• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Jinan a Wanê: Piştgiriyê bidin doza Dr. Ayşe Ugurluyê

Wan/ AW

14 NÎSAN 2026 - 14:21
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Wan – Platforma Jinan a Wanê, ji bo dr. Ayşe Ugurlu a ku ji ber xwendina metneke daxuyaniyê ji kar hatiye dûrxistin, daxuyaniyek da û ji bo piştgiriya dozê banga tevlibûna danişîna wê ya ku dê sibê li Enqereyê bê lidarxistin, kir.

 

Platforma Jinan a Wanê, ji bo Dr. Ayşe Ugurlu a di Gulana 2025an de ji karmendiya dewletê hatiye derxistin û bi hinceta “heqaret li meqama serokkomariyê kiriye” derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin, li pêşiya Aydin Perîhanoglû AVMê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin” hat vekirin û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hat berzikirin. Tevî endamên platformê gelek jin tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wek ‘tevgerên rûreş’ hatiye hesibandin

Li ser navê platformê endama TÎHVê Ayfer Şahîn Bîlîcî metna daxuyaniyê xwend. Ayfer Şahîn Bîlîcî ku behsa dahatuya bijîşkiya Ayşe Ugurluyê kir, peywirên wê yên di kom û komeleyên mafên mirovan de bi bîr xist. Ayfer Şahîn Bîlîcî diyar kir ku Ayşe Ugurlu di sala 2023an de di çalakiyeke Platforma Jinan a Enqereyê de metna daxuyaniyê xwendiye û ji ber vê metnê bi hinceta “rûmet û hurmeta meqamê Serokkomariyê dipelçixîne, rencîde dike û heqaretê dihewîne” derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ayfer Şahîn Bîlîcî anî ziman ku Ayşe Ugurlu di sala 2025an de ji karmendiyê hatiye dûrxistin û got: “Serokatiya Lijneya Teftîşê ya Wezareta Tenduristiyê di 7ê Nîsana 2025an de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin û bi hinceta ‘tevgerên rûreş û fedîkar ên ku bi rewşa memurtiyê re neguncav’ daxwaza derxistina wê ya ji karmendiya dewletê kir.”

‘Rexnekirina meqamên giştî azadiya ramanê ye’

Ayfer Şahîn Bîlîcî destnîşan kir ku wezaretê tenê bi lêpirsîna îdarî nehesiyaye û bi hinceta “heqaret li Serokkomar kiriye” serlêdana sûc jî kiriye. Ayfer Şahîn Bîlîcî da zanîn ku di civakên demokratîk de, rexnekirina meqamên giştî beşeke xwezayî û rewa ya azadiya îfadeyê ye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Li Tirkiyeyê sûcê ‘heqareta li serokkomar’ her ku diçe wekî amûreke sînordarkirina azadiya raman û îfadeyê tê bikaranîn. Her wiha, di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku bi vîna hevpar a platformekê hatibe amadekirin, tenê hedefgirtin û cezakirina kesê/a ku metnê dixwîne nayê qebûlkirin.”

‘Piştgiriyê bidin danişînê’

Ayfer Şahîn Bîlîcî di dawiya axaftina xwe de banga tevlibûna doza Ayşe Ugurluyê kir û got: “Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Em li gel Dr. Ayşe Uğurlu ne. Em daxwaz dikin ku sûcdariyên di doza li dijî Ayşe Uğurlu de di zûtirîn demê de werin betalkirin. Em bang li raya giştî dikin ku di dîroka 15.04.2026an de, saet di 10:00an de, li Dadgeha Cezayê ya Asliyê ya 80yemîn a Edliyeya Sîhhiyeyê piştgiriyê bidin danişîna dozê.”

Daxuyanî bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

 

Etîket: Ayfer Şahîn BîlîcîAyşe Ûgûrlûdaxuyanîdurxistina ji karkarmendîpiştgiri
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne