• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Meşa Colemêrgê: Komkujiyên JÎTEMê bi destê HTŞê didomin

Colemêrg /AW

21 ÇILE 2026 - 16:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Colemêrg – Li dijî êrişên ser Rojava yên çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê li navenda Colemêrgê meş hat lidarxistin wiha hat gotin: “Komkujiyên bi destê JÎTEMê dihatin kirin îro bi destê HTŞê tên domandin.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Colemêrgê bi şîara “Em ji bo Rojava dimeşin” li bajêr meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de pankarta “Rojava wîjdan, berxwedan û azadî ye, teslîm nayê girtin” hat vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Parlementerên DEM Partiyê yên Colemêrgê, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li meşê bûn.

‘Rojava vediguhere qada şer’

Piştî meşê daxuyanî hat xwendin û hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Behçet Kanat, metna daxuyaniyê xwend. Behçet Kanat diyar kir ku êrişên bênavber ên li dijî Rojava sûcekî eşkere yê mirovahiyê ye û ev tişt anî ziman: “Ev êrişên bi çekên giran ên ji hêla komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê ve têne kirin, rasterast sivîlan hedef digirin û dibin sedema windahiyên sivîl. Di nava wan de zarok jî hene. Armancgirtina sîstematîk a deverên niştecihbûnê binpêkirinek bi zanebûn a mafê jiyanê ye û delîlek eşkere ye ku Rojava vediguhere qada şer.”

Konsepta komployê li Rojava didome

Piştî re parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartinê êrişên li ser Rojava şermezar kir. Oznur Bartinê da zanîn ku dilê hemû Kurdan ji bo Rojava lê dide û wiha axivî: “Li Rojava berxwedanek mezin bi pêşengiya jinan pêk hat û hemû gel bi hev re dijîn. Konseptek komployê li dijî Birêz Ocalan pêş ket û îro jî heman konsept li Rojava pêş dikeve. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî jiyanek alternatîf, fersendeke dîrokî ji hemû gelan re hat dayîn. Ev yek li gorî dewletên neteweyî nebû. Hûn xiyaneta herî mezin dikin.”

‘Tişta ku JÎTEMê dikir, niha HTŞ dike’

Piştre, parlamenter Vezîr Parlak Coşkûn jî axivî û ev tişt got: “Em hemû şehîdên berxwedana Rojava bi bîr tînin. Wek gelê Colemêrgê, em vê berxwedanê hembêz dikin. Silav ji Kurdên ku li hemû parzemînan li ber xwe didin re. Bi hezaran sal in em li ser erdnîgariya xwe bi çand û zimanê xwe jiyan. Me qet dest nedaye milkê tu kesî. Lê wan bi polîtîkayên cûrbecûr, dest datînin ser nirxên me. Bila mafên gelê Kurd di qanûn û destûrê de werin naskirin. Bi hezaran sal in gelê Kurd ji têkoşîna xwe paş ve gav neavêtiyê. Kurd bi mirinê têk naçin, serî natewînin. Em ê vê têkoşînê berfireh bikin. Komkujiyên ku ji hêla JÎTEMê ve hatine kirin, niha ji hêla HTŞê ve têne kirin. Em vê yekê qebûl nakin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: Behçet KanatMeş û daxuyanîPlatforma Saziyên Demokratîk a ColemêrgêVezîr Coşkun Parlak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

12 GULAN 2026
Parlak: Divê em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin

Parlak: Divê em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin

2 SIBAT 2026
Li Rûbarokê bang kirin: Xwedî li Rojava derbikevin

Li Rûbarokê bang kirin: Xwedî li Rojava derbikevin

27 ÇILE 2026
Li Şemzînanê meş: Dixwazin pêvajo bi dawî bikin

Li Şemzînanê meş: Dixwazin pêvajo bi dawî bikin

19 ÇILE 2026
Parlamenter Parlak binçavkirina rojnameger Orûç ji Wezareta Dadê pirsî

Parlamenter Parlak binçavkirina rojnameger Orûç ji Wezareta Dadê pirsî

16 ÇILE 2026
‘Em nahêlin hişmendiya DAIŞê Kurdan tune bike’

‘Em nahêlin hişmendiya DAIŞê Kurdan tune bike’

15 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne