• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Rêveberiya girtîgehê çav berdeya berîka girtiyan’

Omer Demîr / AW

29 MIJDAR 2025 - 08:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Jinbira girtî Xêredîn Adak, Fatma Adakê diyar kir ku Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Samsûnê mafê nameyan ê girtiyan asteng dike û got: “Rêveberiya girtîgehê ji bo ji girtiyan pere bistîne nahêle girtî di nava nameyekê de gelek nameyan bişînin. Rêveberiya Girtîgehê çav berdeya berîka girtiyan.”

Xêredîn Adak ji sala 2006an vir ve girtî ye. Xêredîn Adak di meha Adara 2025an de ji Tîpa T a Girtîgeha Burhaniyeyê ya Balikesîrê sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Samsûnê hatiye kirin. Xêredîn Adak ji wir jî bi gelek zextan re rû bi rû maye. Rêveberiya girtîgehê mafê atolyeyê yên girtiyên siyasî asteng dike û hefteyê tenê saetekê mafê sporê ya girtiyan heye. Her wiha hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê girtiyên edlî jî li cem qawîşên girtiyên siyasî bicih kirin e. Rêveberiya girtîgehê bi biryareke sosret mafê nameyan ên girtiyan jî asteng dike. Rêveberî destûr nade ku girtî gelek nameyên xwe di nava nameyekê de bişînin. Bi vê sepanê re ji girtiyan dixwazin ku her kes nameyê cuda bişîne û pereyan ji wan bistînin.

Jinbira girtî Xêredîn Adak, Fatma Adak têkildarî rewşa girtiyan û biryara rêveberiya girtîgehê axivî û bertek nîşanî biryara girtîgehê da. Fatma Adak got ku rêveberiya girtîgehê çav berdaya berîka girtiyan.

‘Li Girtîgeha Semsûnê rewşa girtiyan nebaş e’

Fatma Adakê bi bîr xist ku Xêredîn Adak ji sala 2006an ve girtî ye û wiha got: “Xêredîn destpêkê li girtîgeha Mêrsînê hat ragirtin. Paşê jî ew şandin girtîgehên Edene, Îzmîr û Balikesîrê. Niha li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Samsûnê tê ragirtin. Piştî bangawaziya birêz Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê sirgûnî Samsûnê hat kirin. Di girtîgeha Samsûnê de rewşa girtiyan nebaş e. Ew û sê hevalên wî sirgûnî Samsûnê kirin. Lê di heman girtîgehê de nikarin hevdu bibînin.”

‘Zext û zordarî zêdetir bûye’

Fatma Adakê anî ziman ku li gorî berê niha li girtîgehan bêtir mafên girtiyan tên binpêkirin û got: “Berê girtî dikaribûn tev li gelek atolyeyan bibin. Îro tenê hefteyê saetekî mafê wan ê sporê heye. Girtî berê dikaribûn di yek zerfê de ji gelek kesan re name bişînin. Berê 3 kes di heman qawîşê de bûna jî dikaribûn di nava yek zerfê de gelek name bişînin. Ew tişt hatiye qedexekirin. Rêveberiya girtîgehê ji bo ji girtiyan pere bistîne biryareke wisa daye. Ji ber ku çiqas zêde name were şandin ewqas zêde pere ji berîka girtiyan dê derkeve. Girtîgehê çav berdeya berîka girtiyan. Em bang li Wezareta Dadê dikin, îro aştî heye lê zext û zordariya li ser girtiyan berdewam dike. Divê demildest ev zilm û zordarî bi dawî bibe.”

Etîket: binpêkirina mafên girtiyangirtiGirtîgeha SamsûnêXêredîn Adak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
‘Li girtîgehan binpêkirinên mafan gelek zêde bûne’

‘Li girtîgehan binpêkirinên mafan gelek zêde bûne’

20 TÎRMEH 2026
Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

16 TÎRMEH 2026
Nafî Ergun ê ku 22 salî bû hate girtin, di 52 saliya xwe de hate berdan

Nafî Ergun ê ku 22 salî bû hate girtin, di 52 saliya xwe de hate berdan

10 TÎRMEH 2026
Ji OHDa Stenbolê rapora 6 mehan: Divê dewlet pratîkên tecrîdê bi dawî bike

Ji OHDa Stenbolê rapora 6 mehan: Divê dewlet pratîkên tecrîdê bi dawî bike

9 TÎRMEH 2026
Besiye Ozer piştî 30 salan hate berdan

Besiye Ozer piştî 30 salan hate berdan

6 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne