• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Qeyûmê Wanê dixwaze Navenda Jiyana Jinê ya Şamîranê bigire!

Wan / AW

11 NÎSAN 2025 - 15:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, daxwaza valakirina avahiya Navenda Jiyana Jinê ya Şamîranê ya ku mulkiyeta Şaredariya Bajarê Mezin e lê Şaredariya Artemêtê bikar tîne, kir. Hevşaredara Artêmêtê Rabîa Başak Koç diyar kir ku divê ev biryara ku wê bi sedan jin mexdûr bike bê terikandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê beriya tayînkirina qeyûm, bi hevkariya Şaredariya Artemêtê Navenda Jiyana Jinê ya Şamîranê di Cotmeha 2024an de li Taxa Sûfan a navçeyê vekiribû. Avahiya navendê mulkiyeta Şaredariya Bajarê Mezin e, lê Şaredariya Artemêtê bi kar tîne û qeyûm xwest Şaredariya Artemêtê avahiya navenda jinan vala bike. Di teblîxa ku ji Şaredariya Artemêtê re hat şandin de hat diyarkirin ku ji bo bikaranîna navendê pêvajoya tehsîskirinê nehatiye kirin. Şaredariya Artemêtê ji bo valakirina navendê ku bi sedan jin di qadên cuda de qursan dibînin û xebatên jinan tên lidarxistin, wext ji Şaredariya Bajarê Mezin xwest. Lê heta niha li hember vê xwestekê ti bersiv nehatiye dayîn.

‘Qeyûm li dijî qadên jinan bêtehamûl e’

Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç bi bîr xist ku piştî navend hate vekirin wan ji bo jinan gelek perwerde û çalakî li dar xistin. Rabîa Başak Koç da zanîn ku ev biryara qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jinan dike hedef û got: “Di meha Cotmehê de bi Şaredariya Bajarê Mezin re bi pêşengiya Hevşaredar Neslîhan Şedal û hevalên jin ên din me ev navend vekir. Li vê navendê ji werzîşê heta semîneran gelek çalakîyên me hebûn ku jin xuya bibin û bên cem hev. Jinan ji dirûtin û neqişandinê bigire heta hunera destan di qursên cuda de xwe pêş ve dibin û ji bo aboriya xwe dixebitin. Her wiha kreşeke me hebû ku ji bo zarokan xizmet dikir. Lê qeyûm li dijî vê qada ku jin bi hêz bûn bêtehamûl bû û ji me hat xwestin ku em avahiyê vala bikin. Bi rastî jî jin bi xwe bûn hedefa daxwaza veguheztina vê navenda ku me bi kedeke mezin vekir.”

‘Divê ev xeletî bê sererastkirin’

Rabîa Başak Koç bal kişand ser pirsgirêka şaredariyê ya der barê avahiyê de û banga sererastkirina xeletiyê kir. Rabîa Başak Koç wiha got: “Tevî şert û mercên neyînî yên aborî jî, me bi kedeke mezin navend ji jinan re vekir û bi dehan amûr û alav kirîn. Heke ev biryar neyê paşvexistin, cihê me nîne ku em van amûr û alavan bi cih bikin û navenda jiyanê ji nû ve aktîv bikin. Her tiştê şaredariyê ji aliyê rêveberiya berê ya qeyûm ve hatiye firotin, lewma cihê me nîn e ku em navendê bar bikin. Divê jinên li vir neyên mexdûrkirin, lewma em li bendê ne ku ev xeletî bê sererastkirin.”

Etîket: QeyûmŞaredariya Bajarê Mezin a Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Mîhrîcan qediya lê qirêjiya wan hêj neqediya ye

Mîhrîcan qediya lê qirêjiya wan hêj neqediya ye

22 TÎRMEH 2026
Qeyim wî ji kar avêt, niha jî penceşer lê peyda bûye: Alîkariyê dixwazim

Qeyim wî ji kar avêt, niha jî penceşer lê peyda bûye: Alîkariyê dixwazim

5 TÎRMEH 2026
Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

27 NÎSAN 2026
Qeyûman mal û milkê şaredariyan li saziyên AKPê û dewletê belav kirine

Qeyûman mal û milkê şaredariyan li saziyên AKPê û dewletê belav kirine

4 NÎSAN 2026
Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

12 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne