• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Şiyar Be: Li dijî şerê taybet û hişbirê ‘Rabin!’

Mansur Kuyumcu - Gulizar Turkoz / AW

7 TÎRMEH 2026 - 09:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Platforma Şiyar Be bi dirûşmeya “Li dijî hişbirê ji bo jiyaneke azad û aram rabin!” pêngaveke nû ragihand û bang li hemû pêkhateyên civakê kir ku têkoşîneke hevpar bikin. Endamên Platformê diyar kirin ku li dijî vê siyaseta şerê taybet, çareserî ne xelasiya şexsî ye avakirina komun û rêxistinbûnê ye.

Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be bi dirûşmeya “Li dijî hişbirê ji bo jiyaneke azad û aram rabin!” li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenter, hevşaredar, endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ‘Pengava Rabin’ hate ragihandin û bang li hemû pêkhateyên civakê hat kirin ku li dijî hişbirê plansaziya têkoşîneke hevpar bê amadekirin.
Hevberdevka Platformê Gulşen Demîr û Endamê Platformê Helîm Barîn hurgiliyên pêngavê bi Ajansa Welat (AW) re parve kirin.

‘Madeyên hişbir amûra şerê taybet in’

Endama Platforma Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir Gulşen Demîr bal kişand ser metirsiya bikaranîna maddeyên hişbir û destnîşan kir ku li Kurdistanê temenê bikaranîna hişbirê heta 7 saliyê daketiye û anî ziman ku dewletên kapîtalîst van madeyan wekî amûreke şerê taybet bi kar tînin. Gulşen Demîr wiha got: “Dewlet naxwazin ciwan û zarokên Kurd bifikirin û di nav xebatên rêxistiniyê de cih bigirin; ji ber wê jî hişbir, fihûş û qumarê ji bo wan amûra herî kêrhatî ye.”

‘Em ê li 4 taxên ceribandinê mal bi mal bigerin’

Gulşen Demîr diyar kir ku wan wekî saziyên li Amedê ev platform ava kirine û wan wekî destpêkê li Amedê 4 taxên ceribandinê hilbijartine û ev yek anî ziman: “Em ê li van taxan derî bi derî bigerin, anketan çêbikin û tespît bikin ka çend malbat ji vê tiştê zirar dîtine. Piştî anketan jî em ê bi piştgiriya saziyên demokratîk û saziyên çandê, ji bo zarok û ciwanan xebatên çandî û perwerdehiyê bidin destpêkirin.”

‘Ev pêngav berdewamiya banga Rêber Apo ye’

Endamê Platforma Şiyar Be Helîm Barîn jî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û bang li civakê kir ku li dijî vê jehrê bi rêxistinî têbikoşin û diyar kir ku Platforma “Şiyar Be” nêzî sal û nîvekê ye xebatên xwe bi rê ve dibe û wiha got: “Ev hamleya me wek berdewamiya wê pêngavê ye ku Rêber Apo di 27ê Sibatê 2025an de dabû de stpêkirin. Çimkî azadî û aştî ne tenê mijarên siyasî ne, ev rasterast bi paqijiya civakê re jî têkildar in.”

‘Azadî bi civakeke polîtîk pêkan e’

Helîm Barîn destnîşan kir ku di salên dawî de êrişên şerê taybet ên mîna tiryak, fihûş û qumarê li Kurdistanê pir zêde bûne û anî ziman ku armanca vê siyasetê têkbirina pêşeroja civakê ye û wiha pê de çû: Îro firotina hişbirê wekî tiştekî normal tê nîşandan. Divê azadîxwaz vê rewşê qebûl nekin. Îdiaya me ew e ku azadî tenê bi civakeke xwedî exlaq û polîtîk pêkan e. Ev şerê taybet astengiya herî mezin a li pêşiya avakirina civaka demokratîk e.”

‘Sazî berpirsyariyên xwe naynin cih’

Helîm Barîn da zanîn ku di vê dawiyê de xebatên wan hinekî sist bibûne lê wek dînamîkên civakî ew dîsa hatine cem hev û hewcedarî bi hamleyeke nû dîtine û axaftina xwe wiha domand: “Ev têkoşîn tenê bi hişyarkirinê bi ser nakeve, divê em bikevin nav liv û tevgerê. Çi saziyên sivîl çi yên dewletê bin, ger berpirsiyariya xwe neynin cih, em ê wan teşhîr bikin. Piştî erdhejê li Baglarê gelek avahiyên kavil bûne cihê hişbirê. Li derdora dibistanan ev jehr bi rehetî tê firotin û dewlet kontrol nake. Em şaredariyên jî rexne dikin: divê parqên tarî û tehrîbkirî zû werin ronîkirin û serrastkirin’

‘Çareserî rêxistîbûn e’

Helîm Barîn di dawiyê de bal kişand ser nûçeyên Ajansa Mezopotamyayê yên derbarê çeteyên ku ciwanan dikin hedef û destnîşan kir ku xelasiya şexsî ne gengaz e û banga xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Kesên vê xirabiyê dikin pir bi rêxistinkirî dixebitin; li dijî wan divê em eniyeke xurt ava bikin. Gelek mirov aciz in lê ditirsin. Em bang li gelê xwe dikin; Li tax û kuçeyên xwe komunên xwe ava bikin, xwedî li derdora xwe derkevin û dengê xwe bilind bikin. Heke saziyek karê xwe kêm bike, herin li ber deriyê wê rexneyên xwe bînin ziman.”

Etîket: Gulîzar TurkozGulşen DemîrHelîm Barînhişbirmansur kuyumcuPlatforma Şiyar BePlatforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Betiryak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026
Ekîbên gerok li dijî tiryakê dê mal bi mal bigerin

Ekîbên gerok li dijî tiryakê dê mal bi mal bigerin

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne