• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Navenda Mirinê: Girtîgeha Sednaya

Medya Bal / AW

10 KANÛN 2024 - 08:16
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Li Girtîgeha Sednaya ya Esad de heta niha bi deh hezaran kes hatine kuştin bi deh hezaran kes jî di beşên veşartî de li benda rizgarkirinê ne.

Di nav hemû desthilatdariyên ku tên avakirin de ji bo tepisandina kesên muxalîf rêbazên cur be cur tên bikaranîn. Avakirina girtîgehan jî yek ji van rêbazan e. Di cihanê de gelek mînakên vê rêbazê hene û her çiqas navên van girtîgehan cuda bin jî kiryarên ku li dijî girtiyan dikin heman in. Navê van girtîgehan li Fransayê dibe Bastille, li Kubayê dibe Guantanamo (girtîgeha aîdê Amerîkayê ye) li Îranê dibe Evîn, li Tirkiyeyê dibe Amed…

Di van girtîgehên ku tên avakirin de girtî bi taciz, tecawiz, lêdan û îşkenceyên curbecur re rûbirû dimînin. Ji bilî van kiryarên ku tên kirin mafê girtiyan ên jiyanê di gelek cihan de bi awayeke kêfî tê binpekirin. Wek cudabûna îşkenceyan rêbazên kuştinê jî tê guhertin. Di hin girtîgehan de kes bi lêdanê di hin girtîgehan de bi darvekirinê di hin girtîgehan de jî ji tî û birçîbûnê tên kuştin.

Ev binpêkirinên ku di nav van girtîgehan de pêk tên an bi dawîanîna rejîman an jî têkçûna dîktatoran an jî bi têkoşîna girtiyan dertên holê. Wek tê zanîn ev bi salane li Sûriyeyê li dijî rejîma Esad nerazîbûn hene. Ev nerazîbûnên ku bi salane li dijî Esad didomin di 8ê Kanûnê de bi hilweşandina wî bi encam bûn. Hilweşandina Esad dê ji bo pêşeroja Sûriyeyê û gelên wir çi bi xwe re bîne hê ne diyar e, lê di vê pêvajoyê de çeteyên paramîlîter li dijî gelan sûcên şer dikin.

Yek xala ku di hilweşîna Esad de derket holê hovîtiya li Girtîgeha Sednaya ya ku bi salane li ser nîqaş dihatin kirine. Girtîgeha Sednaya li paytexta Sûriyeyê Şamê ye û girêdayê Wezareta Parastina Sûriyeyê ye û ji aliyê polîsên girêdayê rejîmê ve tê rêvebirin. Di girtîgehê de bi deh hezaran girtiyên muxalîf hene. Li gor daneyê Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di pêvajoya şerê navxweyî ya Sûriyeyê de li Girtîgeha Sednaya herî kêm 30 hezar kes hatine kuştin. Tê texmînkirin ku di navbera 2018an û 2021an de jî bi sedan kes ji ber kiryarên dermirovî hatine kuştin. Der barê kesên ku hatine kuştin de erkdareke dewletê ji Gulana 2011an heta 2013an wêneyên 11 hezar cesedên kesên ku temenê wan di navbera 20 û 40an de ye kişandiye. Ew birînên li ser cesedên kesan de der barê mirina wan de agahiyan jî derdixe holê.

Her wiha SOHRê da zanîn ku ji Adara 2011an heta Kanûna 2024an li Girtîgeha Sednayê 3 hezar û 698 zarok, 8 hezar û 504 jin bi giştî 136 hezar 614 hatine girtin.
Girtiyeke ku ji Girtîgeha Sednayê xelas bûye dide zanîn ku girtîgehên li Sûriyeyê ji bo îşkence û qebûlkirina sûcan tê bikaranîn lê Girtîgeha Sednayê rast e rast e rats ji bo kuştina kesan tê bikaranîn.
Wezareta Karên Derva ya DYAyê ji bo girtiyên ku li Girtîgeha Sednayê tên kuştin got ku ji bo tu dane li holê nemînin krematoryûmeke hatiye avakirin. Her wiha li gor hin agahiyên ku ji herêmê tên rêbazên cuda yên tunekirina cesedan tê bikaranîn. Cesedên girtiyan bi kîjan rêbazan ji holê hatibe rakirin her çiqas ne zelal be jî rastiya ku ji gotinên girtiyên ku berê li vê girtîgehê mane dertê holê ku girtî tên kuştin lê der barê cesedên wan de tu agahî nîn e ye.
Di girtîgeha ku niha tê valakirin de niha bi deh hezaran kesên ku li benda rizgarkirinê ne hene. Ekîbên saziyên sivîl ên ku xebatên xwe dimeşînin hewl didin ku xwe bigihînin girtiyên di beşên veşartî de tên girtin.

 

Etîket: girtîgehSadnayaSOHR
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

19 TEBAX 2026
SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

10 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne