• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rêveberê KURDÎGEHê: 21ê Sibatê roja deng derxistinê ye

Bazîd Evren / AW

21 SIBAT 2025 - 10:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Rêveberê KURDÎGEHê Bîrhat Dûman ku bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê axivî û bal kişand zextên li ser zimanê Kurdî û got: “21ê Sibatê ji bo xwedî derketina zimanên dayikê roja deng derxistinê ye.”

Saziya Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNESCO) di 17ê Mijdara 1999an de 21ê Sibatê weke Roja Zimanên Dayikê ya Cîhanê ragihandibû û ev roj ji wê demê ve tê pîrozkirin. 21ê Sibatê di eslê xwe de salvegera kuştina xwendekarên zanîngeha Bangladeşî ye. Ev xwendekar ji bo Tevgera Zimanê Bengalî serî rakiribûn û polîsan êrişî wan kiribû û komek ciwanê Bangladeşî kuştibûn. Ev roj di heman demê de wek roja bîranîna van ciwanan e. Lewma UNESCOyê ji bo wan şagirtan bi bîr bîn e, 21ê Sibatê ragihand ku bibe Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê.

KURDÎGEH bê navber dixebite

Kurd jî her sal vê rojê bi coş û çalakiyan pîroz dikin û daxwaza mafê zimanê Kurdî dikin. Gelek sazî, komele û kesayetên Kurdî ji bo xwedîderketina zimanê dayikê di vê rojê de çalakiyan li dar dixin û daxuyaniyan didin.

Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) ku li Wanê Xebatên ziman bi rê ve dibe, bi waneyên zimanê Kurdî û ji bo avakirina hişmendiya zimanê dayikê xebatan dimeşîne. KURDÎGEH, ev 4 meh in ava bûye û heta niha polek asta yekemîn, polek jî asta duyemîn qedandiye. Her wiha polek asta yekemîn ku ji 30 şagirtan pêk tê, li ber vekirinê ye.

Tê payîn ku pola asta mamostetiyê jî di nava van rojan de dest pê bike. Her wiha KURDÎGEH ji bo hişmendiya ziman ava bike, wê li taxên Wanê û navçeyan jî nûnertiyên xwe veke. Rêveberê KURDÎGEHê Bîrhat Dûman anî ziman ku xebatên wan ên ji bo avakirina nûnertiyan li ber qedandinê ve diçe.

‘21ê Sibatê roja deng derxistinê ye’

Bîrhat Dûman da zanîn ku rojên weke 21ê Sibatê ji bo zimanên bi bişaftinê re rû bi rû mane rojeke deng derxistinê ye. Bîrhat Dûman destnîşan kir ku ji bo bala gel bikişînin ser zimanê dayikê û polîtîkayên pişaftinê ev roj tê pîrozkirin û got: “Ne tenê ji bo zimanê Kurdî, ji bo zimanên din ên cîhanê jî derbasdar e. Divê Kurdî jî weke zimanên din xwedî statu be û mafê perwerdehiyê bê nasîn. Ev bi salan e zext û zoriya li ser Kurdî bi awayekî sîstematîk didome. Erka parastina zimanê Kurdî dikeve ser milê me Kurdan. Em dixwazin civakek pirzimanî ava bibe û zimanê Kurdî bibe xwedî statu. Divê em li zimanê xwe xwedî derbikevin ku zimanê me winda nebe. Divê neyê jibîrkirin ku her netew bi zimanê xwe heye.”

‘Bila ala zimanê Kurdî li jorê ba bibe’

Bîrhat Dûman diyar kir ku di demên pêş de wê kongreya KURDÎGEHê li dar bixin û bang kir ku ji bo xwedîderketina zimanê Kurdî bila gelê Wanê bê di nava rêveberiya nû ya KURDÎGEHê de cih bigire. Bîrhat Dûman bang li ciwanan kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û ala zimanê Kurdî li herî jorê ba bikin.

Etîket: 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya CîhanêKurdîKURDÎGEHziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

8 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

7 HEZÎRAN 2026
Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

28 GULAN 2026
Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

21 GULAN 2026
Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

17 GULAN 2026
Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne