• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nexweş û bêhal e lê nayê berdan

Omer Demîr / AW

17 HEZÎRAN 2026 - 10:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Siyasetmedar Çîgdem Ozlu ji sala 2022yan ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin û nexweşiyên wê yên penceşêra guatrê, jana zirav û astimê hene. Hevjînê Çîgdem Ozlu, Yaşar Ozlu diyar kir ku di demên dawiyê de encamên nexweşînên wê baş derneketin û wiha got: “Tevî ku nexweşiyên Çîgdemê hene jî Saziya Tipa Edliyê biryar da ku dikare di girtîgehê de bimîne û divê bê emeliyatkirin. Em nizanin ku niha rewşa Çîgdemê çawa ye.”

Çîgdem Ozlu ya ku 49 salî ye û di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê de tê ragirtin. Çîgdem Ozlu girtiyek nexweş e û nexweşiyên wek penceşêra guatrê, jana zirav û astim hene. Di sala 2022yan de 6 sal û 3 meh cezayê ku bi îdiaya “endama rêxistinê” lê hatibû birîn, hate erêkirin û ev nêzî 4 sal in girtî ye. Hê salek û 6 meh cezayê wê maye. Çîgdem ji malzaroka xwe emeliyat bûye. Tevî ku nexweşiyên wê giran in jî nayê berdan û Saziya Tiba Edlî (ATK) biryara daye ku girtî bimîne. Çîgdem Ozlu di sala 2009an de serokatiya Şaredariya Navçeya Qaqizmanê ya Qersê kiriye û bi salan di nav têkoşîna azadiyê ya jinan de xebitî ye. Ji sala 2009an heta sala 2014an li navçeya Qaqizmanê ya Qersê cîgira serokatiya şaredariyê kiriye. Piştre jî xebatên xwe yên siyasî didomîne, tê girtin û berdan.

Yaşar Ozlu derbarê rewşa hevjîna xwe Çîgdem Ozlu de axivî û bal kişand ser rewşa tendûristiya hevjîna xwe.

Çar sal in girtî ye

Yaşar Ozlu diyar kir ku Çîgdem Ozlu siyasetmender bû û di sala 2009an de li navçeya Qaqizmanê serokatiya şaredariyê kiriye û wiha axivî: “Çîgdem di sala 2006an de li Agiriyê hate girtin. Piştî hate berdan têkoşîna xwe berdewam kir. Piştî ku pêvajoya aştiyê ya di sala 2015an xirabû, di sala 2015an de ez hatim girtin û piştî ez hatim berdan heval Çîgdem di sala 2016an de hate girtin û 6 mehan girtî ma. Piştî hate berdan dozê berdewam kir. Ez dîsa di sala 2019an de hatim girtin, piştî berdana min 15 rojan cezayê heval Çîgdem hate birîn. Bi hinceta endama rêxistinê ye 6 sal 3 meh ceza lê hate birîn. Em jî hatin Stenbolê û di sala 2022yan de li Stenbolê Çîgdem hate girtin.”

‘Tevî serdana me jî nexweşiya wê nehat dîtin’

Yaşar Ozlu destnîşan kir ku nexweşiya penceşerê û nexweşiyên din ên Çîgdemê hene û û wiha got: “Nexweşiyên wê penceşêra guatrê, jana zirav û astim hene. Ji ber nexweşiya astimê divê di hucreya yek kesî de nemîne lê bi sedema li dijî lêgerîna tazî çalakî kiriye wê avêtin hucreyê û 40 rojan li wir hate ragirtin. Di demên dawiyê de encamên nexweşiyên wê baş derneketin û wê emeliyat bibe. Tevî ku nexweşiyên Çîgdemê hene jî Saziya Tipa Edlî (ATK) biryar da ku dikare di girtîgehê de bimîne. Divê ji qirika xwe emeliyat bibe. Îro di girtîgehê de bi hezaran kes tên mexdûrkirin. Em nizanin ku niha rewşa Çîgdem çawa ye? Kengê emeliyat bibe tu agahî nedan me. Keça min xwest dema emeliyatê li gel dayika xwe bibe lê bersiv nedan me. Bi banga Serokatî pêvajoyek dest pê kiriye jî girtiyên nexweş nayên berdan û mafên girtiyan tên binpêkirin. Em ê heta dawiyê girêdayî Serokatiya xwe bin. Îro li Girtîgeha Bakirkoyê rewş nebaş e. Girtiyên nexweş hene, dayikek 80 salî heye lê nayê berdan. Dema ku mijar Kurd bin cîhan jî bêdeng dimîne.”

Etîket: ATKGirtîgeha Jinan a Bakirkoyêgirtiya nexweş Çîgdem OzluOmer Demîr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Dosye 1: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî  Qada Taksîmê bi salane qedexe ye: Ev der ji bo me sembol e

Dosye 1: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Taksîmê bi salane qedexe ye: Ev der ji bo me sembol e

25 TÎRMEH 2026
AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

15 TÎRMEH 2026
Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

26 HEZÎRAN 2026
Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

20 GULAN 2026
Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

30 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne