• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Şiyar Be li Şirnexê hat avakirin

Şirnex / AW

4 COTMEH 2025 - 14:20
Kategorî: ROJANE
A A
Platforma Şiyar Be ku li hember tiryak û hişbirê têkoşîn dide li Şirnexê hat avakirin.

Bi tevlibûna endamên Plaforma Şiyar Be ya Şirnexê, parlementerên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatiyan li Meydana Komarê avakirina platforma bi daxuyaniyekî deklere kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne jehrê hêviyê himbêz bike” hat vekirin û daxuyanî ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya navendî ya Şirnexê Esma Erener ve hat xwendin.

Esma Erener bal kişand ser pergala kapîtalîst ku civakê ji aliyê ehlaqî ve têk dibe û wiha axivî; “Pergala kapîtalîst; Civakek bêhiş, ji xwe dûrketî, parçebûyî û qelsbûyî armanc dike. Lewre birêvebirina parçeyan ango kesan wekî ku tê xwestin ji rêvebirina civakek yek girtî hêsantir e. Bi vî awayî, kes hêza xwe ya ramanê winda dike û bi darê zorê dikeve nav kesayetî û şêwazên têkiliya ku ji hêla pergalê ve neçar dihêle. Ev pergala bi jehrî digel ku êrîşî hêza civakê dike, wisa jî aliyên civakê yên qels ji xwe re dike hedef. Hêmanên wekî elimandinên hişbir, fihûş û çilvirînê  dizivirîne amûrên êrîşê û bi bandor li dijî civakê bikar tîne. Ev pirsgirêk ne tenê zirarê dide ferd, di heman demê de zerarê dide tevna civakî û hêza berxwedana civakê dişkîne.”

Erener destnîşan kir ku li bajarên Kurdistanê bikaranîna tiryakê ketiya emrê 9an û axaftina xwe wiha berdewam kir; Hişbir û fihûş, amûrên bi kêrhatîne ku civakê ji hundur ve dirizîne û  pergala kapîtalîst û serdest xwe bi van amûran xurt û mezin dike. Bi van amûran, bandorê li hemû beşên civakê dike û yekitiya civakî parçe dike.

Sîstema kapîtalîst tiryakê weke çek bikar tîne; Ji bo civakê ji nirxên exlaqî qut bike û bike civakeke bê vîn, ciwanan dike hedef û vê tiryakê belav dike. Ji ber ku temenê bikaranîna tiryakê li Kurdistanê daketiye 9 saliyê ev yek bi awayekî eşkere nîşan dide ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, di heman demê de pirsgirêkeke pergaliye jî.

Fihûş jî wek tiryakê yek ji sûcên herî mezin ên li dijî rûmeta mirov û civakê ye. Dema ku pergala kapîtalîst laşê mirovan vediguherîne “maşê”, vê hilweşandinê jî wekî rewşek xwezayî nîşan dide. Têkoşîna li dijî fihûşê ne tenê bi tedbîrên cezakirinê di heman demê de bi veguhertineke ber bi koka xwe ve pêkan dibe.”

Erener herî dawî diyar kir ku ji bo li hember pirsgirêkêm tiryak, xizanî, fihûşê divê rêxistinbûyîn pêk were û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Pirsgirêkên wek tiryak, xizanî, fihûş û gendelî ne tenê pirsgirêkên takekesî ne, di heman demê de pisgirêkên pergalî ne. Çareserkirina van pirsgirêkan ji hişmendiya takekesî wêdetir, birêxistinkirina civakî pêwîst e. Em xwe rêxistin bikin, xwe hişmend bikin, xwe azad bikin.”

Piştî daxuyaniyê kesên tevlî çalakiyê bûne li nava bajêr belavokên li hember tiryakê hatine amadekirin belav kirin.

Etîket: avakirindaxuyanîPlatforma Şiyar BeŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne