• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

Amed / AW

25 GULAN 2026 - 13:41
Kategorî: ROJANE
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê ‘Betalkirina Teqez’ a ji bo CHPê hatiye girtin de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniyê de hat gotin ku di vê pêvajoya krîtîk de ku pêdiviya welat bi bangên Aştî û Civaka Demokratîk heye, tişta em jê re hewcedar in, têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê ‘Betalkirina Teqez’ a ji bo CHPê hatiye girtin de li Parka Roboskiyê ya li Dîclekenta Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û nûnerên platfromê, saziyên sivîl, siyasetmedar û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endamê platformê Behçet Barut ve hat xwendin.

Behçet Barut da zanîn ku tabloyeke giran a antîdemokratîk xwe daye xuya kirin û wiha got: “Ev tablo ji bo me ne nû ye. Bi dehan sal in siyasetmedarên Kurd bi destê qeyûman ji wezîfeyên xwe yên ku pê hatine hilbijartin hatin dûrxistin. Şaredariyên ku bi dengên gel hatibûn qezenckirin, bi tayînkirina qeyûman îradeya gel hat desteserkirin; siyasetmedarên hilbijartî, parlamenter û hevserokên şaredariyan bi dehan salan di girtîgehan de hatin girtin, hatin darizandin û hat xwestin ku werin bêdengkirin. Tevî biryarên berdanê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên ji bo Demîrtaş, ew hîn jî di girtîgehê de tê girtin. Bi hezaran şaredar, endamên meclîsê û rêveberên partiyan ên hilbijartî hatin darizandin. DBP, HDP û HEDEP bi dozên girtinê û fişarên siyasî gelek caran hatin dorpêçkirin. Tevî van hemûyan jî gel nehat bêdengkirin û têkoşîn bidawî nebû. Biryarên Dadwerî Tehdîda Li Ser Pêşeroja Demokratîk in. Em mudaxeleyên darazê yên li ser partiyên siyasî tenê wekî meseleyeke partiyekê nabînin. Ev mudaxele gefek li ser pêşeroja demokratîk a welêt e. Îro heman rêbaz li dijî CHPê jî tên bikaranîn.”

 

‘Pêkanînên antîdemokratîk baweriya civakê ya bi demokrasiyê hejandiye’

Di daxuyaniyê de Barut anî ziman ku dadgeh li gorî telîmatên siyasî biryaran hildiberînin û wiha pêde çû: “Li ser îradeya ku bi hilbijartinê hatiye qezenckirin qeyûm tê tayînkirin. Ev rewş hiqûqê vediguherîne amûreke fişarê û bi awayekî fiîlî hewl dide muxalefetê tune bike. Biryara ‘Betalkirina Teqez’, ragihandina fermî ya wê yekê ye ku li vê pênûsê êdî ewlehiya hiqûqî ya tu sazî, tu kes û tu îradeyeke siyasî nemaye. Bi darê zorê yê polîsan, bi gaz û gopalan avêtina ser avahiya navenda giştî, tê wateya binpêkirin û tepisandina muxalefetê bi rêya şîdetê. Dema ku pirsgirêk dikaribû bi vekirîgirtina kanalên diyalog û lihevkirinê bihata çareserkirin, dîmenên ku derketin holê derb li siyaseta demokratîk xist û civak hîn bêtir polarîze kir. Ev pêvajoya ku tê xwestin bi destê darazê were sêwirandin û muxalefetê vediguherîne amûreke fişar û tasfiyeyê, derbeke mezin li aştiya civakî xistiye. Di van rojên ku em behsa pêvajoya aştî û civaka demokratîk dikin de, pêkanînên antîdemokratîk ên ku diqewimin, baweriya civakê ya bi demokrasiya li welat hejandiye. Di welatekî ku demokrasî lê tune be û derbe li demokrasiyê hatibe xistin de, avakirina civaka demokratîk û komara demokratîk wê bikeve xetereyê.”

Her wiha Behçet Barut destnîşan kir ku ew li dijî pêkanînên bêdeng namînin û wiha dawî daxuyaniya platformê anî: “Ji ber vê yekê, îro li hemberî vê êrîşa qeyûman a li ser CHPê, em nikarin bêdeng bimînin û tenê temaşe bikin. Em ê li hemberî pêkanînên faşîst bêdeng nemînin. Di têkoşîna Ked, Demokrasî û Aşitiyê de em bi êrîşên mezin û berdêlên mezin re rû bi rû man. Li hember kê dibe bila bibe em ê li dijî êrîşên bi vî rengî bêdeng nemînin. Bi milyonan mirovên ku di nav xizanî û bêçaretiyê de têne mêtin hene û li aliyê din ve kêmneteweyeke biçûk heye ku ji vê sefaletê feydeyê werdigire. Bedela gotina gotinekê, birêxistinbûnê û kirina siyaseta demokratîk; lêpirsîn, doz û girtîgeh e. Banga Têkoşîna Hevpar û Aşitiya Civakî Gelê me yê hêja, Demokrasî mafê birêxistinbûna gel e, azadiya raman û xweîfadekirinê ye, têkoşîna sendîkayî ye, daxwaza wekheviyê ya jinan e, têkoşîna pêşerojê ya ciwanan e û vîna gelan a ji bo jiyana bi hev re û di nav aşitiyê de ye. Ev pêla êrîşê çi CHPê, çi jî partiyeke din bike hedef, em siyaseta demokratîk diparêzin. Em bi dehan salan e vê têkoşînê dimeşînin. Em bi tenê meşiyan, me berdêl da, lê me dev jê berneda. Îro ev têkoşîn, têkoşîneke hevpar e. Tu kes nikare darazê, hêzên ewlehiyê û derfetên dewletê ji bo afirandina civakeke bê muxalefet bi kar bîne. Di vê pêvajoya krîtîk de ku welat pêdiviya wî bi bangên Aştî û Civaka Demokratîk heye, tişta ku em jê re hewcedar in, têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye.”

Daxuyanî piştî dirûşm û çepikan bi dawî bû.

 

Etîket: AmedBehçet BarutBetalkirina TeqezCHPPlatforma Ked û Demokrasiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne