• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

MEBYA-DER: Me xwest ku ji bo gorên bênav komîsyonek bê avakirin

Omer Demîr / AW

11 COTMEH 2025 - 09:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Razaman Dengîz têkildarî civîna wan a li komîsyonê diyar kir ku wan ji komîsyonê re daxwazên xwe û malbatên ku zarokên wan jiyana xwe dest dane anîne ziman û wan ji komîsyonê xwestiye ku komîsyon biçe Îmraliyê û ji bo gorên bênav komîsyonek were avakirin.

Hevserokê Komeleya Piştgirî û Yekitiyê ya ji bo Kesên Xizm û Nasên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirinê re (MEBYA-DER) a Amedê Ramazan Dengîz jî tev li rûniştina 2yemîn a civîna 14emîn a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî bûbû û axaftinek kiribû. Ramazan Dengîz têkildarî civîna li komîsyonê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Yek aliyê pêvajoyê jî em in’

Ramazan Dengîz diyar kir ku ji bo tev li komîsyonê bibin wan serlêdan kiribû û ev serlêdana wan hate pejirandin û got: “Yek ji aliyê pêvajoyê em in. Pêvajoya şer gelek bandor li ser me kir. Me li wir gelek tişt anîn ziman. Li wir di serî de me sedema avakirina MEBYA-DERê eşkere kir. Me got saziya me ji aliyê kesên zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane hatiye avakirin. Êşên malbatên me kişandiye me eşkere kir. Hevseroka MEBYA-DERa Êlihê Nezahat Toprak jî li wir bû û wê jî êşên ku malbatan kişandine anîn ziman.”

‘Me pêşniyara avakirina bankaya DNAyê kir’

Ramazan Dengîz bal kişand ser daxwazên ku kirine û ev yek anîn ziman: ““Me hin xalan anîn ziman. Divê di serî de dewlet êşên ku malbatan kişandine bibîne û hîs bike. Li Amedê 337 cenaze bi komî hatine veşartin. Nayê zanîn ku cenaze aîdî kê ne û malbatên wan nayên zanîn. Me pêşniyara avakirina bankaya DNAyê kir. Piştî vê divê gor bên vekirin û testên DNAyê bên kirin. Bi vî awayî nasnameya hevalên şehîd dê derkevin holê.”

‘Divê komîsyonek bê avakirin û wan gorên bênav tespît bike’

Ramazan Dengîz destnîşan kir ku piştî kesên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin dewlet dozan li malbatên wan vedike û got: “Dewlet hem dozn li malbatan vedike hem jî hêcz ji malbatan re dişîne. Me anî ziman ku ev pirsgirêkekî mezin e. Divê ev jî holê bên rakirin. Yêk jî daxwaza me li ser gorên bênav bû. Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê gorên bênav hene. Divê komîsyonekî bê alî were avakirin û van goran tespît bike. Ev gorên bê kes bi temamî werin eşkerekirin.”

‘Me pêşniyara hevdîtinê li komîsyonê kir’

Ramazan Dengîz bi lêv kir ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û wiha got: “Me pêşniyarî li komîsyonê kir ku bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ji aliyê gel û saziyan ve hatiye diyarkirin ku birêz Abdullah Ocalan sermuzakerevan e. Komîsyon hevdîtinê neke ev nakokî ye. Divê komîsyon biçe Îmraliyê.”

‘Divê zimanê desthilatê û çapemeniyê bê guhertin’

Ramazan Dengîz diyar kir ku wan zimanê desthilatê û zimanê medyayê têkildarî pêvajoyê anîne ziman û wiha got: “Hê jî çapamenî û desthilat zimanê dijminatî bikar tîne û bi zimanê dijminatî nêzî pêvajoyê dibe. Ev ziman û şêwaza desthilatê û çapameniyê divê bê guherandin. Me gelek êş kişandiye lê malbatê me bi dilekî baş nêzî pêvajoyê dibin. Û me jî piştgiriya xwe li vir anî ziman. Piştî civîn li komîsyon bi dawî bû serokê komîsyonê Numan Kurtulmuş hat cem hevala Nezahat Toprak û jê re got, ‘gotina we li ser min gelek bandor kiriye’. Nêzikbûna komîsyonê gelek baş bû. Me dosyekî berfireh teslimî komîsyonê kir û daxwazê xwe anîn ziman.”

Etîket: Abdullah OcalangorgoristanKomîsyona Demokrasî Xwişk-Biratiyê û Hevgirtina MilîMEBYA-DERRamazan Dengîz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

16 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
MEBYA-DERa Sêrtê Yekemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist

MEBYA-DERa Sêrtê Yekemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist

9 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne