• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 4ê MIJDARA 2026an

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 4ê MIJDARA 2026an

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKGê Ayfer Serçe bi bîr anî: Em li ser şopa wê ne

Navenda Nûçeyan

19 TÎRMEH 2026 - 11:36
Kategorî: JIN
A A
MKG’ê têkildarî salvegera qetilkirina rojnameger Ayfer Serçe (Şîlan Aras) diyar kir ku ew 20 sal in li ser şopa Ayfer Serçe ne û wiha got: “Em Ayfer Serçe ku dema di pîşeya xwe de li pey rastiyê digeriya, jiyana xwe ji dest da, bi rêzdarî, hesret û bi biryardariyeke bêdawî ya di têkoşîna xwe de bi bîr tînin.”

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamayê (MKG) têkildarî salvegera qetilkirina rojnameger Ayfer Serçe (Şîlan Aras) a ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ew ê têkoşîna Ayfer Serçe ya ji bo rastiyê bidomînin û mîrata wê berfireh bikin.

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“20 sal di ser kuştina rojnamevan Ayfer Serçe (Şîlan Aras) a yek ji jinên pêşeng ên çapemeniya azad e de derbas bû ku ji aliyê Îranê ve hat kuştin. Em Ayfer Serçe, ku dema di pîşeya xwe de li pey rastiyê digeriya, jiyana xwe ji dest da, bi rêzdarî, hesret û bi biryardariyeke bêdawî ya di têkoşîna xwe de bi bîr tînin.

Ayfer Serçe rojnamegeriyê ne tenê wek pîşeyek, lê wek rêyek ji bo ku bibe dengê gel, jinan û yên nedîtî, didît. Ew li Îranê hate kuştin, li wir lêkolîn dikir da ku jiyana jinan ronî bike, şîdeta ku ew dibînin û newekheviyên civakî derxe holê. Tevî ku 20 sal derbas bûne jî, lêpirsînek bi bandor û zelal li ser kuştina wê nehatiye kirin û her wiha tu agahî li ser cihê cenazeyê wê nehatiye eşkerekirin. Cenazeyê Ayfer Serçe hîn jî nedane malbata wê.

Di seranserê rojnamegeriya xwe de, Ayfer Serçe armanc dikir ku çîrokên jinan eşkere bike. Wê li ser jiyana jinên Kurd li Ermenistanê lêkolîn kir, zilm û zordariya ku ew pê re rû bi rû dimînin, zewacên zarokan û newekheviya zayendî kir wekî belge. Paşê wê xebata xwe ya lêkolîna xwekuştinên jinan li Rojhilatê Kurdistanê domand. Wê dema ku li pey rastiyê digeriya jiyana xwe ji dest da.

Yek ji xeyalên herî mezin ên Ayfer Serçe avakirina ajanseke nûçeyan a bêhempa bû ku ji hêla jinan ve were birêvebirin. Îro, ev xewn bi saya hewldanên rojnamevanan mezin dibe. Îro jin di mecrayên rojnamegeriya jinê lê hatiye xurtkirin de, gotina xwe dikarin bikin, dikarin rojeva xwe diyar bikin. Ev mîrateya Ayfer Serçe ye.

Têkoşîna Ayfer Serçe ne tenê di pratîka çêkirina nûçeyan de, lê di heman demê de di hewldanên rojnamegeran ên ji bo avakirina têgihîştinek alternatîf û azad a rojnamegeriyê ya li dijî medyaya ku ji hêla mêran ve serdest e de jî dijî. Îro, rojnamevan berdewam dikin ku berxwedan, têkoşîn û jiyana jinan di dîrokê de belge bikin, rêya ku wê vekiriye bişopînin.

Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em careke din tekez dikin ku em ê têkoşîna Ayfer Serçe ya ji bo rastiyê bidomînin û mîrata wê berfireh bikin.”

Etîket: Ayfer SerçeKomeleya Rojnamegerên Jin a MezopotamyaMKG
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

29 COTMEH 2026
Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

25 COTMEH 2026
Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

14 COTMEH 2026
MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

4 ÎLON 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne