• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mehmet Salîh Coşkûn: Divê pênaseya hemwelatîbûnê bê guhertin

Onder Akbulut/ AW

15 KANÛN 2025 - 08:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan- Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Parêzer Mehmet Salîh Coşkûn rapora AKPê nirxand û got: “Tu guhertina zagonan, makezagonan li ber çav negirtine, tu pêşniyarên guhertina qanûnan nekirine. Divê pêşniyara guhertina qanûna hemwelatiyê bikirina.”

Partiyên siyasî yên ku di Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevtirgina Milî de cîh digirtin piştî ku guhdarîkirinên saziyên civakî qediyan, heyet ji komîsyonê çû Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê partiyan raporên ji bo taslaxên qanûnî amade kirin û pêşkeşî komîsyonê kirin. Rapora AKPê ya ku di derheqê çareseriya pirsgirêka Kurdan û binpêkirinên mafê mirovan de tu pêşniyarên çareseriyê nedihewîne dibe sedemê bertekan û di nav gel de baweriya ji bo pêvajoya Aitî û Civaka Demokratîk lewaz dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan vê pêvajoyê ji bo xwîşk û biratiya gelê Tirk û Kurd, ji bo avakirina Komareke Demokratîk wek firsendeke dîrokî dinirxîne. Pêvajo û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd ji çar aliyên cihan ji aliyê bi sedan kesên rewşenbîr, akademîsyen, ramyar û partî û saziyan ve wek firsendeke dîrokî û çareseriyeke demokratîk, makûl hatin nirxandin. Lê AKP bi rapora ku amade kiriye jî nîşan dide ku ji aştî û çareseriyê re ne amade ye.

Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê Parêzer Mehmet Salîh Coşkûn di derheqê rapora AKPê de ji bo Ajansa Welat nirxandin kirin.

‘Rapora AKPê li ser tasfiyekirina PKKê hatiye amadekirin’

Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê Parêzer Mehmet Salîh Coşkûn diyarkir ku îsal 77emîn salvegera qebûlkirina danezana mafê mirovan a gerdûnî ye. Em di hefteya mafê mirovan de ne û got: “Di vê hefteyê de partiyên siyasî raporên xwe yên ji bo çareseriyê pêşkêşî Komisyona Meclisê kirin. Ev mijareke girîng e. Divê ev raporana ji tevahî raya giştî re jî werin parvekirin. Rapora AKPê li ser tasfiyekirina PKKê hatiye amadekirin. Dibêje bila tu rêveberên PKKê neyên li Tirkiyeyê siyasetê nekin. Lê PKKê di kongreya xwe ya 12emîn de jî diyar kir ku ew faliyetên xwe yên leşkerî didin sekinandin û dixwazin pirsgirêkên heyî bi rêya siyasetê çareser bikin, werin li Tirkiyeyê siyasetê bikin. Vê pirsgirêkê bi rêbazên siyasî çareser bikin. Ev rapor di vî alî de bi pirsgirêk e.”

‘AKP naxwaze pêvajo biçe sêrî’

Mehmet Salîh Coşkûn Rapora AKPê di alilyê hiqûqî de jî nirxand da zanîn ku rapor di aliyê hiqûqî de jî kêm û wiha berdewam kir: “Tu guhertina zagonan, makezagonan li ber çav negirtine, tu pêşniyarên guhertina qanûnan nekirine. Divê pêşniyara guhertina qanûna hemwelatiyê bikirina. Dema mirov li raporê dinêre tu dibînî ku tu ji bo çareserkirina pirsgirêka miletê kurd tu nirxandineke şênber tuneye. Ev rapor nîşan dide ku AKP, hukumeta Tirkiyeyê naxwaze ev pêvajo biçe sêrî. Çunkî mixabin tiştekî şênber di raporê de tuneye.”

‘Di sêrî de divê edalet were pêkanîn’

Mehmet Salîh Coşkûn bi lêvkir ku di raporê de ji bo ji holêrakirina binpêkirina mafê mirovan jî tiştek tuneye û axaftina xwe wiha domand: “Bi salan e mafê gelê Kurd yê siyasetê, xwe îfadekirinê tê binpêkirin, tê qedexekirin. Di sêrî de divê edalet were pêkanîn. Di salên 80yî de, salên 90î û 2000an de gelê Kurd ji bo mafên xwe yên miletî, mafên xwe yên siyasî têkoşîn meşand, lê mixabin dewletê ev têkoşîna terorîze kir. Bi hezaran winda hene, kuştî hene. Dîsa mafê siyasetê, mafê xwe îfadekirinê hate binpêkirin. Mixabin ev mijaran ji di rapora AKPê de li ber çavan nehatiye girtin. Lê komîsyonê Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Komeleya Mafê Mirovan, Baroyên herêmê û gelek kes guhdar kir, pêşniyarên wan girtin. Divê komîsyon van pêşniyaran li ber çavan bigire û li gor wê mafê Kurdan bê parastin. Pênaseya hemwelatîbûnê bê guhertin.”

Etîket: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkrapora AKPê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

17 TEBAX 2026
Ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve: Qanûna Çarçoveyî

Ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve: Qanûna Çarçoveyî

10 TEBAX 2026
Erdogan Aydin: Îro Kurd xwedî daneheveke îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî ne

Erdogan Aydin: Îro Kurd xwedî daneheveke îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî ne

10 TEBAX 2026
‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

10 TEBAX 2026
‘Rêbertî gav bi gav muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê’

‘Rêbertî gav bi gav muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê’

9 TEBAX 2026
‘Aştî yekalî nabe, pêwîst e bi awayekî giştî û temamî pêk bê’

‘Aştî yekalî nabe, pêwîst e bi awayekî giştî û temamî pêk bê’

9 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne