• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

Stenbol / AW

20 HEZÎRAN 2026 - 19:14
Kategorî: ROJANE
A A
Tora Piştgiriya Koçber û Penaberan derbarê 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê de li Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku polîtîkayên koçberiyê her ku diçe ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin.

Tora Piştgiriya Koçber û Penaberan derbarê 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê de li Tunela Şîşhaneyê ya Stenbolê daxuyanî da. Endam û rêveberên torê û ÎHDa Stenbolê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endamê torê Alî Dîler ve hate xwendin.

‘Li dijî nîjadperestî û dijminatiya koçberan hatin cem hev’

Alî Dîler diyar kir ku îro bi mîlyonan mirov ji şer, xîzanî, kedxwarî û zextan direvin û têkoşîna man û nemanê didin û got: “Neteweyên Yekbûyî, ji bo balê bikişîne ser vê têkoşînê, 20ê Hezîrana 2001an wekî Roja Penaberan a Cîhanê ragihand. Em wek Tora Piştgiriya Koçber û Penaberan, îro ji bo bilindkirina piştgiriyê ya li dijî nîjadperestî û dijminatiya koçberan hatin cem hev. Di sala 2001êan li cîhanê nêzîkî 13 mîlyon penaber hebûn. Îro hejmara mirovên ku bi zorê ji cih û warên xwe bûne, ji 136 mîlyonî derbas bûye. Di heman demê de gelheya cîhanê tenê ji sedî 30 zêde bû, lê zêdebûna nifûsa penaberan gihîşt sedî 900î. Bi gotineke din, 25 sal berê ji her hezar kesî du kes di statûya penaberiyê de dijiyan, îro ev hejmar di her hezar kesî de derketiye 16 kesî. Polîtîkayên koçberiyê her ku diçe ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin, li gorî hewcedariyên ewlehî û aborî ji nû ve teşe digirin.”

Alî Dîler di dawiyê de daxwazên torê wiha anî ziman:

  • ⁠ ⁠Divê dawî li nîjadperestî û gotinên li dijî koçberan bê anîn.
  • ⁠ ⁠Divê binpêkirinên mafan ên li navendên vegerê ji aliyê mekanîzmayên serbixwe ve bên kontrolkirin.
  • ⁠ ⁠Divê gihîştina wekhev a penaberan ji tenduristî, perwerde, stargeh û edaletê re bê mîsogerkirin.
  • ⁠ ⁠Divê dawî li xebitandina nexweyî û bêewlehî bê anîn, ji bo hemû kedkaran mafên xebatê yên wekhev bêne dabînkirin.
  • ⁠ ⁠Divê polîtîkayên sînoran ên Ewropa û cîhanê, li şûna tirsandin û dûrxistinê, li ser bingehê rêgezên mafên mirovan û parastina navneteweyî bin.

Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîStenbolTora Piştgiriya Koçber û Penaberan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

21 MIJDAR 2026
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

19 MIJDAR 2026
Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

19 MIJDAR 2026
TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

12 MIJDAR 2026
Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

10 MIJDAR 2026
Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

5 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne