• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê dest pê kir

Amed / AW

18 COTMEH 2025 - 15:43
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Li Amedê bi sedan nivîskar weşanger û xwîner li hev kom bûn, peyama “Divê qedexekirina pirtûkan bi dawî be û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê” dan.

Bi hevkarîya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê , DTSO û TUYAP Fûarcilik û YEW-KURDê (Yekîtiya Weşanxaneyên Kurdî) 9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê li Navenda Fuara Mezopotamyayê dest pê kir.

Hevserokên YEW-KURDê Asya Genim û Hakki Boltan, Rêveberê Giştî yê TUYAPê Îlhan Ersozlu, Serokê Yekîtiya Weşanxaneyên Tirkiyeyê Kenan Kocaturk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, wekîlê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, cîgirê Waliyê Amedê û gelek saziyên din di vekirinê de cih girtin.

‘Civakek ku xwendin û nivîsa wî qedexeye’

Hevseroka YEW KURD Asya Genim a ewilî axivî wiha got: “Civakeke ku wisa bifikirin ku xwendin û nivîsandina wê hatiye qedexekirin. Weşangeriya Kurd xwe ji tunebûnê avakiriye. Li hemû deverên cîhanê dewlet piştgiriya weşanxaneyan dike, lê Kurdî ji vê yekê bêpar e. Em ji xwe bawer in, divê bazarek me ya xwendin û nivîsandinê hebe. Ji bo vê jî divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Divê em rastiyê biaxivin. Hîn jî pirtûkên Kurdî tên qedexekirin, ev helwesta zordar neexlaqî ye. Weşangeriya Kurd niha li ber xwe dide. Em ji xwe bawer in û bi hev re ne. Me Mîr Celadet Elî Bedîrxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Melayê Cizîrî bi hemd xwend û em li ser şopa wan in.”

“Divê pirrengîya çandan bê parastin”

Piştî Asya Genim, Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê Kenan Kocaturk axivî û got: “Ji bo pêşerojê divê em li mîrateya Amedê xwedî derkevin. Li vî welatî qedexekirina pirtûkan neqediya ye. Ez bi xwe ji xala 301ê hatim darizandin. Divê êdî hişmendiya qedexekirinan bi dawî be. Divê pirrengiya çandan were parastin. Dewlet bêyî ku asteng bike, divê xizmetê bide.”

“Zimanê me çima hat qedexekirin”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî piştgirî da axaftina Asya Genim û got: “Birêz Asya Genim rastiyeke vî welatî anî ber çavan. 12 hezar salan li vir jiyanek hevpar hebû, kesî zimanê kesî qedexe nekir. Lê vê sedsala dawî de çima zimanê me hat qedexekirin? Ji bo perwerdeya Kurdî dê kengî gav were avêtin. Divê em li keda xemxûrên zimanê Kurdî derkevin.”

Pêşengeha pirtûkan dê heta 26 Cotmehê bi panel û îmzekirina pirtûkan berdewam bike.

Etîket: 9emîn Pêşengeha Pirtûkan a AmedêDTSOSaredariya Bajare Mezin a AmedeTÛYAP FûarcilikYEW-KURD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

2 COTMEH 2026
Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

1 COTMEH 2026
‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne