• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Naveroka civîna li Şamê pêk hat aşkera bû

Navenda Nûçeyan / AW

9 TÎRMEH 2025 - 20:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di civîna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de mijarên weke rakirina astengî û zehmetiyên rûbirûyî bicihanîna peymana 10ê Adarê, pêkanîna sozên girêdayî dosyaya koçberan û dîtina mekanîzmayên yekkirina saziyan hatin nîqaşkirin.

Vê sibehê gereke nû ya dan û standinan di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de li Qesra Tişrîn a Şamê pêk hat.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Dmokratîk Îlham Ehmed, Hevseroka Şandeya Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsiv û Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş pêk hat.

Ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, wezîrê Karên Derve Esed El Şîbanî, wezîrê Hundirîn Enes Xetab, wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û serokê Saziya Îstîxbaratê Hisên Selamê tev li civînê bûn.

Ji şandeya Amerîkayê jî, nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack, nûnerê Amerîkayê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Scott Bowles û endamekî din ji Kongreya Amerîkayê beşdar bûn. Ji Fransayê jî, nûnerê hikumetê yê kar û barên balyozxaneya Fransayê li Sûriyeyê Jean-Baptiste Faivre û şandeya pê re tev li civînê bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke ji ANHAyê re aşakera kirine, di civînê de pêkanîna bendên peymana 10ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatibû îmzekirin, hat nîqaşkirin. Li kêlek wê jî hat diyarkirin ku divê astengî û zehmetiyên li pêş pêkanîna peymanê ne, werin rakirin.

Heman çavkanî anî ziman ku şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku pêwîst e hikumeta veguhêz sozên xwe li hember kesên bi darê zorê ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne, bi cih bîne.

Girêdayî mijarê, çavkanî destnîşan kir ku di civînê de dosyaya deriyên sînor û çawaniya yekkirina saziyên Rêveberiya Xweser bi sazên hikumetê re nîqaş kirin. Di heman demê de hate destnîşankirin ku pêwîstî bi hevkariya ewlehî û leşkerî ya her du aliyan heye.

Kesên tev li civînê bûne,  daxuyandin ku civîn erênî derbas bûye.

Etîket: civînHSDŞamSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

18 MIJDAR 2026
Di nava du hefteyan de 50 kesan jiyana xwe ji dest da

Di nava du hefteyan de 50 kesan jiyana xwe ji dest da

14 MIJDAR 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne