• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mîthat Sancar li PEyê axivî: Divê pêvajo derbasî zemîna hiqûqî bibe

Navenda Nûçeyan / AW

25 SIBAT 2026 - 23:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ANF Images

ANF Images

Endamê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê Mîthat Sancar di konferansa li Parlamentoya Ewropayê de axivî û diyar kir ku divê pêvajoya diyalogê ya di navbera Tirkiye û Kurdan de li parlamentoyê were nîqaşkirin û derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bibe.

Li Parlamentoya Ewropayê derbarê pêvajoya diyalogê ya di navbera Tirkiye û Kurdan de bi tevlîbûna endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar konferans hate lidarxistin.

Konferans ji aliyê endama Koma Tifaqa Pêşdeber a Sosyalîst û Demokratan (S&D) ya li Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîr ve hate lidarxistin.

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Endamê Lîjneya Rêveber a EUTCCê Dr. Dersim Dagdevîren kir. Dagdevîrên têkildarî pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27ê Sibatê de nirxandinan kir.

Ji Koma (S&D) Andreas Schieder jî di axaftina xwe de ji bo Rêber Apo gotina, “Mandelayê Kurdan” bi kar anî û diyar kir ku ew piştgiriyê dide daxwazên gelê Kurd.

Piştre di moderatoriya rojnamevan Amberin Zaman de, ji Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar axivî.

Sancar: Pêvajo derfeteke dîrokî ye

Sancar di axaftina xwe ya bi Elmanî de diyar kir ku pêvajo çareseriyeke bingehîn û bi kok armanc dike û wiha got, “Vekirina rêya çareseriyê û avêtina gavên pêwîst a ji bo çareseriyê ye.”

Sancar diyar kir ku pêvajo li ser avaniyeke sê situn hatiye avakirin û niha di qonaxa yekemîn de ye. Sancar diyar kir ku avakirina aştiya mayînde tê hedefgirtin û hate destnîşankirin ku divê pêvajo êdî di parlamentoyê de were nîqaşkirin û di zemîna siyasî û hiqûqî de bersiva xwe bigre. Sancar bilêv kir ku divê hemû astên pirsgirêkan di asta siyasetê de were destgirtin û wiha got, “Li pêşiya me hîna gelek tişt hene ku bên kirin. Lê divê em bizanibin ku ev pêvajo ji bo Kurdan pêvajoyeke dîrokî ye û derfetekî dîrokî ye.”

‘Pêvajo ji bo hemû herêmê pir girînge’

Sancar destnîşan kir ku krîz û pirsgirêkên mezin di xwezaya pêvajoyên bi vî rengî de hene û wiha hate gotin, “Lê divê em ji bîr nekin ku ev pêvajo ne tenê ji bo aliyekî, ji bo tevahiya herêmê pir girînge.”

Sancar bi berdewamî wiha got, “Ger hawirdorekî bi ewle were avakirin, ev tenê nayê wateya aştiyê; ji bo Tirkiye û tevahiya herêmê bibe gavekî ber bi azadiyê re” û destnîşan kir ku wê welatên din jî ji vê bandor bibin.

‘Bêyî aştiyê demokrasi nabe’

Sancar got, “Erk girîng e, berpirsyarî mezine û ev bi rastî jî girînge” û diyar kir ku divê bi serkeftî were temamkirin.

Sancar wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em di wê baweriyê de ne ku aştî û demokrasî bi hev re girêdayî ne. Bêyî yekî ya din nabe; demokrasî ji bo gel pir girînge.”

Dr. Işik: Pirsgirêk divê di çarçoveyeke rast de were rûnişkandin

Dr. Ayhan Işik ku di konferansê de mafê axaftinê girt, derbarê pêvajoyên ku berê di navbera dewleta Tirk û PKKê de hatine meşandin, agahî dan û bi taybet bal kişand ser aktorên li Tirkiyeyê.

Ayhan Işik destnîşan kir ku di rewşa îro de hejmara aktorên kêm bûye û ev pirs kir, “Lê ev bi rastî jî ji bo çareseriyê derfet e yan jî bêyî nîqaşkirinê derbaskirina pirsgirêkê ye?”

Ayhan Işik di muzakereyên demboriyê de polîtîkaya înkarê nehatiya naskirin û hebûna pirsgirêkê nehatiye qebûlkirin û got ku divê pirsgirêk di çarçoveyekî rast de were rûnişkandin.

Piştî axaftinan, Mîthat Sancar pirsên beşdarên konferansê bersivand.

Etîket: axaftinMîthat SancarPEpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne