• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rageşiya li Tengava Hurmuzê û gefên dualî didomin 

Navenda Nûçeyan / AW

23 NÎSAN 2026 - 10:06
Kategorî: CÎHAN
A A
Ligel biryara dirêjkirina agirbestê ya ji aliyê Serokê DYAyê Donald Trump ve jî rageşiya li Tengava Hurmuzê nesekinî û hêzên Îranê dest danîn ser du keştiyan. Ji aliyê din ve, nîqaşên agirbestê yên di navbera Îsraîl û Libnanê de jî li Washingtonê dewam dikin.

Şer û rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îsraîl û Îranê de berdewam dike. Serokê DYAyê Donald Trump, dema agirbesta du hefteyan a bi Îranê re dirêj kir. Trump di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo bi dawîkirina şer tu “demek diyarkirî” tune ye û DYA dê ambargoya xwe ya deryayî ya li ser benderên Îranê bidomîne.

Îran: Ambargo ranebe tengav venabe

Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bertek nîşanî dewamkirina dorpêça DYAyê da û ambargoya deryayî wekî “binpêkirina eşkere ya agirbestê ye” pênase kir. Qalîbaf got ku heta ambargo ranebe vekirina Tengava Hurmuzê nepêkan e. Her wiha Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî da zanîn ku wan hîn biryar nedane bê ka ew dê beşdarî gera nû ya hevdîtinên aştiyê yên li gel DYAyê bibin an na.

Li Tengava Hurmuzê 2 keştî hatin desteserkirin

Tevî agirbestê, li qada deryayî şer kûr dibe. Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê li Tengava Hurmuzê êrişî 3 keştiyên bazirganiyê kirin û dest danîn ser 2 keştiyan. Rayedarên Îranê diyar kirin ku ev gava wan li hemberî dorpêça DYAyê ye. Qesra Spî jî li ser mijarê daxuyaniyek da û îdia kir ku desteserkirina keştiyan şert û pîvanên agirbestê binpê nake. Ev rewş bû sedem ku li bazarên cîhanê bihayê petrolê zêde bibe.

Hevdîtinên Îsraîl û Libnanê didomin

Li aliyê din, bandora şer li ser xeta Îsraîl û Libnanê jî dewam dike. Şandeyên Îsraîl û Libnanê ji bo hevdîtinan li paytextê DYAyê Washingtonê civiyan. Armanca Libnanê ew e ku agirbesta 10 rojî ya ku di 17ê Nîsanê de ketibû meriyetê, ji bo mehekê dirêj bike. Rayedarên Îsraîlê beriya civînê daxuyanî dan û diyar kirin ku tu pirsgirêkên wan ên cidî bi dewleta Libnanê re nînin û astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê, Hizbullah e.

Etîket: desteserkirinDYAÎranÎsraîlKeştîTengava Hurmuzê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne