• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kamuran Tanhan: Dîsa budçeya herî zêde ji bo şer hatiye veqetandin

Mahmût Altintaş / AW

29 COTMEH 2026 - 08:51
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Endamê Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan destnîşan kir ku weke her sal îsal jî herî zêde budçe ji şer re hatiye veqetandin û wiha got: “Ji bo kedkar, karker, jin û tevahî civakê ev budçe budçeya fetisandinê ye.”

Nirxandin û nîqaşên li ser pêşniyarqanûna budçeya sala 2027an di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê de didome. Di budçeya sala nû de ji bo “parastin û ewlehiya hundirîn” re 3 trilyon û 454 milyar lira hate veqetandin û ew jî ji budçeyê sedî 12,7 dike. Tê plankirin ku girtina çek û muhîmatan li gorî sala par ji sedî 229 zêdetir bibe. Her wiha budçeya Wezareta Parastinê li gorî sala par ji sedî 86 zêde bû û triliyonek û 533 milyar lîre hate veqetandin. Li rex vê yekê çavkaniya ji bo alîkariyên civakî hatiye veqetandin jî tenê ji sedî 4,9 e û ev trîlyonek û 341 milyar lîre ye. Budçeya ji karker, jin, kedkar û xizanan re hatiye veqetandin jî weke her sal îsal jî di bin enflasyonê de ma û budçeya îsal jî herî zêde ji bo parastinê hate veqetandin.

Parlamentererên DEM Partiyê yên endamên Komîsyona Plan û Budçeyê jî di hevdîtina budçeyê de bertek nîşan didin û diyar dikin ku di budçeyê de qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nehatiye kirin û ew dê vê budçeyê qebûl nekin. Her wiha DEM Partiyê li dijî budçeyê kampanyaya, “Ji bo nan, aştî û edaletê” budçe da destpêkirin û ev kampanya jî dê meheke berdewam bike.

Di çarçoveya kampanyayê de DEM Partî dê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî û bernameyên cur bi cur li dar bixe. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê û Endamê Komîsyona Plan û Budçeyê Kamuran Tanhan derbarê budçeya sala nû, peşniyarên DEM Partî yên budçeyê û kampayaya dane destpêkirin de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Kamuran Tanhan

‘Budçe herî zêde ji bo şer hatiye veqetandin’

Kamuran Tanhan diyar kir ku budçeya sala 2027an budçeyê li gorî sala par hê xirabtir e û wiha got: “Di budçeya îsal de em li bende bûn ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk çavkaniyên budçeyê ji parastinê zêdetir ji bo civakê, perwerde, tenduristî û hwd. dê be veqetandin. Lê budçeya îsal jî dîsa herî zêde çavkanî ji parastinê re hate veqetandin. Budçe herî zêde ji bo şer hatiye veqetandin. Ji bo wê guman di serê me de hene. Tevî ku pevçûnek tune ye jî ji ‘parastinê’ re budçe hatiye veqetandin. Helbet ev budçe li gorî polîtikayên dervê yên Tirkiyeyê hatiye amadekirin. Tirkiye dixwaze li her deverê di nava şer de be û ji bo wê jî budçeya ji bo şer zêde dike. Me di destpêka komîsyonê de pêşniyara avakirina Komîsyoneke Kontrolê kir. Lê ev peşniyara me nehat qebûlkirin. Ji ber ku li Tirkiyeyê biryara her tiştî yek kes dide, me ew pêşniyar kir. Ji bo pêşî li vê yekê be girtin û yên di karê xwe de pispor in kontrolê bikin, me ev pêşniyarî kir. Lê nehat qebûlkirin.”

