• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PJAK: Parastina ziman, bidestxistina beşek ji azadiyê ye

Navenda Nûçeyan /AW

20 SIBAT 2026 - 13:53
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
PJAKê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Parastina ziman û nasnameya neteweyî ya Kurdî beşek girîng a têkoşîna me ye.”

Li Kurdistan û gelek deverên cîhanê Kurd û xemxurên Kurdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bi çalakiyên cihereng hişmendiya Kurdî ava dikin û ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û xwedî statû meş û daxuyaniyan li dar dixin.

‘Polîtîkayên tunekirina neteweye Kurd didomin’

Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyanî da. PJAK destnîşan kir ku dewletên serdest li her çar aliyên Kurdistanê polîtîkayên tunekirina çandî didin meşandin û wiha got: “Neteweya Kurd bi tunekirina çandî ya berdewam re rû bi rû ye. Di vê rewşê de, parastina ziman û nasnameya neteweyî ya Kurdî beşek girîng a têkoşîna demokratîk û azadiyê ya neteweya me ye ku wê heta bidestxistina armancan dewam bike.”

PJAK diyar kir ku axaftin û perwerdehiya bi zimanê dayikê di tevahiya jiyanê de mareke rewa ye û ev tişt hatin gotin: “Ji ber ku ew mafekî xwezayî û rewa ye. Mixabin, em di serdemekê wiha de ne ku ji ber astengiyên jiyana bi zimanê dayikê û parastina mafên zimanî, tenê rojek hatiye veqetandin. Wek PJAK em vê rojê pîroz dikin û teqez dikin ku pêwîst e li ser bingeha baweriyên xwe, bi zimanê dayikê ev roj were pêşwazîkirin.”

‘Şerê 3yemîn ê cîhanê li Kurdisatnê didome’

PJAK da zanîn ku ji bo parastina hebûna zimanê Kurdî têkoşînek tê dayîn û wiha got: “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, ku navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, berdewam dike û ev dewlet hewl didin ku qonaxa dawî ya şerên xwe yên qirkirinê bimeşînin. Dewletên serdest ên li her çar beşên Kurdistanê siyasetek înkarkirinê wisa pêşxistibûn ku di sedsala bihurî de, Kurdistan bû cihê şerekî berdewam û jenosîdek berfireh.”

‘Statuya zimanê yek ji armanca sereke ye’

Di berdewama axaftina xwe de PJAKê bi bîr xist ku li dijî nasnameya Kurd êrişên hovane û nijadperest hene û wiha pê de çû: “Îro, Rêber Apo di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de bi aqilane karekterekî siyasî û rêxistinî girtiye û bi rêya prosedûra siyasî ya ‘entegrasyona demokratîk’ ew formule kiriye. Di vê pêvajoyê de daxwaza naskirina fermî ya zimanê dayikê ji bo gelê me û hemû neteweyên din yek ji armancên sereke ne. Hêzên înkarker nikarin bi gefên şer û çavtirsandinê, her wiha bi polîtîkayên nû yên tunekirinê, neteweya Kurd ji têkoşîna wan dûr bixin. Bê guman, xeterî bi temamî bi dawî nebûne, divê têkoşîna çandî ya neteweya me bi têkoşîna siyasî re were yek kirin da ku bigihêje armancên azadîxwaziyê. Bidestxistina mafên siyasî rêbazek bingehîn e ji bo misogerkirina mafên çandî û zimanî yên neteweya Kurd.”

‘Kurd demeke dirêj bi têkoşîna înkarê ve enerjî xerc kirin’

PJAKê da zanîn ku îro Îran û Tirkiye ji pêvajoyeke girîng de derbas dibe û wiha got: “Divê pêvajoyeke nû destpê bike û mafên siyasî û çandî yên Kurdan bi fermî werin naskirin. Gelê me divê di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de li gel neteweyên din statuyek siyasî bi dest bixe. Piştî Şoreşa sala 57an, mafên Kurdan bi taybetî mafê jiyan, perwerde û bikaranîna zimanê xwe yê dayîkê hatin binpêkirin. Beşek girîng ji enerjiya neteweya me, ku diviyabû ji bo pêşketinên din bikira xerckirin, ji bo şerê li dijî siyaseta înkarê hate bikaranîn. Gelê me bi rêya rêxistin û navendên sivîl û çandî li Rojhilatê Kurdistanê ji bo perwerde, pêşxistin û parastina zimanê Kurdî têkoşîneke girîng daye. Em van çalakiyan wekî têkoşînên çandî yên hêja dibînin û rêzê li wan digirin ku di encamê de zimanê me tê parastin.”

‘Hebûn hat qebûlkirin, divê maf bên qebûlkirin’

Di berfirehiya daxuyaniya xwe de PJAKê bi bîr xist ku Kurdan hebûna xwe dane qebûlkirin û derbarê bicihanîna mafê xwe yên siyasî û çandî wiha got: “Kurd gihîştine qonaxa bicihkirina mafên xwe yên siyasî û çandî. Îro, hewl û têkoşîna neteweya me di rêya bicihkirina mafan di destûrên bingehîn de ye. Guman tune ku afirandina cîhanek demokratîk bêyî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ne gengaz e. Bêparkirina Kurdan ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê li ser bingeha siyaseta hilweşandinê nîşana hilweşîna mafên herêmî û navneteweyî ye.”

‘Parastina ziman erka me hemûyan e’

Di dawiya axaftina xwe de PJAKê Roja Zimanê Dayikê li hemû cîhanê û gelê Kurd pîroz kir û wiha derbirî: “Em bang li neteweya xwe dikin ku hewlên xwe yên ji bo parastina zimanê Kurdî zêdetir bike. Divê her mal û her der bibe dibistanek ji bo perwerde û parastina zimanê Kurdî. Ev erk û berpirsyartiya me hemûyan e. Bi parastina zimanê Kurdî, em dikarin mafên çandî bi pêş bixin û biparêzin. Parastina zimanê Kurdî beşek ji azadiyên me ye. Bijî civakeke azad.”

 

 

Etîket: 21ê sibatedaxuyanîPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne