Qanûna çarçoveyî ya bi navê ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclise de hat erê kirin li Desteya Giştî ya Meclise tê nîqaşkirin.
Qanûna çarçoveyî ya bi navê ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ a 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclise re hatiye peşkeşkirin, piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclise de hat erê kirin li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Piştî û nîqaş û nirxandinên partiyên siyasî yên li ser qanûna çarçoveyî, dê dengdana qanûnê çêbe. Tê payîn ku piştî dengdanê, qanûn di Desteya Giştî ya Meclise de were erêkirin û bibe qanûn.













