• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Ked û Demokrasiyê: Komkujiyê nas bikin 

Amed / AW

16 ADAR 2025 - 17:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Qada Şêx Seîd daxuyanî da û komkujî şermezar kir.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi minasebeta 37emîn salvegera komkujiya Helebceyê li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî da. Hevseroka DBPê ya Amedê Sûltan Yaray, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer rêveberên DBP û DEM Partiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê di daxuyaniyê de pankarta “Helebce Nayê Jibîrkirin” vekirin. Beriya daxuyaniyê bidin ji bo kesên di komkujiyê de hatin kuştin deqîqeyekê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Mehmet Oktay daxuyanî xwend. Mehmet Oktay, anî ziman ku êrîşa kîmyayî weke binpêkirina mafên mirovan di asta cîhanê de kete rûpelê dîrokê û wiha got: “Îro 16ê Adarê ye. Di ser komkujiya Helepce ya 16ê Adara 1988an re 37 sal borîn. Pêwist e êrîşa bi çekên kîmyewî ya di 1988an de ji aliyê rejîma Iraqê ve, di bin serokatiya Sedam Husên de li dijî gelê Kurd li bakurê Iraqê pêk hat, di dîroka cîhanê de wek yek ji tawanên herî hovane yên li dijî mirovahiyê bê bibîranîn. Ev komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de ne tenê hewldaneke qirkirina nijadî ya li dijî Kurdan bû. Di heman demê de veguherî yek ji mezintirîn êrîşên kîmyewî ya binpêkirina mafên mirovan a li ser asta cîhanê û kete rûpelê dîrokê.”

Mehmet Oktay, destnîşan kir ku piştî komkujiyê jî ji ber bandora gazê gelek kesan jiyana xwe dest dan û got: “Di 16ê Adara 1988an de bajarê Helebce ji aliyê artêşa Iraqê ya di bin fermandariya Sedam Husên de bi çekên kîmyewî hate bombekirin û bi hezaran welatiyan bi awayekî hovane jiyana xwe ji dest dan. Ev çekên kîmyewî li dijî jin, zarok, kal û pîr û sivîlên bêparastin hat bikaranîn. Bi hezaran kes di cih de jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran jî bi giranî birîndar bûn. Nêzî 3- 5 hezar welatî hatin kuştin. Bi deh hezaran welatî jî nexweş ketin.”

Hêzên navdewletî bersiva bêwist neda Seddam Husên

Mehmet Oktay xwest hemû sucdar di dadgeha qada Navdewletî de bêne cezakirirn û got: “Komkujiya Helebceyê ji pirsgirêka siyaseta navxweyî ya Iraqê zêdetir pirsgirêka qada navdewletî ye. Hêzên navdewletî bersîva pêwist neda Seddam Husên. Hêj Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên navneteweyî ev sûcê mirovahiyê wekî komkujî (jenosîd) qebûl nekiriye.”

Divê qada navdewletî Komkujiyê nas bikin

Hevseroka DBPê ya Amedê Sultan Yaray jî diyar kir ku komkujî tu carî nayê jibîrkirin û got: “Di ser komkujiya Helepceyê re 37 sal borîn. Çiqas sal derbas bibin jî em ji bîr nakin. Em bang hêzên navneteweyî dikin ku vê komkujiqê nas bikin û wekî sûcê li dijî mirovahiyê qebûl bikin.”

Etîket: Mehmet OktayPlatforma Ked û DemokrasiyêSultan Yaray
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: 1ê Îlonê em li qadan in

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: 1ê Îlonê em li qadan in

27 TEBAX 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

4 HEZÎRAN 2026
 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

25 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne