Stenbol – Qada Taksîmê ji bo çîna kedkaran cihekî gelek girîng e. Bi salan e Qada Taksîmê ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê û ji tevahî çalakiyan re girtî ye. Bîryardariya Taksîmê bi salan e bi barîkatan ve hatiye dorpeçkirin û di binçavan de ye.
Li Stenbolê di hişmendiya civakê de cihên gelek girîng hene. Di salên dawiyê de desthilatdar ji bo vê hişmendiya civakê tune bike li ser gelek qadan polîtîkayên astengiyê û qedexeyê pêk tîne. Gelek qad îro di binçavan de ne. Yek ji wan qadan jî Qada Taksîmê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê ye.
Qada Taksîmê qadekî navdar e û ji bo karker û kedkaran cihê wê cuda ye. Navê Qada Taksîmê her dem di rojeva Tirkiyeyê de cih girtiye, bi salan e çîna Tirkiyeyê ji bo 1ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bike têdikoşe.
Desthilatdarên Tirkiyeyê jî bi salan e herdem Qada Taksîmê ji çîna Tirkiyeyê re girtin e. Bi dehan kes li Qada Taksîmê di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de hatine kuştin. Bi salan e gelek desthilatdar li Tirkiyeyê guherîn lê nêzîkatiya li hemberî Qada Taksîmê neguherî û qedexeya li darxistina daxuyanî û çalakiyan bi salane didome. Bi taybetî jî qad ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê qedexe ye. Lê êdî qad ne tenê di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de tê qedexekirin, di salên dawiyê de ev qedexe her ku çû hişk û zêdetir bû. Destûr nayê dayîn ku tu çalakiyek demokratîk lê bêlidarxistin. Bi sedan polîs her roj li Qada Taksîmê nobedê digirin û Bîryardariya Taksîmê bi salan e bi barîkatan hatiye dorpêçkirin û mîna ku di binçavan de be disekine.
1ê Gulanê ya yekemîn di sala 1909an de li Selanîkê hate pîrozkirin
1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê bi dehan sal e li tevahiya cîhanê bi coş tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê jî 1ê Gulanê di bin êriş, zordarî û îşkenceyan de tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê yekemîn pîrozbahiya 1ê Gulanê di sala 1909an de li Selanîkê hate lidarxistin. Li Stenbolê jî sala 1912an de cara yekemîn hate pîrozkirin. Deshilatdara wê demê di sala 1923yan de pîrozbahiya 1ê Gulanê yên girseyî qedexe kir. Di sala 1925an de jî bi Qanûna Takrir-i Sukun bi giştî pîrozbahiyên 1ê Gulanê hate qedexekirin.
1ê Gulana 1977an weke Gulana bi xwîn derbas bû
Piştî salên dirêj Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) 1ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz kir. Di 1ê Gulana 1977an de li Taksîmê bi hezaran karker, kedkar ji bo “Roja Kedkaran” kom bûbûn. Polîs û leşker êrişî girseya kombûyî kiribû û 34 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê êrişê 1ê Gulana 1977an weke “Gulana bi xwîn” hate pênasekirin. Bi salên dirêj Taksîm hate qedexekirin. Piştî derbeya 12ê Îlona 1980an Qada Taksîmê bi salan hate qedexekirin. Di 1ê Gulana 1989an de karker û gelek kes xwest derkevin li Qada Taksîmê lê polis êrişî girseyê kir û kedkar Mehmet Akîf Dalci hate kuştin. Di sala 2007an dîsa 1ê Gulanê li Taksîmê hate pîrozkkirin û dîsa êrişa polîsan pêk hat û gelek kes hatin binçavkirin.
Bi salan e Qada Taksîmê di binçavan de ye!
AKP di sala 2010an de Qada Taksîmê ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê vekir, heta sala 2012an pîrozbahî li Qada Taksîmê hatin lidarxistin. Lê AKPê di sala 2013an de carek din Qada Taksîmê qedexe kir û polîsan êrişî pîrozbahiyên sala 2013an kir û bi dehan kes kir binçavan. Bi salan e Qada Taksîmê ji karkeran re girtî ye. Her sal di 1ê Gulanê de Qada Taksîmê û rêyên ku derdikevin qadê û taxên derdora qadê bi barîkatan tê girtin. Bîrdariya Taksîmê bi salan e bi barîkatên polîsan ve girtî ye. Tu kes nikarê herê nêzî bîryardariyê bibe. Sedan polîs li nêzî cihê bîryardariyê nobedê digirin. Li Qada Taksîmê ji tevahî çalakî û daxuyaniyan re hatiye qedexekirin. Bîryardariya Taksîmê bi salan e bi barîkatan ve hatiye dorpeçkirin û mîna ku di binçavan de be xuya dike.
Serokê Dev Yapi-Îşê ya girêdayî DÎSKê Ozgur Karabûlût derbarê astengiyên li Qada Taksîmê de axivî.
‘Qada Taksîmê ji bo me sembol e’
Ozgur Karabûlût diyar kir ku li tevahiya bajaran ji bo çalakî hê berfirehtir were dîtin li qadan çalakî tên lidarxistin û got: “Taksîm jî yek ji wan qadan e ku xwedî dîrokek qedîm e. Karker, kedkar, ciwan û jin ji bo dengê xwe bilind bikin cara yekemîn derketibûn Qada Taksîmê. Piştî komkujiya 1ê Gulana 1977an Qada Taksîmê bû qada 1ê Gulanê. Piştî 77an wateya Qada Taksîmê bû qada hesabpirsînê. Lê piştî komkujiya 77an Qada Taksîmê hate qedexekirin. Her sal ji bo Qada Taksîmê hewldan çêbû ye. Lê piştî sala 2007an bi girseyî ji bo Qada Taksîmê têkoşîn hate kirin. Di navbera salên 2010-11 û 2012an de li Qada Taksîme 1ê Gulanê hate pîrozirin. Lê paşê dîsa Qada Taksîmê hate qedexekirin. Piştî sala 2013an Bîryardariya Taksîmê ji bariyeran re hate girtin û di binçavan de ye. Bi berxwedan Geziyê, Qada Taksîmê demek ket destê çalakvanan, lê bi êrişên polîsan Qada Taksîmê ji gel re hate girtin. Qada Taksîmê di serî de çalakiyên 1ê Gulanê ji tevahî çalakiyên demokratîk re girtî ye lê ji bo alîgirên desthilatê û ji çalakiyên nijadperestan re vekirî ye. Desthilat ji bo hegemonyaya xwe li pêş bixe û zextê li ser gel zêde bike cihê ku wekî Taksîmê sembol in, qedexe dike û dixwaze têkoşîna gel jî li wir heps bike.”
Sibê: Parka Geziyê ji berxwedana xwe heta îro qedexe ye.



















