên û îro jî ji ber van erkên bingehîn hevrêyên me tên sûcdarkirin. Bi biryara binçavkirin, girtin û cezakirinê hewl didin wan bêdeng bikin.”

‘Ev ne serdemeke ku bi nîşandana qerta sor derbas bibe’

Rojnameger Fatîh Polat jî di daxuyaniyê de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Eger operasyonek dervayî sînor an jî qeyûm bê kirin, ji bo pêşî li eşkerekirina van polîtîkayan bê girtin, çapemeniya Kurd hedef tê girtin. 2 hevrêyên me winda kirin û 7 hevrêyên me hatin girtin. Ev ne sînorek dem e ku bi nîşandana qertek sor were derbas kirin. Pêwîstî bi helwesteke hevpar a saziyên çapemeniyê yên profesyonel heye. Nabe ku rojnamevan tenê barê giran hilgirin. Divê hevrêyên me yên girtî tevî 7 hevalên me yên girtî demildest bên berdan.

‘Em ê li cem çapemeniya azad bin’

Ji Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Şukru Alpsoy diyar kir ku ji ber biryara qedexeya parêzeran a 24 saetan tenê îro dikarin bi rojnamegeran re hevdîtinê bikin û wiha bi lêv kir: “Bi coş bûn û silav dan me. Ji ber qedexeyan der barê naveroka lêpirsînê de agahî li ber destê me nînin. Lê weke ku ji dosyayên berê jî tê zanîn xebatên rojnamegeriyê tên sûcdarkirin. Kevneşopiya çapemeniya azad weke ku heta niha kiriye, wê karê xwe bidomîne. Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin û çapemeniya azad biparêzin. Du rojnameger bi drone hatin qetilkirin, ji bo vê yekê mudaxele li daxuyaniya çapemeniyê hat kirin û 9 muwekîlên me ku 7 jê rojnameger bûn, tenê ji ber ku wêneyên hevalên xwe yên hatin qetilkirin hilgirtin hatin girtin.”

Endama MKGê Salîha Aras bi gotina “Em li vir in” dawî li daxuyaniyê anî.

Etîket: RojnamegerSalîha Aras
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

26 HEZÎRAN 2026
‘Hezên demokratîk divê polîtîkayan hilberînin û saziyan ava bikin’

‘Hezên demokratîk divê polîtîkayan hilberînin û saziyan ava bikin’

18 HEZÎRAN 2026
Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

15 HEZÎRAN 2026
‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

10 HEZÎRAN 2026
DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

3 HEZÎRAN 2026
Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

22 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne