• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Xweser: Em ê dev ji armancên şoreşê bernadin

Navenda Nûçeyan / AW

13 TÎRMEH 2025 - 22:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Xweser daxuyand ku hêviyên gelê Sûriyeyê di dewleteke sivîl, demokratîk û adil e û wiha got: “Em ê dev ji armancên şoreşên 15ê Adarê û 19ê Tîrmehê bernedin.”  

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hevdîtinên dawî yên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz de daxuyaniyek weşand. Rêveberiya Xweser, diyar kir ku di hevdîtinan de, nûnerên hikûmetên Amerîka û Fransayê hazir bûbûn. Rêveberiyê, hevdîtin bi gaveke gelek girîng ji bo destpêkirina diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ya cidî wesifand.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de spasiya DYA û Fransayê kir ku ji bo bidestxistina aramî, aştî û demokrasiyê li Sûriyeyê gelek hewldan dikin. Ji bo rêveberiyê, nîqaşkirina dozên çarenûsî bi awayekî zelal û cidî piştî ewqas nakokî, destkeftiyeke siyasî ya dîrokî ye û vegerandina baweriyê di navbera hêzên çalak ên Sûriyeyê de wek pêwîstiyekê bi nav kir ji bo ku diyalog dest pê bike.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê wiha nivisî: “Dem hatiye em zimanê li dijî tevna sûriyeyî, zimanê ku parçebûna siyasî û civakî kûrtir dike, derbas bikin. Pirrengiya li Sûriyeyê ne li dijî yekitiya wê ye, lê belê çavkaniya hêzê ye ku divê em biparêzin. Hevkarî anku şeraket bingeha avakirina dewletê ye.”

Bi domdarî hate gotin ku yekitiya Sûriyeyê ne mijara bazaran e, lê di nêrîna wê û hemû hêzên siyasî yên tev li projeya wê ya demokratîk bûne de stûneke bingehîn e û kirina bazaran li ser vê rêgezê derfetên çareseriya siyasî asteng dike. Rêveberiyê destnîşan kir ku pergala demokratîk a pirreng, edaleta civakî, wekheviya zayendî, destûrek ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike, daxwazên ne nû ne lê belê cewhera sedemên ku ji ber wê sûriyeyî sala 2011an serî hildaye. Rêveberiya Xweser diyar kir ku redkirina van daxwazan û wesifandina wan bi cudaxwaziyê, rastiya dîroka têkoşîna sûriyeyî ya li hember zordestiyê berovajî dike.

Bi domdarî wiha hate gotin: “Sûriyeyî ev gelek serdem in ji ber pergala navendî û aloziyan êş û zehmetî kişand, lê em hêvî dikin ku di avakirina Sûriyeya nû, Sûriyeya nenavendî de bibin şirîkên çalak. Em dev ji armancên şoreşa 15ê Adarê û 19ê Tîrmehê bernadin. Li ser vê esasê em dibêjin ku em amade ne li ser bingeheke demokratîk tev li saziyên dewletê û sazkirina destûra nû ya Sûriyeyê bibin ku hêviyên sûriyeyiyan rave dike.

Em bang li tevahî aliyan dikin ku xwedî berpirsyariyeke niştimanî bin, dev ji nefretê û tundiyê berdin, li hember hewldanên derxistina aloziyên hundirîn bisekinin. Her wiha em bang li hêzên siyasî yên niştimanî dikin ku di vê pêvajoya hesas de hevgirtî bin, diyaloga Sûriyeyê ji hewldanên têkbirina wê biparêzin, hêviyên gelê Sûriyeyê di dewleteke sivîl, demokratîk û adil de bi dest bixin.”

Etîket: Rêvebriya XweserŞoreşSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

29 TÎRMEH 2026
Piştî 17 salan Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres dê serdana Sûriyeyê bike

Piştî 17 salan Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres dê serdana Sûriyeyê bike

22 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne