• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclisa Jinan a DBPê: Em ê qadên 8ê Adarê bikin qadên azadiyê

Amed / AW

25 SIBAT 2025 - 13:00
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Berdevka Meclisa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin û bi rasthatina 8ê Adarê dê li qadan bin û got ku divê jin îsal qadên 8ê Adarê bikin qadên azadiyê.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî bi rasthatina 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û geşedanên di rojevê de li Buroya Şêwrê ya DBPê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.

Bêrîvan Bahçecî bi bîr xist ku ew bi şîara “Li dijî qirkirina jinan em ê serî rakin, em ê azadiyê bînin” ber bi 8ê Adarê ve diçin.

‘Her roj jin dibin armanca êrişan’

Bêrîvan Bahçecî anî ziman ku ji aliyê desthilatdariya mêr ve her roj jin tên kuştin û wiha got: “Di her qadê de jin li ber xwe didin û serî radikin. Ji her aliyê ve pêvajoyêk bêhempa tê meşandin. Hem jî berxwedanek tê meşandin. Lê her roj siyasetmendar tên girtin bi taybetî jî siyasetmendarên jin tên girtin û dibin armanca êrişan. Û her roj zextên li ser Çapemeniya Azad a Kurd zêde dibe ji ber ku neheqiya li ser gelê Kurd tevahî cîhan dibîne. Naxwazin ku ev neheqî ji aliyê raya giştî ve were zanîn. Di heman demê de jî bi taybetî hevalên jin ên rojnameger dibin armanca êrişan û tên kuştin. Carek din em dibêjin em ê her tim wek jinên azadîxwaz wek Meclisa Jinan a DBPê tu carî nehêlin ku dengê Çapemeniya Azad were qutkirin.”

Bêrîvan Bahçecî di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman:

‘Tecrîda li ser birêz Ocalan didome’

“Di heman demê de hûn jî dizanin pevajoyêk behsa aştiye tê kirin heye, lê bi gelemperî dema em lêdinêrin em nikarin behsa pêvajoyê bikin. Ji ber ku cihê ku aştî lê hebe û behsa rawestandina şer bê kirin; divê li wir zarok, jin neyên kuştin, kes neyên girtin. An ji kesên kedê ji bo zimanê xwe didin neyên kuştin. Lê em her roj bi van tiştan re rû bi rû dimînin. Cihê ku şer şer lê hebê aborî xerab e. Heke ku tecrîd hebe her tişt tên rawestandin niha jî ew tişt bi destê desthilatdariya AKPê vê tê meşandin.

Divê birêz Ocalan azad bibe

Em behsa tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dikin. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li ser tevahiya gel tecrîd heye. Ji bo vê jî heta ku tecrîd neyê rakirin û birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, em nikarin behsa pêvajoyê bikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk were, her tim me gotiye û em ê bibijîn; em ê li ber xwe bidin. Lewma me her tim bedel dane. Heya ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gele Kurd pêk were, em ê serî rakin.

Êrişî çand û zimanê me dikin

Li aliyekî behsa pêvajoya aştiyê dikin li aliyê din her roj gund û çiyayên me, çand û zimanê me qedexe dikin. Îro jî li Şirnexê ketin û derketina gelek herêman hat qedexekirin. Em dibêjin heke ku hûn behsa vê pêvajoyê dikin destê xwe ji ser çiya, ziman û çanda me bikişînin.

Sedsala jinan

Ji bo ku sedsala 21emîn bibe sedsala jinan em ê her li ber tundiya li ser jin û zarokan rabin û li dijî vê xwe bi rêxistin bikin. Bi hezaran jinên Kurd bi rêxistinkirina xwe li qadan têdikoşe û li ber xwe didin. Jin hêza xwe ji rêxistinbûnê digirin. Em ê têkoşîna xwe wek a Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Sarayan berfireh û mezin bikin. Em ê tu carî ala têkoşîna wan li erdê nehêlin.

Vîna gelê Kurd desteser dikin

Êrişên li ser îradeya gelê Kurd nayên qebûlkirin. Di 2024an de hilbijartin çêbû gelê Kurd xwedî li vîna xwe derket û îradeya xwe danî holê. Lê dîsa desthilata faşîst naxwaze gelê Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibe. Naxwazin gelê Kurd xwe bi rêxistin bike. Dixwazin gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd hewceyî dewletê bibin. Em dibêjin destê xwe ji ser vîna gel û têkoşîna gel rakin. Hûn nikarin bi girtin û kuştinan vîna me desteser bikin. Lê em ê dest ji vîna xwe bernedin. Em ê her tim vîna xwe xurt bikin. Em ê dîsa şaredariyên xwe bistînin. Çima em dibêjin qeyûm talan e? Ji ber ku qeyûm êrişî vîna jinan dike, tiştên jin ava dikin dagir dike û digire. Qeyûm li şaredariyan zîhniyetek mêrperestî dide meşandin.

Em di 8ê Adarê de her qadê bikin qada azadiyê

Em ê wek Meclisa Jinan a DBPê li 11 bajaran, em ê li qadan bin. Em ê li Erzirom, Mûşê, Meletî, Semsûr, Mereş, Şirnex, Dîlok, Sêrt, Çewlig, Bedlîs û Depê kargehên-atolyeyên jinan pêk bînin. Em bi rasthatina 8ê Adarê bang li hemû jinan dikin ku qadan bikin qadên 8ê Adarê û qadên azadiyê û jinan. Em bi deng û reng û çanda xwed li qadan bin. Em li dijî hemû desthilatdaran dibêjin Jin Jiyan Azadî.”

Etîket: 8ê AdareAbdullah OcalançandDBPKurdMeclisa Jinan a DBPêziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne