• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nûnerê Trump ji bo çekdanîna Haşdî Şabî diçe Iraqê

Navenda Nûçeyan / AW

22 KANÛN 2025 - 13:00
Kategorî: CÎHAN
A A
Komên girêdayî Îranê yên li Iraqê nîqaşa çek berdanê didomînin. Heta niha çar koman daxuyand ku dê çekan berdin lê du koman jî danîna çekan red kir û ji bo vê yekê şertên xwe aşkera kirin. Nûnerê Taybet ê Trump bi mijara çekberdanê diçe Iraqê.

Li Iraqê pêşketin û nîqaşên têkildarî çek berdana komên girêdayî Îranê berdewam dike. Li ser berdana çekan di navbera komên di bin baneya Haşdî Şabî de hatine cem hev du helwestên cuda derdikevin pêş. Beşek koman biryara danîna çekan ragihandin û beşek jî ji bo çekberdanê şert û mercên xwe aşkera kirin. Nîqaşên di bin çewsên DYA û Îsraîlê de tên meşandin hêj bi encam nebûne. Heta niha Tûgaya Îmam Elî, Asaîb Ehl el-Hak, Ensar Allah el-Evfiya û Ketaîb Seyyîd eş-Şûheda biryar dan ku çekên xwe radestî Hikûmeta Navendî ya Iraqê bikin û tev li siyasetê bibin.

Du koman şertên xwe gotin

Komên li dijî çek danînê derkidevin jî şert û mercên xwe aşkera kirin. Ketabîb Hîzbûllah û Hareket el-Nûceba destnîşan kirin ku heta şertên wan li cih neyên dê çekên xwe daneynin. Şertên her du koman jî we in ku hemû hêzên NATO û artêşa Tirkiyeyê ji axa Iraqê derkevin û metirsiyên din ên li ser parastina Iraqê ji holê bên rakirin.

Komên danîna çekan qebûl kirîn, balkişandin ser şert û mercên heyîn û ev pêvajo wekî serdemek bi neçarî nirxandin. Çavkaniyek ji rojnameya El-Ahbarê re axivî sedema çek danînê bi van gotinan vegot: “Ji bo me biryarek dijwar bû. Lê em neçar bû nirxandinek rasteqîn bikin. Em dixwazin çek danên û bi temamî siyasetê bimeşînin. Li hemberî dagirkeriyê me têkoşînek bi rûmet da lê niha şert guherîn. Em naxwazin welat ber bi şerek tahrîbkar ve bibin. Lê helwesta me ya li hemberî dagirkeriyê dê bi riyaên siyasî berdewama bike.”

Hin kom çekdanînê wekî dafikê dibînin

Li gorî çavkaniyên nêzî Ketaîb Hizbûllahê jî mijara çekdanînê wekî kêmînekê dinirxînin û balê dikişînin ve van talûkeyan: “Heta hin şert bi cih neyên danîna çekan kemîn e. Divê hemû hêzên biyanî ji nav axa Iraqê vekişin. Her wiha divê mûdaxileyên derveyî yên li hemberî Iraqê jî bi dawî bibin. Ji bo me tawîz ji çekan nayê dayîn.” Pisporê ewlehiyê Mihemmed el-Akûl ji çapemeniya Iraqê re axivî û diyar kir ku li gorî hind koman divê piştî Gazze û Başûrê Libnanê heman senaryo li Iraqê jî pêk neyê. Akûl got ku ev di heman demê de kêmkirina hêzan û xwe ji nûve sazkirinek e.

Sawaya diçe Bexdayê

Ligel nîqaşên çekberdanê ya koman DYA û Îsraîl jî çewsa xwe zêdetir dikin. Nûnerê Taybet ê Trump ji bo Iraqê Mark Sawaya ku mijara çekberdana komên girêdayî Îranê rêve dibe, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya Xê parvekirinek kir. Savaya di parvekirinê de got ku dê bi rayedarên Iraqê de mijarên ewlehî û razemeniye nîqaş bike û wiha got: “Her wiha emê li ser mijara çekdanîna koman jî biaxivin.” Li gorî çavkaniyên Hikûmeta Navendî ya Iraqê li hemberî çekdanînê mijara entegrasyona van koman a di nav pergala Iraqê û rawestandina êrîşên li hemberî van koman dê bê nîqaşkirin.

Etîket: 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a AmedêDYAÎranÎsraîlNATO
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne