• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclisa Swîsreyê pêşnûmeya qirkirina êzidiyan nas kir

Navenda Nûçeyan / AW

17 KANÛN 2024 - 22:33
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Meclisa Federal a Swîsreyê bi piraniya dengan pêşnûmeya ku qirkirina Êzidiyan nas dike qebûl kir. Di pêşnûmeyê de ji Konseya Federal a Swîsreyê tê xwestin ku ji bo tazmînata sûcên hatine kirin kampanyayek navneteweyî bê meşandin.

Parlamenterê Meclisa Federal a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Fabian Molina û parlamentera Keskan Sîbel Arslan ji bo komkujiyên çeteyên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan weke qirkirin bên naskirin, pêşnûme pêşkêşî meclisê kiribû. Li Meclîsa Federal a Swîsreyê civîneke taybet hat lidarxistin. Mexdûrên komkujiya DAIŞê û kesayetên navdar ên civaka Êzidî jî beşdarî rûniştina taybet a ji bo dengdana pêşnûmeyê hat kirin.

Molîna: Sûcên qirkirinê hatin belgekirin

Parlamenterê Meclisa Federal a Partiya Sosyalîst Fabian Molina di rûniştina taybet de axivî û komkujiyên DAIŞê yên di sala 2014an de li dijî Êzidiyan pêk anî bi bîr xist û got: “Sûcên hovane yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin, ji aliyê tîma lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî, UNITAD, û rayedarên din ên vekolînê ve hatine belgekirin û îsbatkirin. Civaka navneteweyî ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bi giştî qebûl kiriye ku sûcên hatine kirin di çarçoveya Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcên Qirkirinê de qirkirin e.”

Molina bal kişand ser êrîşên DAIŞê yên bi aramanca tunekirina gelê Êzidî hatin kirin. Molina diyar kir ku ji sala 2014an ve DAIŞ bi awayekî sîstematîk êrîşî cihên Êzîdî li Iraqê dike da ku çand û jiyana Êzdiyan têk bibe û got: “Bi vê yekê bi deh hezaran Êzidî bi taybetî jin kuştin û kirin kole. Jin, mêr û zarokên Êzîdî yên dîl hatin girtin, neçar man ku di dîlgirtinê de bixebitin û rastî tundiya zayendî û hovîtiyên din hatin. Ev hemû sûc di rapora UNITAD’ê cih digirin. Bi aramanca wan tinekirina gelê Êzidî hatine kirin.”

Molina bi bîr xist ku hin Êzidiyên ku ji komkujiyên DAIŞê rizgar bûne li meclîsê bûn û wiha domand: “Weke komîsyon em piştgiriyê didin têkoşîna li dijî bêcezabûnê yên sûcên herî giran. Têkoşîna li dijî bêcezakirinê ji bo serweriya hiqûqê û pêşîgirtina li sûcên herî giran alîkariyek girîng e. Li hember gefa bihêzbûna DAIŞ’ê ya li Sûriyê, ev pêşnûmeqanûn girîngtir xuya dike. Pêşnûmeqanûn bi polîtîkaya bêalîbûnê ya Swîsreyê re jî li hev dike. Di vê çarçoveyê de komîsyon bi bîr dixe ku DAIŞ ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke rêxistineke terorîst e û berovajî îdîayên wê ne dewlet e. Bi vî ruhî ez daxwaz dikim ku parlamento pêşnûmeya heyî qebûl bike.”

Sîbel Arslan: Divê ev hovîtî bê cezakirin

Piştî Molina parlamentera Partiya Keskan Sîbel Arslan axivî û bal kişand ser asta komkujiya ku DAIŞê li dijî Êzidiyan pêk anî û got: “Neteweyên Yekbûyî ev sûc weke qirkirinê pênase kir. Gelek dewletên cuda bersiva vê banga Neteweyên Yekbûyî dan. Ji bo ev hovîtî bêceza nemîne, divê em bibin alîkar.”

Piştî axaftinan pêşnûmeqanûn kete dengdanê. Li hemberî 62 dengên na, 27 dengên bêalî û bi 105 dengên erê hat qebûlkirin.

Li gorî pêşnûmeqanûna ku hatiye qebûlkirin, Swîsre;

“Koçberkirina bi darê zorê, destavêtin, cînayetên sîstematîk ên ku bi armanca qirkirinê li dijî Êzidiyan hatine kirin, her wiha wêrankirina cihên wan ên îbadetê bi tundî şermezar dike;

Êrîşên DAIŞê yên ji 3’yê Tebaxa 2014’an û vir ve li dijî kêmarên olî yên Êzidiyên li Iraqê weke qirkirinê qebûl dike;

Daxwaz dike ku ev pêşnûme ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ve bi rêya tora xwe ya dîplomatîk ji civaka navneteweyî re bê şandin;

Daxwaz ji Konseya Federal dike ku ji bo sûcên ku hatine kirin, pabendbûna navdewletî bide.”

Etîket: DAIŞÊzidîFabian MolînaMeclisa FederalSîbel ArslanSwîsre
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne