• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Otomatik taslak

    ‘Heta hovîtî li girtîgehan bi dawî dibe em li vir in’

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Îranê kolberek qetil kir

    Îranê kolberek qetil kir

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Otomatik taslak

    ‘Heta hovîtî li girtîgehan bi dawî dibe em li vir in’

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Îranê kolberek qetil kir

    Îranê kolberek qetil kir

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Malakan penîrê qaşar û gravyer anîne Qersê

Sema Gezîcî - Serhat Toptaş / AW

20 MIJDAR 2026 - 09:50
Kategorî: KED Û ABORÎ
A A
Qers – Yek ji avakarê Koperatîfa Serhatê Reîs Baykiz ku derbarê berhemên Qersê de axivî, diyar kir ku li Qersê gelek cureyên penîr û berhemên din tên çêkirin û got: “Her cureyek penîr xwedî taybetmendiyeke cuda ye.”

Li Qersê gelemperî sewalkarî tê kirin û bi berhemên şîr her cure penîr û rûn tê çêkirin. Her penîr taybetmendiyeke xwe heye û bi awayeke cuda tê çêkirin. Heta ku xelkê gundê Malakanê yê Qersê jî cureyên penîr li Qersê zêde kirine. Di dema Sovyetan de ji aliyê Stalîn ve gelê Malakan sirgûnî Qersê tên kirin. Li vir jî ji xwe re gund ava dikin û bi xwe re jî penîrê qaşar û gravyer tînin. Gelên li herême jî çêkirina qaşar û gravyer ji wan hîn dibin. Niha li Qersê hê jî cureyên penîrên Malakanê tên çêkirin. Di nava gel de bi salane gelek cureyên penîr bi awayên cuda tê hilberandin. Ne têne penîr her wiha rûnê nivîşk û hingiv taybetmendiyên vê herême ne.

Reîs Baykiz ê yek ji avakarê Koperatîfa Serhat e ku ji aliyê 12 hevalan ve hatiyê avakirin, li ser taybetmendiyên berhemên Qersê û kar û xebatên dimeşînin ji ajansa me (AW) re axivî.

‘Penîrê qaşar ji aliyê Malakan ve hatiye Qersê’

Reîs Baykiz anî ziman ku li Qersê gelek cure penîr hene û her penîr xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Reîs Baykiz qala hatina penîrên qaşar û gravyer yê Qersê jî kir û wiha axivî: “Penîrê qaşar ji aliyê xelkê Malakanê ve tê Qersê. Di dema Stalîn de xelkê Malakanê sirgûnî Qersê dibe. Li Qersê gundekî van heye û 2 malbat hêj jî li wir dijîn. Wan penîrê qeşar çêkiriye. Bi 15 kg şîr kiloyek qeşar çêdibe û qeşara kevn bi qasî salakî di kîleran de dimîne. Penîrê gravyer jî disa ji aliyê Malakan ve hatiye çêkirin û li Qersê bi nav û deng e. Çêkirina vê jî gelek dem dixwaze û zehmet e. Bi 30 lître şîr kiloyek gravyer tê çêkirin. Kesek 50 gram garavyer bixwe weke ku 2 îskan şîr vexwaribe. Ji bilî van jî penîrê spî, çiçal, penîrê kufikî ku (ev jî 6-7 mehan di êyarên pez de dimîne) û gelek cureyên penîr li Qersê hene. Her wiha rûne nivişk dihelînin û wisa rûnê xwe yê malê dabîn dikin. Dema rûn dihele dibe tort û ava vê derdikeve tenê rûnê zer dimîne.”

‘Kar û barê xwe weke kooperatîfê bi rê ve dibin’

Reîs Baykiz destnîşan kir ku ew kar û barên xwe weke kooperatîf bi rê ve dibin û hemû berhemên xwe ji xelkê dikirin û difiroşin. Reîs Baykiz diyar kir ku ew cureyên qatix ji piyasê erzantir difiroşin û wiha got: “Em jî kar û barên xwe weke kooperatîfê bi rê ve dibin. Em 12 heval di sala 2020an de hatin cem hev û me Kooperatîfa Serhatê ava kir. Em qaşar didin çêkirin û hingiv jî kesên ku li gundan mêşvaniyê dikin distînin. Tiştên ku organîk nebin em nastînin û nafiroşin. Armaca koperatîfa me ew e ku berheman ji gel bistînin û ji piyasê erzantir bigehînin welatiyan. Berhemên me li gorî bazarê erzantir in. Em dixwazin ji herêmê berhemên organîk û erzan kom bikin û bifiroşin xelkê.”

Etîket: gravyermalakanPenîrqaşarQers
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Yek ji taybetmendiyên Qersê qaz in

Yek ji taybetmendiyên Qersê qaz in

13 MIJDAR 2026
Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

12 MIJDAR 2026
Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

8 MIJDAR 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026

Bîranînên Serhedê bi dawî bûn: Ew dê hertim rêya me ronî bikin

11 ÎLON 2026
Serhed şehîdên xwe bi bîr tîne: Bi xêra şehîdan ev mase hat danîn

Serhed şehîdên xwe bi bîr tîne: Bi xêra şehîdan ev mase hat danîn

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne