• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pezeşkiyan: DYAyê xiyanet kir

Navenda Nûçeyan/ AW

7 GULAN 2026 - 15:35
Kategorî: CÎHAN, ROJANE
A A
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê axivî û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) bi xiyanetê sûcdar kir.

Mesûd Pezeşkiyan bi rêya telefonê bi Emmanuel Macron re axivî û bi zimanekî tund DYA rexne kir. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokkomariya Îranê ve hate weşandin, Mesûd Pezeşkiyan helwesta Washingtonê bi gotina “xiyanetê” sûcdar kir û wiha hat gotin: “Washington ji dîplomasiyê dûr ket û berê xwe da rêya gef, zext û pêkanînan. Ji ber vê yekê jî Îran nikare baweriya xwe bi DYAyê bîne.”

Rêveberiya Tehranê diyar kir ku bi DYAyê re du caran pêvajoya danûstandinê hate destpêkirin, lê belê her du caran jî di dema pêkhatina hevdîtinan de êrişên leşkerî li hemberî Îranê hate kirin. Serokatiya Îranê got: “Ev helwest dişibe xiyanetê.”

Pezeşkiyan bi dewamî anî ziman ku muzakereyên jinûve li ser vekirina Tengava Hurmuzê, tenê dema ku dorpêça DYAyê ya deryayî bi dawî bûye, dikare pêk were.

DYA: Em gihîştin armanca xwe

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYAyê Tommy Pigott jî îdîa kir ku di çarçoveya Operasyona Epic Fury de ew gihîştine armancên xwe. Pigott ji qenala Al Jazeera ya ji Qatarê re axivî û îdîa kir ku hêzên Îranê di asteke girîng de hatine lawazkirin.

Pigott her wiha destnîşan kir ku ti welat nikare biryarê bide ku wê kî yê rêyên deryayî yên navneteweyî bi kar bînin.

Pigott anî ziman ku Serokê DYAyê Donald Trump çareseriya dîplomatîk tercîh dike û got: “Trump di mijara ku divê Îran ti carî nebe xwedî çeka nukleerî gelekî cidî ye.”

‘Ne tê astengkirin ne jî amûreke şantajê ye’

Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî daxuyanî da radyoya RTLê û anî ziman ku Tengava Hurmuzê “Nirxê hevpar ê mirovahiyê. Tengavek ne dikare bê astengkirin ne jî weke amûreke şantajê bê bikaranîn” û diyar kir ku heta tengav girtî be divê ti ji danekirinên li ser Îranê neyên rakirin.

Wezîrê Fransayê her wiha got, keştiya balafiran Charles de Gaulle ber bi herêmê ve diçe û diyar kir ku ev yek sekna parastinê ya Fransayê xurt dike.

Swîsre: Ji bo malovaniyê em amade ne

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê Mélanie Gugelmann jî anî ziman ku welatê wê ji bo hevdîtinên gengaz ên navbera DYE û Îranê amade ye ku mazûvaniyê bike.

Gugelmann ji ajansa nûçeyan a Rus TASSê re axivî û got: “Swîsre her tim amade ye ku piştgiriyê bide hewldanên dîplomatîk ên bi nêta baş.” Tê gotin, Cenevre dikare bibe yek ji navendên muzakereyeke gengaz.

Etîket: axftina telefonêSerokkomarê Fransayê Emmanuel MacronSerokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Pezeşkiyan gef li Amerîkayê xwar

Pezeşkiyan gef li Amerîkayê xwar

13 ÎLON 2026
Donald Trump metna lihevkirina bi Îranê re îmze kir

Donald Trump metna lihevkirina bi Îranê re îmze kir

18 HEZÎRAN 2026
Wezîrê Karanê Teberî yê Fransayî: Ez biserûber Ebdî reyde pêvînayîşan kena

Barrot: Em hewl didin mafên Kurdan mîsoger bikin

29 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne