• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Wanê: Girtina rê mafê jiyanê dixe xeteriyê

Wan / AW

28 NÎSAN 2026 - 15:23
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Platfomra Saziyên Demokratîk a Wanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî nevekirina rêya Wan û Colemêrgê da û got: “Gelê Van û Colemêrgê mafê veguhestina ewle û domdar dixwazin. Ev ne tenê veguheztinê asteng dike lê mafê jiyanê dixe xeteriyê.”

 

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê li dijî nevekirina rêya Colemêrg û Wanê ya ji ber hezazê hatiye girtin, li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Rêya Wan û Colemêrgê girtî ye, têkilî qût bûye” hat vekirin. Tevî pêkhateyên platformê endam û rêveberên partiyên siyasî û welatî jî tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxiyaniyê rêveberê Dem Partiyê yê Wanê Yakup Almaç xwand.

Yakûp Almaç di daxuyaniyê de da zanîn ku rêya Wan-Colemergê bi qasî 20 rojan in hatiye girtin. Yakûp Almaç diyar kir ku her çend di van rojên dawî de hat gotin ku bi awayekî bi kontrol ji nû ve çûn û hatin dest pê kirine jî rê hêj nehatiye vekirin û got: “Lê rewşa heyî nîşan dide ku alozî hîn jî bi kûrahî berdewam dike. Piştî hezaza ku di 13ê Nîsanê de li devera Akçalî qewimî, rê demeke dirêj girtî ma. Tevî mudaxeleyan jî, tenê bi rêyek yekalî û bi şertên sînorkirî û demkurt derbasbûn hate pêkanîn.”

‘Ev rewşek e ku mafê jiyanê dixe xeteriyê’

Di berdewamiya axaftina xwe de Yakûp Almaç bal kişand ser mexdûriyata welatiyan û wiha pê de çû: “Rêya Wan û Colemergê girtî ye, welatî neçar dimînin ku bi ser Şirnexê ve bên û biçin û rêyên ku bi asayî çend saetan digirin, heta 9-10 saetan dirêj dibin. Ev tenê pirsgirêkeke veguhestinê nîne, rewşek e ku mafê jiyanê dixe xeteriyê. Aloziyeke berfireh heye ku bi temamî li ser medyayê û raya giştî xuya nake. Divê were zanîn ku girtina rêya bajêr, di heman demê de aboriya bajêr jî hêdî dike û jiyana rojane digihîne asta rawestandinê. Tevî daxuyaniyên rayedaran ku dibêjin xebat berdewam e, dîsa jî ne diyar e ku kengê rê dê bi awayekî ewle û bi tevahî vebe.”

‘Ev daxwaz mafek e ku nayê taloqkirin’

Yakup Almaç da zanîn ku ev alozî ne çarenûs e, encama polîtîkayên desthilatdaran e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Desthilatdarên ku bi çêkirina rêyan berpisyar in careke din nîşan dan ku çawa bajarek bêalternatîf dihêlin. Gelê Wan û Colemêrgê mafê veguhestina ewle û domdar dixwazin. Ev daxwaz mafek e ku nayê taloqkirin. Heta ku çareseriyên mayînde nehatin hilberandin, ev rê tenê xeta veguhestinê nabe, lê dê her dem cîhekî xeter be ku krîzên nû lê çêbibin. Ji ber vê yekê, divê rayedar bi lez planek şefaf ragihînin, ji mudaxeleya demkurt derbas bibin û veberhênanên veguhestinê yên mayînde yên ku herêm salan e li bendê ye, bicîh bikin. Ji ber ku mijar tenê rêyek nîne, lê jiyana mirovan e. Di vê rê de ne tenê li devera hezazê, lê li gelek nuqteyan jî ji ber kêmasiyên binesazî û kêmasiyên teknîk, her sal dehan kes jiyana xwe ji dest didin. Divê bi lez dawî li vê tabloya ku qayimên Wan û Colemêrgê gelê me pê re rûbirû hiştiye bê anîn.”

Etîket: AşûtdaxuyanîgirtihezazPlatfomra Saziyên Demokratîk a Wanêrêya Wan û ColemêrgêYakûp Almaç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Ji ber lehî û hezazan zêdetirîn 100 kes mirin

Ji ber lehî û hezazan zêdetirîn 100 kes mirin

28 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne