• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mezlûm Ebdî: Em ji bo agirbesteke mayînde têdikoşin

Navenda Nûçeyan / AW

13 KANÛN 2024 - 07:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir ku dê beşdariya Rêveberiya Xweser di qonaxa siyasî de bi xwe çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyeyê re bîne û got: “Em ji bo agirbesteke mayînde têdikoşin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, ji kanala Ronahî TV re li ser dozên girîng ên li tevahî Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet axivî. Mezlûm Ebdî bal kişand ser biryara bilindkirina ala serxwebûnê ya Sûriyeyê li ser tevahî saziyan û got: “Em parçeyek ji Sûriyeyê ne. Em al û sembolên Sûriyeyê qebûl dikin.”

Fermandar Mazlûm Ebdî behsa doza kantona Minbicê kir û wiha axivî: “Hêzên me li gorî agirbestê tev digerin, lê çeteyên dewleta Tirk li gorî wê tevnagerin û lihevkirinê binpê dikin.”

Mazlûm Ebdî xwest ku agirbest sibe anku roja înê bikeve pratîkê û diyar kir ku bi hêvî ye ev agirbesta li Minbicê veguhere agirbesteke giştî. Mazlum Ebdî da zanîn ku li gorî agirbestê divê tu hêzên leşkerî li Minbicê nemînin anku Minbic ji tevahî pêkhatên leşkerî were valakirin. Mazlûm Ebdî der barê êrişên li dijî gundewarê başûrê Kobanê de bi taybet li herêma Qerekozakê axivî ku hêzên wan bi lehengî parastina herêmê dikin. Mazlûm Ebdî anî ziman ku dewleta Tirk a ji ber êrişên xwe rastî zextên navneteweyî yên mezin hatin û bi her êrişeke Tirkiyê ya li ser Kobanê re dê berxwedana Kobanê ya dîrokî dubare bibe.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku pêşkêşkirina wan ji bo vegerandina tirbeya Silêman Şah weke niyeta baş ji aliyê wan de bû. Mazlûm Ebdî der barê hebûna lihevkirinekê navbera wan û Heyet Tehrîr El Şam de li Heleb û Dêrazorê got armanca wan a hebûna li rojavayê Dêrazorê ew bû ku rê li pêş pêşketina DAIŞê bigirin. Ebdî aşkera kir ku bi destpêka êrişan re wan agahî ji “Heyet Tehrîr El Şam” wergirtin ku wê herêmên wan nabin armancê.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî aşkera kir ku agahiya Rûsyayê ji êrişa “Heyet Tehrîr El Şam” bi rêya Tirkiyeyê hebû û got: “Komên girêdayî Tirkiyeyê nikarin biryarekê bêyî vegera li Enqereyê bidin. Ji bo herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine derfetên çareserkirinê hene. Em tu xeteriyê li ser ewlehiya Tirkiyeyê çênekin û em amade ne bi Tirkiyeyê re bikevin diyalogê. Dewleta Tirk hewl dide wan ji qonaxa siyasî bi dûr bixe. Ji bilî komên girêdayî Tirkiyeyê tu kes naxwaze şer li Sûriyeyê bibe. Ji her demê zêdetirî pêdivî bi yekitî û biratiya gelan heye. Ji ber guhê xwe ji hewldanen Rêveberiya Xweser a diyalogan re digirin krîza Sûriyeyê çareser nabe. Beşdariya Rêveberiya Xweser di qonaxa siyasî de dê bi xwe re çareserkirina krîza Sûriyeyê bîne. Divê helwesta Kurdan di qonaxa nû ya Sûriyeyê de yekgirtî be.”

 

Etîket: HSDMazlum Ebdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

27 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne