Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku di Desteya Giştî ya Meclisê de ye bi axaftinên partiyên siyasî ve berdewam dike. Parlamenterên têkildarî qanûna çarçoveyî axivîn bal kişandin ser gavên ji bo demokratîkbûyînê.
Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Piştî nîqaş û nirxandinên partiyên siyasî li ser qanûna çarçoveyî li bendê ye qanûn di encama dengdayînê de di Desteya Giştî ya Meclisê de be erêkirin û bibe qanûn. Endamê Dîvana Serokiya Meclisê yê MHPê Celal Adnan desteyê bi rê ve bir.
Piştî axaftina parlamenter, serokwekîl û pêşniyarên komên partiyên siyasî rûniştina yekem bi dawî bû. Rûniştina 2yan dest pê kir. Rûniştina 2yan axaftinên li ser qanûn dest pê kir.
‘Çareserî bi avakirina biratî û aştiyê pêkan e’
Di serî de Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan axivî. Mahmut Arikan bi lêv kir ku ew di sedsala 2yemîn a komarê de ne û wiha axivî: “Lê hê jî pirsgirêkên divê em çareser bikin hene. Em îro li ser qanûneke ku hem paşeroj û hem jî pêşeroja Tirkiyeyê eleqadar dike diaxivin. Em di berê de biratiya vî welatî diparêzin. Tevî rexneyan jî me piştgiriya pêvajoyê kir. Ew piştgirî ne piştgiriya desthilat an şexsan e. Piştgiriya me ji bo çareseriyê ye. Çekberdan û ji holê rabûna şer tenê destpêkek e. Çareserî bi avakirina biratî û aştiyê pêkan e. Di vir de mesele ne rakirina ji holê ya terorê ye. Di heman demê de sedemên avabûna terorê ji holê rakirin e. Her wiha piştî teror bi dawî bû em ê Tirkiyeyeke çawa ava bikin. Divê em bersiva vê bidin; Ew qanûn terorê ji holê radike yan sedemên avabûna terorê ji holê radike? Ji ber wê jî çarçoveya partiya Saadetê bernameyeke avakirina biratiyê ye. Heta edalet nebe aştî nikarê mîsoger bibe. Heke hûn ê aştiya civakî ava bikin divê hûn baweriyê xurt bikin.”
‘Hêvî dikim ew pêvajo jî nebe xweziyek û bigihêje encamê’
Piştre jî Serokwekîlê Koma Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen axivî. Mehmet Emîn Ekmen gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di salên 1993yan de ji bo aştiyê anî bû ziman, bi bîr xist û got ku ew wê demê pir nêzî çareseriyê bûne xwezî bi ser biketa û ev tişt anî ziman: “Em hêvî dikin ew pêvajo jî nebe xwezî. Em bawer in li gor salên derbasbûyî ew pêvajo ji bo çareseriyê xurttir e. Sedema wê jî yek rola birêz Devlet Bahçeliyê û Abdullah Ocalan ku bersiv da vê bangê, pêvajo anî merhaleyê. Amadekirina qanûneke bi vî rengî pir zehmet e. Jixwe ew zehmetî di xalan de jî diyar e. Di xalan de diyar e ku ew zehmetî hê derbas nebûye. Pêşkêşkirina bi vî rengî ya qanûnê jî pirsgirêk bû. Qanûn dereng hat xistin. Sedema vê jî israra teyît û tespîtê bû. Divê ew nebûna şert û handîkapên vê dê bibin. Divê di serî de zemîna hiqûqî pêk bihata û di 6 mehan de endamên rêxistinê bixwesta vê hiqûqê sûd bigirin dê bihata. Yek jî dema endamên rêxistinê vegeriyan divê bernameyeke entegrasyonê bikeve meriyetê. Lê di vê qanûnê de li ser entegrasyonê tiştek tune ye. Hêvî dikim ew pêvajo jî nebe xweziyek û bigihêje encamê.”
‘Weke CHPê em ê vê pêşniyarê re dengê erê bidin’
Piştrê jî parlamenterê CHPê yê Qersê Înan Akgun jî destnîşan kir ku ew di serdemekê nû de û wiha axivî: “Geşedanên heyî nîşan didin ku li pêşiya Tirkiyeyê xeter e jî hene û bi qasî xetereyan derfet jî hene. Pêşeroj ên bikarin bi wêrekî demokratîkbûyînê ava bikin e. Aştî tenê bi azadiyê pêkan dibe. Em hêvî dikin ew qanûn bibe wesîleya aştiyê. Em ji bo hemû kesên ji bo aştiyeke bi rûmet jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em weke CHPê ne tenê piştgiriyê didin di heman demê de jî pêşengiyê dikin û vê helwesta xwe bidomînin. Ew pêvajo pêvajoya xurtkirina biratiyê ye. Em ê piştgiriya xwe bidomînin û rê nadin kesên li dijî pêvajoyê dixwazin di nava civakê de tundiyê pêş bixin. Yek jî kêmasiya qanûn ew ê ku li gor xala 7an a rapora komîsyonê ya demokratîkbûyînê cih negirtiye. Ew yek kêmasiyek e. Lê bi vê qanûnê dest bi destpêkek e dikin. Em îro ji bo ji dewrê derketina çekan gava yekem diavêjin. Dema em xalên qanûnê dinêrin li gor xalan em nikarin efûyeke taybet binirxînin. Heke çek bêdeng bibin biratî xurt dibe. Biratî xurt bibe Tirkiye jî xurt bibe. Bi aştiyê hemû kes dê serbikevin û Tirkiyeyê jî bi serbikevin. Weke CHPê em ê di vê pêşniyarê de dengê erê bidin.”
‘Werin em bi hev re komarê bi azadiyê xurt bikin’
Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Oguz Kaan Salci di destpêka axaftina xwe de Sirri Sureyya Onder bi bî anî û diyar kir ku xwezî Sirri Sureyya Onder jî di nav wan de bûna.
Oguz Kaan Salci bal kişandin ser geşedanên herêmî yên salên derbasbûyî û heyî û ev tişt anîn ziman: “Derbaskirina xetereyan bi aştiya civakî pêkan e. Berpirsyariya meclisê ew ê ku vê bigihîne encamê. Aştî ne bi tenê radestkirina çekan lê bi firehkirina qada demokratîk a siyasetê pêkan dibe. Divê ew pêvajoya li gor geşedanên herêmî destpêkiriyê dema geşedan guherîn bi dawî nebin. Êdî hincetên kesî neman ku ji ber terorê demokrasiya me paşguh bike. Her wiha divê wekheviya civakî pêk were. Heke welatiyek ji ber nasnameya xwe li hemberî dewletê xwe nekare îfade bike ew tê wateyê ku komara me temam nebûye. Dem hatiye ku em komara xwe bi demokrasiyê mîsoger bikin. Werin em bi hev re komarê bi azadiyê xurt bikin.”
‘Ew qanûn ne efûyek e’
Cigirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz jî bi lêv kir ku armanca ‘Tirkiyeya bê teror’ ne tenê polîtîkayeke ewlehiyê ye di heman demê de polîtîkaya dewletê ya serdestiya hiqûqî, xurtkirina çepheya hundir, piştgiriya civakî û xurtkirina aboriyê ye û wiha pê dê çû: “Piştî PKKê kongreya xwe kir û xwe fesîh kir pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Piştre jî bi temsîleke ji ser sedî 93yan komîsyonek hat avakirin. Piştre jî bi mutabakateke mezin raporeke hevpar hat amadekirin. Tirkiyeya bê teror tê wateya aştiyê û biratiyê. Bi vê qanûnê tê armanckirin ku qewimînên derbasbûnê careke din pêk neyên. Ew qanûn ne efuyek e. Şîroveyên bi vî rengî dûrketina ji rastiyê ye.”
Rûniştin bi axaftina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ve berdewam dike.