‘Peşniyara me ew e ku budçe ji bo civakê bê veqetandin’

Kamuran Tanhan bal kişand ser zêdekirina faîzê di budçeyê de û axaftina xwe wiha domand: “Kalema herî zêde ji lobiya faîzê re diçe. Ji bo kedkar, karker, jin û tevahiya civakê ev budçe budçeya fetisandinê ye. Ji bo wê jî em hem di komîsyonê de û hem jî bi kampanyayan dixwazin budçe ji bo karker, jin, ciwan, xwendekar, xizan û hemû civakê bê veqetandin. Her wiha ji bo şeredariyan îsal jî budçeyek kêm hatiye veqetandin û bi vê yekê dixwazin şeredariyan bifetisînin. Ji ber ku şeredarî ji destê wan derketine heta ji destê wan tê budçeya şaredariyan kêm dikin. Ji bo wê jî pêşniyara me di komîsyonê de ev e ku budçe ji bo karker, jin, ciwan, taqawid û civakê beê veqetandin û civak hinek rihet bibe.”

Kampanyaya, ‘Ji bo nan, aştî û edaletê budçe’

Kamuran Tanhan anî ziman ku li dijî budçeya hikûmetê pêşniyar kiriye, DEM Partiyê kampanyaya “Ji bo nan, aştî û edaletê budçe” dane destpêkirin û wiha axivî: “Me starta kampanyaya xwe ji li navçeya Misircê ya Sêrtê da. Li wir jinek axivî û bû rojev. Li Tirkiyeyê ked tê binpêkirin û di van krîza fonan de jî derket holê ku kedxwariyek çawa tê kirin. Heke ked be binpêkirin nan jî nabe. Ji bo wê jî wateya kampanyaya me jî ew e ku ked, nan, demokrasî li vî welatî serwer bibin. Bibin polîtikayên dewletê ku welatî bikaribin jiyaneke xweş bijîn.”

‘Divê gel li dijî vê budçeyê rabe ser pêyan’

Kamuran Tanhan destnîşan kir ku wan gelek pirs û peşniyar ji berpirsan re kirine û derbarê nîqaşên li ser budçeyê jî ev yek anî ziman: “Me pirsa çima ewqas çavkanî ji parastinê re tê veqetandin jî kir. Cîgirê Serokkomar bersiv da got ji bo pêşxistina pêşesaziya parastinê wan budçe veqetandiye. Lê em vê dewletê nas dikin. Ev dewlet ne tenê li hundir dixwaze li dervê jî her tim di nava şer û pêvçûnan de be. Dûh Hevpeymana Mekke jî di komîsyonê de derbas kirin û dê bê rojeva Meclisê jî. Tirkiye ji bo çepereke şer ev peyman di komîsyonê de derbas kir û ji bo wê jî çavkanî hewce ye. Hebûna lêşkerên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê jî bi vê budçeyê ve girêdayî ye. 18 milyon welatiyên taqawid li vî welatî hene û budçeyeke ku nekarin debara xwe bikin ji wan re hatiye veqetandin. Divê gel li dijî vê budçeyê rabe ser pêyan. Em partiyên muxalîf dê li dijî vê budçeyê derkevin. Lê siyaset tenê têr nake. Divê welatiyên vê budçeyê qebûl nakin jî li dijî vê budçeyê dest bi çalakiyan bikin û dengê xwe bilind bikin.”

Etîket: budçeya sala 2027anbudçeya şerParlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

Bernameya hevdîtinên budçeya 2027an diyar bû

17 COTMEH 2026
Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

16 COTMEH 2026
Lûtkeya NATOyê: Şer berfireh, bûdçeyên şer zêde dibin

Lûtkeya NATOyê: Şer berfireh, bûdçeyên şer zêde dibin

8 TÎRMEH 2026
Di pêvajoya aştiyê de budçeya şer!

Di pêvajoya aştiyê de budçeya şer!

13 MIJDAR 2025
Wezareta Bazirganiyê: Ji bo vebûna deriyê Nisêbînê û Qamişloyê em danûstandinan dikin

Wezareta Bazirganiyê: Ji bo vebûna deriyê Nisêbînê û Qamişloyê em danûstandinan dikin

7 MIJDAR 2025
Egîtîm Sen dê li dijî budçeyê li 4 bajaran mitîngan li dar bixe

Egîtîm Sen dê li dijî budçeyê li 4 bajaran mitîngan li dar bixe

4 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne