Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bi Gerînendeyê Herêma Kobanê Îbrahîm Muslim re bûyera li girtîgeha Kobanê nîqaş kir û got divê lêpirsîneke zelal û serbixwe vebe û sûcdar werin cezakirin.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bi Gerînendeyê Herêma Kobanê Îbrahîm Muslim re li navenda gerînendetiyê civiya.
Di civînê de hûrgiliyên şewata zindana Kobanê ya 2 rojan pêk hatî ku di encamê de 9 girtî şehîd bûn û 17 kes birîndar bûn, her wiha tedbîrên guncaw ên ji bo pêşîgirtina li mîna van bûyeran nîqaş kirin.
Îbrahîm Muslim got, ji bo şênî werin parastin û herêm aram bibe, pêwîstî bi aktîvkirina rola saziyên dadwerî, ewlehî û xurtkirina hevrêziyê heye.
Ebdî jî diyar kir ku divê lêkolîneke serbixwe û zelal vebe û sûcdar werin cezakirin.
Mazlûm Ebdî bal kişand ser parastina ewlehiya bajêr, aktîvkirina rola saziyên îdarî û dadwerî û lezandina proseya entegrasyona saziyên ewlehî, dadwerî û îdarî.













