Lûtkeya NATOyê ya 36emîn a Lîderan duh li Enqereyê li Qesra Serokkomariyê bi mazuvaniya Serokkomar Tayyîp Erdogan û bi rêvebirina Sekreterê Giştî yê NATOyê Mak Rutte dest pê kir. Di lûtkeyê de dê ji welatên endam were xwestin ku rola xwe di şerên heyî de zêde bikin û bûdçeyên ji bo şer tên veqetandin jî zêde bikin.
Lûtkeya li Enqereyê ya NATOyê îro bi dawî dibe. Ji bo lûtkeya ku herêma lê tê lidarxistin jiyan hatiye sekinandin dê îro li gorî nîqaşên tên kirin encam bibe. Tê payîn ku îro li ser bûdçeyên ji bo şer û çekan tên veqetandin, polîtîkaya piştgiriya Ûkraynayê ya ji bo şerê Rûsyayê, zêdekirina bûdçeya ji bo endamtiya NATOyê û polîtîkayên biçekbûnê dê bên nîqaşkirin û ev nîqaş dê bên emcamkirin.
DYA dixwaze tifaqa şer firah bike
Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ji bo Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump tev li lûtkeyê bibe ket nava hewldanan. Trump bi daxuyaniyên daye ev yek piştrast kir ku ew ji bo xatirê Tayyîp Erdogan tev li lûtkeyê bûye. Herwiha Trump bi daxuyaniyên daye çapemeniyê daxwaza xwe ya ji bo Gronlandê dubare kir, piştgirî nedana şerê bi Îranê rexne kir û diyar kir ku ew ê hemû leşkerên xwe yên li Ewropayê hatine bicihkirin vekişînin. Tê payîn ku çawaniya civînê dê li gorî derûniya Donald Trump encam bibe. Herwiha dê di civînê de piştgiriya Ûkraynayê û li dijî Rûsyayê helwest were diyarkirin.
Bûdçeyên şer zêde dibin
Di lûtkeya NATOyê ya sala par hatiye lidarxistin de biryar hat dayîn ku welatên endam heta sala 2035an bûdçeya ji bo şer vediqetîinin derxin ji sedî 5an. Tê payîn ku dê ev lûtke bibe lûtkeya pêkanîna biryarên Lûtkeya Leheyê. Diyar e ku barê li ser lêçûnên şer û hilberîna çekan welatên NATOyê dide zorê û lewre jî bi civînên domdar dixwazin biryarên hatine girtin, werin pêkanîn. Sala par ji ber şerên heyî, welatên Ewropayê û Kanadayê lêçûnên xwe yên şer ji sedî 20 zêde kirin û di encamê de ji bo şer 1,2 trîlyon dolar veqetandin. Bi vî awayî NATO dixwaze bi hêza çekê berjewendiyên mêtingeriyê li ser welatan serwer bike.
Di lûtkeyê de tê payîn ku dê şerê bi Îranê re tê meşandin jî were nîqaşkirin. Donald Trump dixwaze bi wesîleya lûtkeyê welatên Ewropayê zêdetir tev li şeran bibin, zêdetir rol bigirin. Herwiha di lûtkeyê hat ragihandin ku dê welatên NATOyê destûrê nedin ku Îran tu caran bibe xwedî çeka nukleerî. Ji bo Tengava Hurmuzê bangawazî hat kirin ku ji bo keştiyên bazirganiyê rêzdar were nêzbûn.
Netanyahu: Balefirên şer nedin Tirkiyeyê
Tirkiye hem bi mazuvaniya lûtkeyê hem jî bi pêkanîna civînên taybet ên bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan re dixwaze tev li bernameya F-35an bibe û balefirên şer bistîne. Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahû jî li dijî vê yekê daxuyanî da û anî ziman ku heke Tirkiye balefirên şer bi dest bixe dê ewlehiya herêmê ji bingehîn were guhertin.













