• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nerazîbûna xelkê Akdenîzê: Em ê xwedî li vîna xwe derkevin

Fexredîn Kiliç / AW

10 ÇILE 2025 - 14:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrsîn – Piştî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê, gel li pêşiya avahiya şaredariyê ya hatiye dorpêçkirin kom bû. Welatiyên bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da û li dijî hewldana danîna qeyûm destnîşan kirin ku ew ê xwedî li vîna xwe derkevin.

Hevşaredarên DEM Partiyê yên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û 4 endamên Meclisa Şaredariyê îro di danê sibehê de di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya hevşaredaran biryara nepeniyê hate dayin û hevdîtina bi parêzeran re ji bo 24 saetan hate qedexekirin. Gelê navçeya Akdenîzê jî li dijî hewldana danîna qeyûm, li pêşiya şaredariyê ku hatiye dorpêçkirin kom bû û bertek nîşanî vê hewldanê dide. Welatiyên ku bertek nîşanî hewldana qeyûm dan diyar kirin ku heta hevşaredarên wan bên berdan dê li ber şaredariyê bin.

‘Hem aştî hem bindestî naçe serî’

Welatiyê bi navê Halît Bozkûrt bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê û hewldana qeyûm da û wiha got: “Destûra bingehîn ji bo hemû welatiyan eynî ye. Ji ber wê mafê kesê nîne dest deyne ser şaredariyê. Nikarin bi zordestiyê dest deynin ser mafê min. Çend roj beriya niha behsa aştiyê dikirin. Ev aştî ji bo çi ye. Hem aştî hem bindestî naçe serî. Kurd ne serdestiyê azadiyê dixwazin.”

‘Ji aliyekî destê aştiyê dirêj dikin li aliyê din qeyûm datînin’ 

Stranbêj Ramazan Eren jî got ku “Ji aliyekî destê aştiyê dirêj dikin li aliyê din qeyûm datînin ser şaredariyê” û ev tişt gotin: “Heke di aştiyê de rast bin bila qeyûm tayînî şaredariyên me nekin. Em qeyûm şermezar dikin. Heta ew hevşaredarên me û endamên me yên meclisa şaredariyê bernedin em ê li vir çalakiyên xwe berdewam bikin.”

‘Em xwedî li şaredariya xwe derdikevin’

Welatiyê bi navê Kadrî Memîş jî diyar kir ku ji bo xwedî li vîna xwe derkevin li pêş şaredariyê ne û wiha got: “Em vê yekê qebûl nakin. Neyar dibêje ez tiştekî nadim we. Dijmin bi salan e kurd qebûl nekiriye. Em jî dibêjin em hene, em li vir in em xwedî li şaredariya xwe derdikevin. Em xwedî li xwe, li kurdîtiyê, li Kurdistanê derdikevin. Em vê yekê şermezar bikin bila dest ji van hewldanên xwe berdin.”

‘Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’

Zeynep Aslan jî wiha axivî: “Ez şermezar dikim. Ji xwe her tişt ji kurdan re qedexe ye. Dibêjin mafê wan tune ye. Wexta ji kurdan re her tişt qedexe ye bila nexin hilbijartinê. Bêjin hûn tune ne em jî nekevin hilbijartinê. Em dikevin hilbijartinê ked didin, çar-pênc meh şunde qeyûm tayin dikin. Em vê neheqiyê qebûl nakin heta ku ji destê me were em ê li vê derê têkoşîna xwe berdewam bikin. Kurd her hene dê her hebin û her li ber xwe bidin.”

Ciwanê bi navê Xemgîn Azad jî diyar kir ku şaredarî îradeya wan e dê ji bo îradeya xwe li ber xwe bidin û got: “Şaredarî îradeya me ye, em vê zilmê qebûl nakin.”

‘Em polîtîkayên qeyûman qebûl nakin’

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê Şukran Aktaş jî destnîşan kir ku qeyûm binpêkirina mafê mirovan e û wiha got: “Ev yek li dijî qanûnên Tirkiyeyê bi xwe ye jî. Mafê gel bi xwe bi dest xistî bi qeyûman dîsa ji destê wan tê standin. Ev yek li dijî hiqûqê ye li dijî demokrasiyê ye. Em van kirinan, qeyûman û polîtîkayên qeyûman qebûl nakin. Li dijî mafê mirovan e.”

Etîket: akdenizHoşyar SariyildizMêrsînNuriye AslanQeyûm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

12 TEBAX 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

26 HEZÎRAN 2026
Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

11 HEZÎRAN 2026
Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

19 GULAN 2026
Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne