• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mûzakereyên DYA û Îranê xitimîn: Gefên Trump li hewa dimînin

Navenda Nûçeyan / AW

28 GULAN 2026 - 11:03
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Mûzakereyên di navbera DYA û rejîma Îranê de bi daxuyaniyên tund ên her du aliyan berdewam dikin. Lê di qada navneteweyî de gefên Trump jî bersivên Îranê jî wekî blof tên nirxandin. Li gorî nirxandinên pisporên dîplomasiyê ji ber bêstratejîbûna Trump,gefên wî li hewa dimînin û Îran hindî diçe avantajê bi dest dixe.

Mûzakereyên nerasterast ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û rejîma Îranê de ne berdaw dikin. Lê belê daxuyaniyên ji her du aliyan ve tên kirin, nîşan didin ku bazarî û mûzakere di xaleke krîtîk de asê mane. Ligel ku hefteyek berî niha hate ragihandin ku aliyan li hev kiriye û dê peyman bê aşkera kirin jî hate zanîn ku hêj xitimîn didome.

Trump: Yan peymaneke nû yan jî encamên giran

Serokê DYAyê Donald Trump, şevê din di daxuyaniyeke xwe de bi zimanekî tund cardin gef li rejîma Îranê xwarin. Trump ku ji nû ve polîtîkaya xwe ya ‘zexta giran’xistiye dewrê, destnîşan kir ku ew ê tu carî rê nedin ku Îran bibe xwedî çeka nukleerî. Trump di axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiya Tehranê divê rastiya nû ya cîhanê bibîne. Yan ew ê şertên me yên ji bo peymaneke nû û berfireh qebûl bikin, yan jî dê bi encamên pir girantir re rû bi rû bimînin. Em li benda peymanekê ne ku dawî li fînansekirina komên wekîl ên li Rojhilata Navîn bîne.”

Pentagon: Hemû vebijêrk li ser maseyê ne

Li aliyê din, rayedarên Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê (Pentagon) ya DYAyê jî di daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê de piştgirî dan helwesta Trump û peyama “Ji bo guhertina helwesta Îranê, hemû vebijarkên dîplomatîk û leşkerî li ser maseyê ne” dan. Lê hem gefên Trump û hem jî daxuyaniyên Pentagonê ji ber nezelalî û bêstratejîtiya Trump êdî wekî blov tên nirxandin.

Rejîma Îranê: Em li benda êrişek DYAyê ya nû nînin

Li hemberî van gefên rêveberiya Washingtonê, rejîma Îranê jî bi daxuyaniyên hişk da. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê û rayedarên payebilind di civîneke çapemeniyê de anîn ziman ku mûzakereyên li jêr gefan nayên qebûlkirin. Rayedarên Îranî ev peyam dan: “DYA bi zimanê zext û gefan dixwaze me teslîm bigire. Lê belê heta ku hemû dorpêç û pêdankirinên aborî yên derqanûnî neyên rakirin, em ê tu peymaneke nû îmze nekin. Em li ser mafên xwe yên rewa û bernameya parastinê ya welatê xwe bi tu kesî re bazarê nakin.”

Her wiha rayedarên leşkerî yên Îranê jî angaştin ku li berda êrişek nû ya DYAyê nînin û hişyarî dan ku eger hêzên DYA an jî Îsraîlê li herêmê êrişî berjewendiyên wan bikin, ew ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin.

 

Etîket: DYAgefÎranMuzakereşerTrump
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

29 HEZÎRAN 2026
Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

28 HEZÎRAN 2026
Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

27 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
Îran pergala Tengava Hurmuzê diguherîne

Îran Hurmizê girt: DYA û Îran li Swîsreyê tên ba hev

21 HEZÎRAN 2026
Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (30)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne