• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

Navenda Nûçeyan / AW 

14 HEZÎRAN 2025 - 17:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
PJAKê têkildarî şerê di navbera Îsraîl û Îranê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha got: “Dê têkoşîna demokratîk a gel û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ azadiyê bîne Îranê.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî êrişên Îsraîl bo Îranê daxuyaniyek da. PJAKê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li hemberî hemû çewisandin û êrişên kuştinê, di çarçoveya parastina rewa de, parastina gelê Rojhilat û gelên Îranê erka wan e.

PJAKê bang li hemû xelkê Îran û yê Rojhilatê Kurdistanê kir ku xwe di nava rêxistinên girseyî yên demokratîk de bi rêxistin bikin û bi hevgirtinê bandorên wêranker ên şer, li ser hev kêm bikin.

Berfirehiya daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Ji duh 13ê Hezîrana 2025an ve, Îsraîl êrişên giran li ser navendên atomê, leşkerî û fermandarên Îranê destpêkiriye, bi taybet li ser navend û kesayetên ser bi artêşa Pasdaran. Êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê, ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê yên kujer têrê nake. Ev şer derba dawî ya sîstema desthilatdar a cîhanê ye li dijî desthilata Îranê ye û heta ku egera gef û bandorên rejîmê bi tevahî ji holê neyên rakirin, dê berdewam bikin. Bê guman, ev ne pêvajoyek dem kurte û beşek girîng a pêkanîna projeya Rojhilata Navîn a Nû ye ku encama polîtîkayên darvekirin, tepeserkirin, cudakarî, gendelî û wêrankirinê ye. Kêfxweşiya gelê Îranê ya ji ber lewazbûna rejîmek wiha, nayê wê wateyê ku civaka Îranê hemû hêviyên xwe bi encamên şerekî wiha ve girêdaye. Ev şer şerê desthilatdariyê û pevçûna berjewendiyên di navbera hêzan deye, ne şerê rizgariya civakan û netewane. Ev şer bêyî ku li êş û azarên gelên Îranê binêre, di encama siyasetên êrişkar û berfireh ên Komara Îslamî de derket holê.

Baca şerxwaz a desthilatdarên Komara Îslamî di stûyê wan kesên ku destê wan di qeyranên civakî û aborî de ne ye. Hejmara zêde ya qurbaniyên sivîl bi taybetî jin û zarok yên di êrişên Îran û Îsraîlê de wê rastiyê nîşan dide ku desthilat ti giringiyê bi jiyana xelkê nade. Gel û civakên Îranê ne neçarin ku di navbera du bijardeyên şer û desthilata dîkdator de bimîne û qebûl bike. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ji bilî dijbertiya ferzkirina şer li ser gelên Îranê de, tekeziyên li ser têkoşîna demokratîk a gelan dike. Yaku azadiyê dike asoya siberoja gelên Îranê têkoşîna demokratîk û şoreşa newaze ya Jin, Jiyan Azadiye. Bê guman ji bo bidestxistina şoreşa demokrasiya gelê me, yekgirtin, hevkariya tevayî kesayetên azadîxwaz, hêzên demokratîk û têkoşerên gelan, jinan û nasnameyan pêwîste. Hevkariya partiyên Kurd gelek giringe ku ji têgeha desthilatdariya partiyê derbasî rêveberiya gelê Kurdistanê bibe. Em divê qonaxa hestiyar de vê yekê wek erkeke dîrokî dibînin. Em daxwaza hevkariyê ji hemû hêz, partî û rêxistinên sivîl dikin ku bi serkirdayetiya jinên Îranê dest bi qonaxek nû ya şoreşa jin jiyan azadî bê kirin. Em amadebûna xwe ya ji bo vê yekê jî radigihînin. Li gor me ji bo derbasbûna komara demokratîk a Îranê pêwîstî bi guherînên fikrî û dûrketina ji desthilatxwaziya nasyonalîzim, zilamsalarî û navendîbûnê heye. Ev ji bo gelên Îranê take bijardeya siberojek aram û demokrasiyê ye.

Li hemberî hemû çewisandin û êrişên kuştinê, di çarçoveya parastina rewa de, parastina gel û gelên Îranê erkek meye. Em bang li hemû xelkê Îranê bi taybet jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê dikin ku xwe di rêxistinên girseyî yên demokratîk de birêxistin bikin, bi hevgirtinek tam bandorên wêranker ên şer, li ser hev kêm bikin.

Ji bo piştgiriya qurbaniyên şer komîteyên herêmî, ji bo rizgarkirina birîndaran komîteyên alîkariya darayî, her wiha avakirina rêveberiyên herêmî û dûrxistina kirêgirên hikûmetê ji ber bandora wan ya li ser welatiyan, dikarin gavên girîng ji bo avakirina civakek xweser û demokratîk bavêjin. Divê rewşê de em bang li hemû welatparêz, azadîxwaz û endamên partiya xwe dikin ku alîkar bin.”

Etîket: ÎranÎsraîlpevçûnPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026
Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne