• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

Navenda Nûçeyan / AW

18 TEBAX 2025 - 19:14
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
REPAK bang li rejima Îranê kir ku dev jî pergala xwe ya li dijî mafê mirovan, êrîş û kiryarên xwe yê sistematîk a li ser jinan berde û xwest ku cezayên darvekirinê bide seknandin.

Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) têkildarî cezayên darvekirinê yên rejîma Îranê li girtiyên jin û siyasî dibire daxuyanî da. Daxuyaniya REPAKê wiha ye:

“Dema ku em li dîroka rejimên ku tenê bi şer û çewisandinê xwe parastine û hebûna xwe domandine dinêrin em dibînin ku ti car di nav welatê xwe da aramî û aştiyê neafirandine û herku çûye alozî kur bûye. Rejîma Îranê ya Molla ruxmê ku gelê wî di demên herî aloz de jî nebûn alî û li welatê xwe man, ti car deng û daxwazên gelê xwe guhdar nake. Berjewendiyên gelê naparêze û berovajî wê herku diçe tundtir dibe û dikeve rewşekî bêveger.

Di dîrokê de gelek mînak hene, rejîm ango desthilatên ku heger tenê bi yekdestî ya xwe esas bigirin û berjewendiyên gel û hemwelatiyên xwe esas negirin hebûna xwe ne domandine lê dema ku ruxmê hemû ne heqî û bê edeletî li kêleka gelê xwe bûne û hewldane çareser bikin her serkeftî mane.

‘Rejîma Îranê mafê jiyanê yê jinan hedef digire’

Cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn ku li dijî binpêkirina mafên mirovan, tundûtûjî, îstîsmar û neheqiyê şer kiriye, ne berhema pergaleke hiqûqî ya li ser bingeha mafan e, lê belê pergaleke ku serdestiya mêran pêş dixe û mafê jiyanê yê jinan hedef digire.

Cezayê darvekirinê li Şerîfe Mihemedî birî

Şerîfe Mihemedî ya ku li bajarê Reşt dijî, di kanûna 2023yan de bi tohmeta “propagandaya li dijî dewletê” hat girtin û di 4ê tîrmeha 2024an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn. Lê belê, piştî îtîrazê, di 12ê cotmeha sala borî de cezayê darvekirinê yê ku ji Şerîfe Mihemedî re hatibû dayîn hat betalkirin. Di 13ê sibatê de, Odeya 2mîn a Dadgeha Şoreşê ya Îranê careke din cezayê darvekirinê li Şerîfe Mihemedî birî.

‘Bêdengî neheqî û bêedaletiyê bi xwe re tîne’ 

Bi sedan jinên ku ji bo rizgariya xwe şer dikin, berê jî ji aliyê vê rejîma dijminê jinan ve hatine hedefgirtin. Gelên ku vê neheqiyê dibînin li hember van sîsteman bêdeng nemane û wê bêdeng nemînin jî, ji ber her bêdengî bi xwe re neheqî û bêedeletiyên nû ava dike û bi veşartina wê li pişt qanûnê xwe zêde dikin.

Rejîma Îranê ya Molla bi kiryarên xwe vê yekê gelek caran piştrast kir ku ne tenê dijminê jinê û herkesê ku doza mafê mirovan dike û dengê xwe bilind dike. Bi sedan mirov ji ber sedemên cûda li girtîgehane û gelek ji wan jî aqubeta wan ne diyare. Maf xwestin wek sûc tê dîtin û tenê mirin rewa tê dîtin. Li cîhekî ku hewqas zilm û zorî hebe ma mumkune bêdengî an rawestan hebe. Li şûna ku çareserî pêşbixe her hewldanek wek tehdît ji bo pergala xwe a mêr dibîne û serî li zorê dide. Ev hemû li ber çavê cîhanê çêdibin û her ku diçe zêdetir dibe.

‘Dev ji êrîş û kiryarên li ser jinan berdin’

Em wek REPAK bang li rejima Îranê dikin ku dev jî pergala xwe ya li dijî mafê mirovan, êrîş û kiryarên xwe yê sistematîk a li ser jinan berde û cezayên darvekirinê bide seknandin. Yekane riya çareserî û aramî hişmendiya demokratîk, parastina maf û dengê gel e. Her wiha em bang li raya giştî a demokratîk dikin, da ku bibin dengê gelên azadîxwaz û li her derê bertekên xwe li dijî darvekirinê bidin xuyakirin.”

Etîket: cezaÎranREPAKŞerîfe
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026
Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

16 ÎLON 2026
Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne