• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Numan Kurtulmuş: Em di pêvajoya herî krîtîk de ne

Enqere / AW

4 KANÛN 2025 - 15:11
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

 

Enqere – Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ku di vekirina civîna 19emîn a Komîsyona Meclisê de axivî diyar kir ku piştî vê civînê komîsyon merhaleya guhdarkirinê bi dawî dike û derbasî merhaleya raporan dibe û got ku ew di pêvajoyeke herî krîtîk de ne.

Komîsyona Demokrasî Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî, bi rojeva hevdîtina heyeta komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 24ê Mijdarê de li Girava Îmraliyê pêkhat civîna xwe ya 19emîn li darxist. Tê payîn ku endamên komîsyonê Serokwekîla Koma Meclîse ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit, Cigirê Serokê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê AKPê Huseyîn Yayman ku çûbûn Îmraliyê hurguliyên hevdîtinê di civînê de endamên komîsyonê re parve bikin.

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş di vekirina civînê de anî ziman ku pêvajo ketiye merhaleyeke herî krîtîk û wiha got: “Êdî em ber bi dawiyê diçin. Çend tiştên din hene ku em bikin û piştre jî em ê rapora xwe bişînin Lîjneya Giştî. Pêvajo ne tenê li ser komîsyonê bi rê ve diçe. Komîsyon tenê lingekî wê ye. Saziyên eleqedar ên dewletê bi rêxistinê re bi awayekî tekilî danîn û heta vê astê pêvajo anîn. Ew ne pêvajoyeke bazareyê. Piştî rêxistinê xwe fesixkir û bi merasîmeke sembolîk çekên xwe şewitand, siyasetê jî berpirsyarî girt. Niha şûn ve jî divê em hê hesas tevbigerin û em di pêvajoyeke herî nazik de ne. Heta niha komîsyonê 134 kes û sazî guhdar kir. Herî dawî jî bi biryara komîsyonê 3 endamên komîsyonê çûn Girava Îmraliyê û hevdîtin pêkanîn. Bi vê hevdîtinê re qonaxa guhdarkirinê ya komîsyonê bi dawî bû.”

‘Pêvajo derbasî amadekirina raporan bû’

Numan Kurtulmuş diyar kir ku Komîsyona Meclisê di xebatên xwe de derbasî merhaleya 2an bûye û axaftina xwe wiha domand: “Niha şûn ve em derbasî pêvajoya raporkirinê dibin. Em hevî dikin raporeke hevpar amade bikin. Piştî vê raporê di pêvajoyê de merhaleyeke din a girîng jî derbas dibe û komîsyon jî berpirsyariya dikeve li ser milê wê tîne cîh. Me xwestibû parlamenterên di komîsyonê de raporên xwe binivisînin. Heta niha 5-6 rapor hatine ber destê me. Em van raporan tomar dikin. Di vê rûniştina me de jî em ê raporên partiyan guhdar bikin. Di rûniştina 2an de jî em ê endamên ku li Girava Îmraliyê hevdîtin kiribûn derbarê hevdîtinê de wan guhdar bikin. Raporên partiyên ku amade ne dê bên guhdar kirin. Pêvajo di qonaxeke pir hesas de. Di vê pêvajoyê de bandora gotinan jî pir zêde ye. Ji ber wê jî divê hemû kes di gotinên xwe de baldar be. Divê çapemenî jî baldar be û vê pêvajoyê nexe asta magazînî.”

Etîket: Civîna Komîsyona MeclisêGirava ÎmraliyêPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

17 TEBAX 2026
Ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve: Qanûna Çarçoveyî

Ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve: Qanûna Çarçoveyî

10 TEBAX 2026
Erdogan Aydin: Îro Kurd xwedî daneheveke îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî ne

Erdogan Aydin: Îro Kurd xwedî daneheveke îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî ne

10 TEBAX 2026
‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

10 TEBAX 2026
‘Rêbertî gav bi gav muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê’

‘Rêbertî gav bi gav muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê’

9 TEBAX 2026
‘Aştî yekalî nabe, pêwîst e bi awayekî giştî û temamî pêk bê’

‘Aştî yekalî nabe, pêwîst e bi awayekî giştî û temamî pêk bê’

9 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne