• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

Îzmîr / AW

20 SIBAT 2026 - 19:37
Kategorî: ROJANE
A A
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê ji bo 33 ciwanên di êrîşa DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabûn, her meh li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê li dar dixin.
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, ji bo bibîranîna 33 ciwanên ku di 20ê Tîrmeha 2015an li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrişa bombeyî ya DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiya xwe ya ku her meh li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê li dar dixin, domandin.
Di daxuyaniyê de pankarta “Tu xeyal nîvco namîne” hat vekirin û wêneyên 33 kesên ku canê xwe ji dest dabûn hatin hilgirtin. Di daxuyaniya ku gelek welatî beşdar bûn, gelek caran sloganên wekî “Ji Pirsûsê re edalet, ji her kesî re edalet”, “Rojava em ê dîsa werin cem te”, “Hesabê Pirsûsê dê bê pirsîn”, “Em ê hesabê Amed, Pirsûs, Enqere bipirsin” hatin berzkirin. Daxuyaniya li ser navê Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê ji aliyê Koray Turkan ve hate xwendin.
Koray Turkan diyar kir ku beriya 126 mehan, bi sedan kesên ku piraniya wan xwendekarên zanîngehê bûn û ji bo avakirina bajarekî wêrankirî derketibûn rê, li navçeya Pirsûs a Rihayê, li cihê ku lê bêhna xwe vedidan, rastî êrişeke xwekujî hatin. Di encama vê êrişê de 33 rêhevalên me canê xwe ji dest dan, bi sedan hevalên me jî birîndar bûn û got: “Doza Komkujiya Pirsûsê, tenê bi kesê ku êriş pêk aniye ve sînordar hate girtin; plankerên komkujiyê, kesên teşwîq kirine û wezîfedarên giştî yên ku îhmala wan heye derneketin pêşberî darazê. Ev rewş, nîşaneya polîtîkaya bêcezahiştinê ye.”
Koray Turkan bi bîr xist ku her çendî beriya komkujiyê gelek belge û agahî hebûn ku êrişkar û şaneya DAIŞê ya ku faîl di nav de ye di bin çavdêriya yekîneyên ewlehiyê de ne; lê dîsa jî ev agahî nebûn mijara lêpirsîneke rasteqîn û got: “Berpirsiyariya yekîneyên îstîxbarat û emniyetê hate piştguh kirin û bi biryara ‘xefkirina’ li ser dosyayê, rê li ber rastî û heqîqetê hatê girtin. Îro em careke din tînin ziman: Komkujiya Pirsûsê ne êrişeke serbixwe ye, komkujiyeke rêxistinkirî ye. Ji ber vê yekê divê ne tenê kujer, lê her kesê ku rê li ber vê komkujiyê vekiriye were darizandin.”
Koray Turkan wiha daxwaziyên însiyatîfê yek bi yek rêz kir:
– Bila hemû failên rastî yên ku di komkujiyê de berpirsiyariya wan heye werin eşkere kirin,
– Bila derbarê wezîfedarên giştî yên ku îhmal û berpirsiyariya wan heye de lêpirsîneke bi bandor û serbixwe were meşandin,
– Bila bersûcên fîrarî werin girtin û derxin pêşberî dadgehê,
– Bila Komkujiya Pirsûsê wekî sûcekî li dijî mirovahiyê were hesibandin û demborî neyê sepandin,
– Em daxwaza darizandineke adil, şefaf û bi bandor dikin.
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
 
Etîket: İzmirmalbatnobetPirsûs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
Roja yekem a şîna li Geverê bi dawî bû: Em bi zarokên xwe serbilind in

Roja yekem a şîna li Geverê bi dawî bû: Em bi zarokên xwe serbilind in

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne