• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em nahêlin hişmendiya DAIŞê Kurdan tune bike’

Wan /AW

15 ÇILE 2026 - 15:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên li ser Rojava bi tevlibûna hezaran meşek li dar xist. Hevberdevka Însiyatîfa Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê di daxuyaniyê de axivî û got: “Em Kurd in, çi Rojhilat, çi Bakur, çi Başûr û çi Rojava, em ê nehêlin ku hişmendiya DAIŞê û piştgirên van çeteyan hebûna gelê Kurd tune bike.”

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Wanê têkildarî êrişên li ser Rojava bi tevlibûn hezaran kesan meşek hat lidarxistin. Girse, li Parka Kûrtûlûşê kom bû û heta Beş Yolê ya li navçeya Rêya Armûşê meşiyan. Di meşê de pankartên “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye”, “Rojava xeta me ya sor e”, “Em rê nadin pergala dagirker” û “Li ser şopa Denîzan, îmana me berxwedan” hatin vekirin û lolîpopên li ser nivîsên “Dawî çi dibe bila bibe dê wê bêhempa be”, “Rojava ne tenê ye” û “Ji Qelqeliyê heta Rojava wê berxwedan li ser bikeve” dinivîsand hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Kujer HTŞ”, “Wê Rojava ji bo DAIŞê bibe goristan” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kirin. Li gel endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî jî tev li meşê bûn.

‘Roj roja yekitiyê ye’

Welatiyan di paçeyên xwe de û wesayîtan jî bi korneyan piştgirî dan meşê. Gelek welatî jî di rê de tev li meşê bûn û bertekên xwe yên li dijî êrişan anîn ziman. Girseyê li Beş Yolê daxuyaniyek da. Hevberdevka Însiyatîfa Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Rojavayê bi berxwedana xwe navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivisand. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê anî ziman ku her ol, bawerî dikarîn bi hevre bijîn û got: “Lê hîşmendiya DAIŞê li ser yek ol û yek al tevdigere. Dema ku êriş li ser Şexmeqsûd çêbû, ne tenê li ser taxekî bû, ev êrîş li dijî hemû gelan bû, li dijî gelê Kurd bû. Em dizanin kî piştgiriyê dide vê hişmendiyê. Dewleta Tirk piştgiriyê dide vê hişmendiyê û netew-dewlet piştgiriyê didin van çetayan. Em Kurd in, çi Rojhilat, çi Bakur, çi Başûr û çi Rojava, em ê nehêlin ku hişmendiya DAÎŞ’ê û piştgirên van çeteyan hebûna gelê Kurd tune bike. Îro roj roja yekitiya gelê Kurd e. Bila Kurdê welatparêz, kurdê şeref, kurdê bi rûmet xwedî li deskeftiyên xwe derbikevin.”

Bang li cîhanê kir

Di berdewamiyê de Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê da zanîn ku çawa di sala 2014an de gelê Kurd bi rihê Kobanê xwedî Rojava derket, îro jî dê gel bi vî ruhî xwedî li Rojava derbikeve. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê destnîşan kir ku li her derê gel li dijî van êrîşan derket û bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em ê têkiliyên xwe yên dîplomasiyê jî mezin bikin. Banga me li hemû dewletên cîhanê ye ku bila piştgiriyê nedin hişmendiya DAIŞê, bila piştgiriyê bidin gelan. Bila gelê kurd jî tîfaqiya xwe xurt bike û xwedî deskeftiyên xwe derbikeve. Li ku derê êriş li ser Kurdan, mafên Kurdan hebe, zimanê Kurdan û nasnameya Kurdan hebin ew der dê ji me re bibe cîhê berxwedanê. Em ê bi rihê Kobanê li her deran derbikevin kolanan û xwedî li gelê xwe derbikevin. Em kurd in, em Kurdistanî ne. Em ê her tim piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe.”

Çalakî bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Etîket: êrişên ser RojavaGulcan Kaçmaz SayyîgîtMeş û daxuyanîPlatforma Saziyên Demokratîk li Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

10 HEZÎRAN 2026
Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

26 NÎSAN 2026
Bi hezaran ji bo aştî û azadiyê herikîn qada mîtîngê

Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

26 NÎSAN 2026
Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

12 ADAR 2026
Çalakiyên me asteng dikin: Ka xwişk û biratî?

Çalakiyên me asteng dikin: Ka xwişk û biratî?

30 ÇILE 2026
Gelê Amedê: Li hemberî êrişên qirêj em ê serî hildin

‘Roj roja xwedî derketina Rojava ye’

23 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne