Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir û şîfaya lezgîn ji wan re xwest.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî tevî şandeyek pê re serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir.
Mazlûm Ebdî û şandeya serdana birîndarên li nexweşxaneya Kobanê têne dermankirin, kirin, pirsa rewşa wan kir û şîfaya lezgîn ji wan re xwest.
Piştî şehadeta şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) duh li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistinLi bajarê Kobanê jî bi hezaran kes daketin qadan. Ji ber hewldana Hêzên Ewlehiya Giştî ya destwerdanê û jihevqetandina xwepêşandanê, li herêmê ji bo sekinandina xwepêşandê kevir hatin bikaranîn û gulebaran çêbû. Wê hêzê hejmareke ciwan girtin û ew sewqî zindanê kirin.
Piştre di hundirê zindana Kobanê de ji ber hin agahiyên ku dibêjin dê girtiyan sewqî zindanên bajarê Helebê bikin, rageşî zêdetir bû û alozî di hundirê zindanê de derket û di hin beşên zindanê de şewat derket. Di encama şewatê de 8 girtiyan jiyana xwe ji dest da û 17 girtiyên din birîndar bûn.













