• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Malbatên girtiyan: Divê dewlet ewilî girtiyên nexweş berde

Mahmût Altintaş / AW

30 NÎSAN 2025 - 08:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Malbatên girtiyan diyar kirin ku bi hezaran girtiyên nexweş di girtîgehan de ji mafên xwe yên tenduristiyê bêpar dimînin û gotin ji bo pêvajo biçe serî divê dewlet jî gavan biavêje û hemû girtiyên siyasî werin berdan.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de 335 jê girtiyên rewşa yên wan giran û bi giştî jî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji ber ku di girtîgehan de tedawiyeke baş nayê kirin gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û gelek girtiyên nexweş jî tevî rewşa wan giran e nayên berdan. Bi destpêkirina pêvajoyê re her kes li bendê ye ku girtiyên nexweş û girtiyên siyasî werin berdan. Di çerçoveya mafê hêviyê, guherîna qanûna înfazê û berdana girtiyên nexweş de hem saziyên hiqûqê û hem jî şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji Wezareta Dadê re hevdîtinan dike. Piştî van hevdîtinan çavê malbatên girtiyan jî li berdana zarokên wan e. Malbatên girtiyan diyar kirin ku ji bo pêvajo biçe serî divê dewlet jî gavan biavêje û daxwaza berdana girtiyên siyasî kirin.

‘Divê di serî de girtiyên nexweş bên berdan’

Dayika girtiyê nexweş Yakûp Akman ê 6 sal in di girtîgehê de ye Fînce Akman bi lêv kir ku divê kurê wê ji qirika xwe bê emeliyatkirin lê emeliyata wî pêk nayê û wiha got: “Dibêjin pêvajoya aştiyê lê dewlet gav navêje. Tenê Kurdan heta niha gavan avêtin e. Hê jî êrişên Tirkiyeyê berdewam dikin. Hê jî girtiyên nexweş nayên berdan û tedawiya wan nayê kirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan û malbat li derve tedawiya zarokên xwe bikin. Divê demildest dewlet jî gavan biavêje û di serî de girtiyên nexweş bên berdan. Dema girtiyên nexweş nehatin berdan em ê çawa baweriya xwe bi hikûmetê bînin. Feydaya şer tune ye. Em aştiyê dixwazin şer naxwazin. Divê dewlet jî şer rawestîn e û girtiyên siyasî berde.”

‘Ev pêvajo bi yek alî nabe’

Xwişka girtiyê nexweş Erdal Ozel ê 20 sal in di girtîgehê de ye Kumruye Akgun bi lêv kir ku nexweşiya serî û dil li birayê wê peyda bûye û tevî vê yekê jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin û wiha axivî: “Tedawiya birayê min qet nakin. Em dixwazin tedawiya wî bikin. Xwîn çûye ser mîdey wî û carek jî krîza dil derbas kiriye lê dîsa jî nabin kontrolê û tedawiyeke baş nayê kirin. Em daxwaza berdana hemû girtiyên nexweş dikin. Di vê pêvajoyê de divê girtî bên berdan. Bila zarokên me berdin. Bi yek alî ev pêvajo naçe serî, divê her dû aliyên pêvajoyê gav biavejin. Ji aliyekî vê dibêjin pêvajo, ji aliyê din vê jî êriş, girtin û binçavkirin jî berdewam dikin. Bi vî awayî nabe.”

‘Heke girtî neyên berdan v pêvajo wê neçe serî’

Nezîme Dal ku kurê wê Mehmet Emîn Dal di girtîgehê de ye anî ziman ku 10 sal in kurê wê di girtîgehê de ye û wiha got: “Em weke malbatên girtiyan dixwazin girtiyên me bên berdan. Em şer naxwazin em aştiyê dixwazin. Divê êdî şer bisekine û hêsirên çavê dayikan nerijin. Divê hemû kes xwedî li girtiyan derbikeve. Divê girtî di vê pêvajoyê de bên berdan. Heke girtî neyên berdan ev pêvajo bi serkeftî naçe serî. Em edalet û wekheviyê dixwazin.”

Etîket: girtîgehgirtiyên nexweşÎHDmalbatên girtiyanpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

3 COTMEH 2026
Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

3 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne