• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHDê rapora Girtîgeha Tokatê eşkere kir

Navenda Nûçeyan / AW

2 GULAN 2025 - 14:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxa OHDê ya Rihayê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tokatê rapor amade kir û xwest CPT, TÎHEK û wezaretên edaletê û tenduristiyê peywirên xwe bînin cih.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, rapora xwe ya li ser binpêkirina mafan a li Girtîgeha Tokatê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Hevberdevkê Komîsyonê Serhat Kûrt li civîna li avahiya komeleyê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku wan beriya niha raporên li ser Girtîgeha Tokatê amade kirine û tê dîtin ku pirsgirêk her ku diçe mezintir dibin.

Kurt da zanîn ku ji ber ku ferzkirina lêgerîna dev yên li nexweşxane û revîrê qebûl nakin, girtî ji mafên xwe yên tenduristiyê bêpar tên hiştin û wiha got: “Ji ber vê sedemê, muayeneyên tenduristiyê yên girtiyên 7 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin, tedawiya nexweşên giran tê xerakirin û rewşa wan giran dibe. Ev yek bi awayekî vekirî binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyan û qedexekirina tedawiya li derveyî mirovahiyê ye.” Kurt da zanîn ku çaresernekerina pirsgirêkên tenduristiyê li dijî rûmeta mirovahiyê ye û wiha got: “Li şûna başkirina şert û mercên tenduristiyê, rêveberî tiştîen nemirovane rewa bike. Rêveberiya Girtîgeha Tokatê ji her binpêkirina mafan a li girtîgehê berpirsyar e. Divê rêveberî bi vê hişmendiyê tevbigere.”

Girtiyên nexweş û nexweşiyên wan

Kurt der barê girtiyên nexweş de ev agahî parve kirin: Şukru Abdo (Hîpertansiyon), Cemal Ozguç (Rîska windakirina çav, katarakt heye), Yunus Şimir (Nexweşê dil), Mehmet Tiryakî (Şarapnel di serî de, Tespîta nexweşiya prostatê) Îzbat Orhan, (nexweşê EFM), Suat Oguz (cîger, hipertansiyon, prostat, gastrît), Aydin Degîrmencî (Kansera Kolonê), Mehmet Şîrîn Kaya (damarên çep û rast qût bûne), Hasan Demîrtaş (nexweşê behçet) û Omer Yaman, (70 salî, bi nexweşiya hîpertansiyonê dikeve).

Kurt anî ziman ku ji ber kêmaniya baldariya tibî û şopandina pêwîst nexweşiya girtiyan zêde bûye û wiha got: “Di rêziknameya Nelson Mandela de tê xwestin ku girtî bi heman pîvanê xwedî li xizmeta tenduristiyê derkevin. Lê belê li Girtîgeha Tokatê jî ev pîvan bi cih nayên anîn.” Kurt binpêkirina mafan a ku girtiyên nexweş rûbirû dimînin rêz kir. Kurt got ku divê demildest girtiyên nexweş ên giran bên dermankirin û sewqî nexweşxaneyan bên kirin.

Betalkirin û taloqkirina înfazê

Kurt der barê girtiyên ku înfazên wan hatin taloqkirin û hatin şewitandin de wiha got: “Ji girtiyên di Lijneya Şopandina Îdarî de pirsên siyasî tên kirin û bersivên ku der barê PKK’ê û Birêz Abdullah Ocalan de tên dayîn ji bo dirêjkirina înfazê wek hincet tên nîşandan. Adnan Çelebî 2 caran, Mehmet Sayilgan 5 caran, Ferît Şahîn 6 caran (di lijneya 7’emîn de serbest hatin berdan), Îlhan Talay yek car (di lijneya 2’yemîn de serbest hat berdan) û Kamuran Taş 2 caran înfaz hat taloqkirkin. Înfazên Aydin Degîrmencî û Mehmet Şîrîn Kaya hatine şewitandin.”

Mafên girtiyan tên binpêkirin

Kurt diyar kir ku divê ferzkirina poşmaniyê û pirsên siyasî bên rakirin, dirêjkirinên înfazê bên rawestandin û mafên girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin bên sererastkirin. Kurt hin binpêkirinên mafan ên di rapora 27 rûpelî de cih digirin wiha rêz kir: “Sînordarkirina mafên telefon û banga bi dîmen a girtiyên siyasî yên li saziyên cezayê tên girtin li gorî girtiyên edlî cudakariya li dijî mafên mirovan e. Ji me re hat ragihandin ku lêgerînên li girtîgeha Tokatê gelek caran gihîştine asta tacîza li hemberî girtiyan, pirtûk, weşan û qenalên TV hatine sansurkirin. Sirgûnkirina girtiyan û redkirina daxwazên wan ji bo veguhastina cihên ku malbatên wan lê dijîn mafê rêzdariya jiyana taybet û mafê dermankirinê tên binpêkirin.”

Bang li rayedaran kir

Kurd bang li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Edaletê, TÎHEK û Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê kir ku ji bo binpêkirina mafan berpirsiyariyê bigirin ser xwe û wiha got: “Şert û mercên girtiyên nexweş, şert û mercên fîzîkî yên girtîgehê û muameleya bêhiqûqî ya li ser girtiyan, mafên ku di encama biryarên Desteyên Şopandinê yên Îdarî yên ji ber darvekirinê li saziyên girtî yên înfazê û lêkolîneke bi bandor a îdarî û edlî hatine binpêkirin û divê were dabînkirin Zêdebûna binpêkirina mafan ên li girtîgehan dewam dikin, bang li rayedarên dewletê dikin ku tavilê ji bo avakirina mekanîzmayên kontrolê yên serbixwe li gorî qanûnên neteweyî û navneteweyî, xebatên pêwîst bidin destpêkirin.”

Naveroka raporê

Di 5 rûpelên destpêkê yên raporê de danasîn, armanc, rêbaz, hevdîtina li girtîgehê û berhevdana raporên berê yên girtîgehan hene. Di berdewamiya raporê de beşeke berfireh di bin sernavên binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab, pirsgirêka referansê, lêgerînên li hundir, lêgerînên biçûkxistinê, binpêkirina prensîba wekheviyê, desteya şopandina îdarî, pirsgirêka mafê telefonê, azadiya ramanê, mafê tenduristiyê, binpêkirina mafê jiyana taybet, binpêkirina mafê hêviyê heye. Rapora ku nirxandinên li ser rêveberiya girtîgehê hatine kirin jî di nav de bi encamnameyê û beşa bi pêşniyarên ku ji 36 sernavan pêk tê bi dawî dibe.

Etîket: girtîgehgirtiyên nexweşOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

19 TEBAX 2026
‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

15 TEBAX 2026
‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

12 TEBAX 2026
‘Gavavêtina herî krîtîk û girîng azadiya birêz Ocalan e’

‘Gavavêtina herî krîtîk û girîng azadiya birêz Ocalan e’

9 TEBAX 2026
ÎHDa Îzmîrê: Divê Hayrettîn Adak demildest bê dermankirin

ÎHDa Îzmîrê: Divê Hayrettîn Adak demildest bê dermankirin

8 TEBAX 2026
Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak demildest bê berdan

Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak demildest bê berdan

1 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne