• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

Wan / AW

14 KANÛN 2025 - 17:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya Şaxa ÎHDê ya Wanê panela “Aştî û Çareseriya Pêvçûnan” hat lidarxistin. Di panelê de bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk û wiha hat gotin: “Divê li hember xwestekên civakê bersiveke demokratîk bê afirandin.”

Bi pêşengiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê panela “Aştî û Çareseriya Pêvçûnan” hat lidarxistin. Di panelê de hevserokê ÎHDê Mehmet Salih Coşkûn weke moderator, akademîsyen Doç. Dr. Vahap Coşkûn, parêzer Gulan Çağin Kalelî û Sekreterê Giştî yê ÎHDê Dr. Osman Îşçî jî weke axiver tev li panelê bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, hevşaredarên navçeyên navendî yên DEM Partiyê, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), KESK, TMMOB, OHD, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li panelê bûn.

Panel bi axaftina moderator Mehmet Salîh Coşkûn destpêkir. Mehmet Salîh Coşkûn diyar kir ku ji bo aştiyê hewceyî bi pergaleke mafên mirovan heye û aştî edaleteke civakî dixwaze.

Osman Îşçî beriya axaftina xwe bal kişand ser endamên ÎHDê yên li Serhedê hatine kuştin û behsa Rojîn Kabaîş jî kir. Osman Îşçî bi domdarî got: “Mafên mirovan û aştî xwişk û birayên hev in. Ji bo jiyaneke birûmet pêdivî bi mafên mirovan, ji bo mafên mirovan jî pêdivî bi aştiyê heye. Em hemû di çarçoveya mafên mirovan de wekhev in û dema em aştiyê ava dikin divê ne tenê ji aliyekê ve hemû aliyan ve em baldar bin. Di tevahî welat de di bikaranîna mafan de paşveçûnek heye. Ev pêvajoya niha li vir dimeşe mifteya bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan e. Xwesteka me ew e ku divê butçeya 2026an bibe butçeya mafên mirovan.”

‘Tevî pêvajoyê jî kuştinên jinan berdewam dike’

Piştre Gulan Çagin Kalelî axivî û Dîlan Karaman a ku çend roj beriya niha bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî. Gulan Çagin Kalelî da zanîn ku ne tenê mefên mirovan mafên hemû xwezayê jî divê bên parastin û got: “Li Kurdistanê talankirina xwezayê didome û em dê di vê rewşê de çawa behsa perspektîva aştiyê bikin. Tevî vê pêvajoya aştiyê jî kuştinên jinan her roj zêde dibe û belavtir dibe. Di dîroka netew-dewletê de hertim îşkence heye û heta netew-dewlet hebe dê binpêkirina mafên mirovan jî hebe. Çima di pirsgirêka Kurd de evqas binpêkirina mafên mirovan derket holê? Hebûna Kurdan hat qebûlkirin, lê statuyeke fermî nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan pêvajoyek da  destpêkirin û gelê Kurd xwedî li vê pêvajoyê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derket. Lê Dewlet weke ‘Tirkiyeya Bêteror’ pênase dike. Ev yek zimanê mirov nîşan dide û xwedîderketina pêvajoyê jî bandor dike.”

‘Divê ji bo entegrasyona endamên PKKê qanûnên taybet bên derxistin’

Herî dawî Vahap Coşkûn axivî û bal kişand ser guherîna hiqûqî û pêvajoya çareseriyê. Vahap Coşkûn diyar kir ku Tirkiye di warê pêvajoyên çareseriyê de xwedî tecrûbe ye û got: “Gelek caran dewletê bi Abdullah Ocalan û PKKê re hevdîtin kirine. Lê tu carî ev pêvajo bi ser neketin. Sedema vê yekê jî ew e ku bingeheke siyasî nîne. Em dikarin ji mînakên cîhanê yên aştiyê alîkarî bigirin. Divê em piştgiriya demokrasiyê bikin û bizanin ku ev pêvajoya ber destê me gelek biwate ye. Divê em ji bo daxwazên civakê bersiveke demokartîk biafirînin. Divê endamên PKKê bi derxistina qanûnan tev li siyasetê bê kirin û derxistina qanûneke spesifîk çêtir e. Tenê ji bo çekdanîna PKKê û entegreya endamên wê divê qanûnên taybet bên derxistin.”

Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: aştîÎHDPanelpêvajoWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne