• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

Riha / AW

2 HEZÎRAN 2025 - 14:30
Kategorî: ROJANE
A A
Siyasetmedarên Kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz di salvegera 31emîn qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Siyasetmedarê Kurd Mûhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz ên di 2yê Hezîrana 1994an de li Rihayê di encama êrîşeke çekdarî de hatin qetilkirin, di 31emîn salvegera qetilkirinên xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Harran Kapi ya navçeya Eyyubiye hatin bîranîn. Ligel malbatên Melîk û Ayyildiz û gelek kesên din, nûnerên Komeleya Piştgirî Hevkarî û Çandê ya bi Malbatên ku hezkiriyên xwe winda kirine re, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Rêxistina Bajêr a Rihayê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tev li bîranînê bûn.

Di bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de hevsera Muhsîn Melîk, Senay Melîk axivî û wiha got: “Em di pêvajoyeke aştiyê ya bi nirx de ne. Muhsîn Melîk xwest ku mirov ji bo aştiyê bi rengekî mirovî bijî. Gelek gef li Mûhsîn hat xwarin, lê wî dev ji têkoşînê berneda. Her tim bi pratîka xwe ya di nava têkoşînê de baweriya xwe bi kesên li derdora xwe dida der. Hêzên dijmin ên aştî, bedewî û qenciyê di 2’ê Hezîranê de ew û hevalê wî bi hovane qetil kirin. Armanca wan ew bû ku Mûhsîn û hevalên wî bitirsînin. Lê îro ev têkoşîn hîn bêhtir mezin bûye. Mîrateya wî têkoşîna demokratîk xurt dike. Heta ku em van sûcên li dijî mirovahiyê li ber xwe bidin, em ê têbikoşin. Rastî wê di nava tarîtiyê de nemînin. Hesretên wî wê bi me re bijîn.”

‘Wê di têkoşîna me de bijîn’

Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu kuştinên kiryar nediyar ên salên bihurî bibîr xist û wiha axivî: “Hê goreke wan jî nîne. Yek ji wan kesên ku hatin kuştin Muhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz bûn. Parêzvanekî bêwestan ê aştî û demokrasiyê bû. Parêzvanê mafên mirovan bû. Ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin. Sîstemê mafên Kurdan nas nedikir. 31 sal derbas bûn û têkoşîna wî berdewam dike. Kujer nehatine dîtin. Piştî Mûhsîn Melîk gelek rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan hatin kuştin. Divê hesab ji kujeran bê pirsîn. Weke hevrêyên Mûhsîn Melîk em ê hesab ji kujeran bixwazin. Îro bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek ê destpê kir. Aştî û civakeke demokratîk tê nîqaşkirin. Em soz didin Muhsîn Melîk ku em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Bîranîn piştî girseyê kulîlk danîn gora Mehmet Ayyildiz û Muhsîn Melîk bi dawî bû.

Etîket: DBPDEM PartîMuhsin Melek
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne