• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê şer bê rawestandin

Êlih / AW

23 ÇILE 2026 - 18:21
Kategorî: ROJANE
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê li dijî êrişên ku li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin daxuyanî da û got: “Em bang li raya giştî ya demokratîk, parêzvanên mafên mirovan û hemû komên civakî yên têkildar dikin ku li hember êrîş û binpêkirinên mafên mirovan bisekinin. Ji bo ku mafên gerdûnî yê gelê Kurd bê naskirin divê şer bê rawestandin.”

 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî êrişên ku li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin de daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Rêxistina DEM Partiyê, DBPê, TJAyê, ARÎ-DER, Navenda Çandê ya Baharê, Egîtîm Sen, MEBYA-DER, TAUY-DER, ÎHD û OHD tev li daxuyaniyê bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibû pankarta “Gelê Rojava ne bi tenê ye” hiligirtin û li ser dovîzan “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî, bi aştiyê pêk tê”, “Li Rojava komkujî pêk tê”, “Bijî yekîtî” û “Rojava ne bi tenê ye” hatin bilindkirin. Her wiha girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedanan Rojava”, “Rojava rûmet e rûmeta gelê Kurd e” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê Egîtîm Senê Ramazan Bîlmez ve hate xwendin.

Metna daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Şerê çekdarî ku ji sala 2011an vir ve didome hemû mafên jiyanê û şert û mercên ewlehiya sivîlan binpê dike. Ev yek bûye sedema wêrankirina mirovahiyê û koçberiya bi darê zorê. Binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirovan her roja ku diçe xerabtir dibe. Di demên pevçûnên dijwar de Kurdan bi her awayî parastina xelkên sivîl û parastina mafê xwe yê jiyanî kiriye. Kurd li dijî êrişên DAIŞê yên ku sivîlan hedef digirtin, roleke mezin lîstine. Di vê pêvajoyê de, gelê Kurd ne tenê ji bo parastina hebûna xwe têkoşiyane. Hêza Kurd ji bo pêşeroja hevpar û ewle ya hemû gelên herêmê li dijî komên çekdar parastiye. Ev bûyer careke din nîşan dide ku aştiyeke mayînde ne bi rêya zordarî, înkar û rêbazên leşkerî ye. Bi rêya diyalogê li ser bingeha mafên mirovan, garantiyên qanûnî û prensîba hemwelatîbûna wekhev mumkun e.

Divê binpêkirinên mafên mirovan bêne rawestandin

Lli seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî dijwar diqewime. Em bang li civaka Navneteweyî û bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên girêdayî wê dikin. Da ku pêşî li êrişan bigirin û berpirsiyar hesab bidin. Divê mekanîzmayên çareseriyê û saziyên berpirsiyar ên li dijî komkujiyan çalak bikin. Pratîka danûstendin a bi aktorên Kurd re li ser bingeha hevsengiyên siyasî û jeopolîtîk ên demkî bêne xurtkirin û binpêkirinên mafên mirovan bêne rawestandin.

‘Divê şerê li herêmê bê rawestandin’

Avakirina rêziknameyên civakî û siyasî li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, dabeşkirina biedaletî û mafên mirovan e. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk, parêzvanên mafên mirovan û hemû komên civakî yên têkildar dikin ku li hember êrîş û binpêkirinên mafên mirovan bisekinin. Divê hêzên navneteweyî şerê li dijî Kurdan bidin rawestandin û bêdeng nemînin û berpirsiyariya avakirina Sûriyeyek demokratîk bigirin ser xwe. Ji bo ku mafên gerdûnî yê gelê Kurd bê naskirin divê şerê li herêmê bê rawestandin.”

Etîket: daxuyanîÊlihplatformşer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

25 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne