• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Qanûna Çarçoveyî li Meclisê ye: Ji bo veguherîna demokratîk a komarê destpêkek e

Enqere / AW

10 TEBAX 2026 - 12:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku li ser qanûna çarçoveyî di Desteya Giştî ya Meclisê de axivî, destnîşan kir ku ew qanûn ji bo veguherîna demokratîk a komarê destpêkek e û got ku bi gavên demokratîk aştî mîsoger dibe.

Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin, piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Piştî nîqaş û nirxandinên partiyên siyasî li ser qanûna çarçoveyî li bendê ye qanûn di encama dengdayînê de di Desteya Giştî ya Meclisê de bê erêkirin û bibe qanûn.

Endamê Dîvana Serokiya Meclisê yê MHPê Celal Adnan desteyê bi rê ve bir.

Rûniştina Desteya Giştî bi axaftina parlamenterên derveyî rojevê re dest pê kir û parlamenteran deqeyeke mafê axaftinê girtin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemergê Onur Duşunmez bi lêv kir ku ew di rojeke dîrokî re derbas dibin û piraniya meclisê li rex aştiyê cih girt û wiha got: “Ez hêvî dikim ew gava yekem bibe wesîleya destpêka avakirina Komara Demokratîk.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku ew hêvî dikin ew gava yekem bibe wesîleya aştiyê û ew dê têkoşîna xwe ya ava kirina Komara Demokratîk û aştiya mayindê bidomînin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî bi lêv kir ku şer bandor li ser hemû kesan kiriye û got ku ew ji bo hemû kesên piştgiriya aştiyê dikin re spasiyê dikin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş jî gotinên Aram Tîgran ku gotibû ‘Heke ez careke din bêm dinyayê dixwazim hemû çekan bihelînim û bikim saz û cumbuş’ bi bîr xist û got ku ew qanûn ji bo aştiyê deriyekî vêdike.

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezîban Konukçu jî bal kişand ser çalakiya karkerên madenê û xwest mafên karkerên madenê bi cih werin.

Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak jî bi lêv kir ku ew qanûn derfeteke mezin ava dike û parlamento ji rojeke dîrokî re malivaniyê dike û got ku ew hêvî dikin ew qanûn bibe wesîleya aştiyê.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî bi lêv kir ku divê rexneyên çêker ên li ser qanûna çarçoveyî ber bi çav bê girtin û xwest ew qanûn bibe wesîleya aştiyê.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan jî got ku ew di rojeke dîrokî re derbas dibin û anî ziman ku ew qanûn rêya aştiyê û biratiyê ronî dike.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî destnîşan kir ku firsendeke dîrokî ji bo aştiyê heye û xwest ew qanûn bibe destpêka hiqûqeke nû.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî bi lêv kir ku qanûna çarçoveyî derfet ava kiriye ku pirsgirêka Kurd çarçoveya ewlehiyê de were zemîna hiqûqê.

Piştî axaftina parlamenteran Serokwekîlê komên partiyan axivîn.

Serokwekîlê Koma Yenî Yolê Bulent Kaya bi lêv kir ku di vê serdemeke ku şer bi dawî dibe de berpirsyariyeke mezin dikeve ser hemû kesan û got ku piştî di meha cotmehê de meclisê dest bi xebatan kir ji bo demokratîkbûyînê jî xebat bên pêşxistin.

Serokwekîlê Koma CHPê Rahmî Aşkin Turelî jî da zanîn ku ji bo aştiyê ew dê piştgiriyê bidin qanûn.

‘Firsendeke mezin ji bo aramiyê li pêş me ye’

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku qanûna çarçoveyî tevî kemasiyan jî ji bo veguherîna demokratîk a komarê destpêkek e û wiha got: “Berpirsyariya me ew ê ku em vê destpêkê mezin bikin. Ji ber ku aştî tenê bi qanûneke nayê. Aştî ji hemû qadan avêtina gavên demokratîk mîsoger dibe. Bi bicihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, rakirina astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê Kurdî aştî mîsoger dibe. Hemû netew û bawerî bikarin xwe îfade bikin. Em pêşerojeke wisa armanc dikin. Armanca me ya Komara Demokratîk jî ew e. Ew pêvajo ne berpirsyariya tenê partiyekê ye. Berpirsyariya me hemûyan e. Ji bo wê jî banga me ji partiyên siyasî re ew ê ku werin em bi hev re xwedî lê derbikevin. Aştî mifteya ciwan bi hêvî bikarin vî welatî bijîn, jin bigehejin mafên xwe û aramî pêk were ye. Firsendeke mezin ji bo aramiyê li pêş me ye. Em bawer in ku Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re ava bikin. Werin em aştiyê bi hev re mîsoger bikin û hemwelatiya wekhev bi hev re xurt bikin. Ji bo wê jî gava em îro biavêjin hêvî dikin bibe destpêkek ji bo gelên me.”

Yenî Partî: Helwesta me serokê me yê giştî diyar bike

Serokwekîlê Koma Yenî Partiyê Murat Emîr jî destnîşan kir ku li gor rapora komîsyonê gava yekêm tê avetin û wiha got: “Lê xala din a rapora komîsyonê jî demokratîkbûyîn bû. Lê mixabin li ser vê xalê tu gav nehatin avêtin. Ji bo qanûna çarçoveyî jî me rexneyên xwe anîn ziman. Lê ji bo qanûn helwesta me ji aliyê serokê me yê giştî ve were diyarkirin û em ê ji raya giştî re parve bikin.”

Serokwekîlê Koma AKPê Abdulhamît Gul jî destnîşan kir ku bi vê qanûnê ew ê planên emperyalîst li dijî biratiyê jî hilweşînin.

Piştî axaftina Serokwekîlan pêşniyarên ÎYÎ Partî û AKPê li ser qanûn hatin xwendin û parlamenteran li ser pêşniyaran mafên axaftinê girtin. Piştî axaftinan pêşniyar ji dengdayînê re hat pêşkêşkirin û nehat qebûlkirin. Piştrê jî navber ji bo rûniştinê hat dayîn. Piştî navberê rûniştin dê berdewam bike.

Etîket: Desteya Giştî ya Meclisê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Meclisê hevdîtinên pêşnûmeyê zêde bûn: Tê çaverêkirin pêşnûme sibê were Meclisê

Nîqaşên li ser qanûna çarçoveyî berdewam dike

10 TEBAX 2026
Gul: Sibê dê pêşnûme pêşkêşî Meclisê bê kirin

‘Çareserî bi demokratîkbûnê pêkan e’

10 TEBAX 2026
Meclis dê ji bo qanûna çarçoveyî meha Tebaxê bicive

Qanûna çarçoveyî li Meclisê ye

10 TEBAX 2026
Qanûna çarçoveyî sibe li Desteya Giştî ya Meclisê ye

Qanûna çarçoveyî sibe li Desteya Giştî ya Meclisê ye

9 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne